• Friday, 19 April 2024
logo

Ciwanro…Jinekê hevjînê xwe kuşt

Ciwanro…Jinekê hevjînê xwe kuşt
Duh 24.04.2020ê êvari li bajarê Ciwanro ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê zilamek3i temen 50 salî ji aliyê hevjîna xwe ve bi kêrê hat kuştin.

Li gor rêxistina Mafê Mirov li Rojhilatê Kurdistanê belav kir, Ehmed Înfiradî yê kurê Emîn ê rûniştvanê taxa Gurgeçal a bajarê Ciwanro di encama nîqaşeke tund a li gel hevjîna xwe de, ji aliyê hevjîna xwe ve bi kêrê hate kuştin.

Malpera Kurdpa jî ragehand: ‘’Derbarê jiyan ji dest dana wî hemwelatiyê kurd de du nêrînên cuda hene ku di encama nîqaş û şer li gel hevjîna xwe ya bi navê Şino Rehmetî de hatiye kuştin û cîhê kêr di bedena wî de heye û hin kes jî dibêjin ber deriyê malê ketiye û dilê wî rawestiya ye.’’

Heta naha çapemenî û aliyên fermî yên hikûmeta Îranê vê derbarê de ti zanyarî belav nekiriye.

Ehmed Înfiradî û Şino Rehmetî ku xwedî du zarokên bi navên Esra û Aso ne, ji ber bi salane Ehmed Înfiradî madeyên hişber bikartîne pirsgirêkên wan ên malbatî heye û jiyana wan berdewam bi pirsgirêk e.

Basnews
Top