• Friday, 26 April 2024
logo

MÊRDÎN – Di şerekî çekdarî de keçeke 15 salî hat kuştin

MÊRDÎN – Di şerekî çekdarî de keçeke 15 salî hat kuştin
Li parêzgeha Mêrdînê di encama şerekî çekdarî yê du malbatan de, keçeke 15 salî hat kuştin.

Li navçeya Qoser a Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, di navbera 2 malbatan de li ser mijara çerandina hespan, nîqaşekê rû da û ew nîqaş mezin bû û veguherî şerê çekdarî.

Li gor zanyariyan, piştî wê nîqaşê, kesê bi navê D.O, bi çeka nêçîrê, êrişî malbata din kir û deriyê wê malê da ber guleyan.

Di encama wê êrişê de keça bi navê Berfîn Ç. ku wê demê li pişt derî bû, guleyek bi serî ket û bi giranî birîndar bû.

Piştî agahdarkirinê, tîmên tendirustî gihiştin cihê bûyerê û Berfîn rakirin bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê, lêbelê tevî hemû hewldanên pizîşkî, ew keça 15 salî nehat rizgarkirin û canê xwe ji dest da.

Herwiha piştî rûdana bûyerê, kesûkarên wê keçikê, êrişî malbata din kirin û agir berdan xaniyê wê malbatê.

Kesê êrişkar ê bi navê D.O jî ji aliyê hêzên emnî yên Tirkiyê ve hat desteserkirin û derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Rudaw
Top