• Saturday, 20 April 2024
logo

Zilamekî hevjîna xwe serjê kir û 8 kesên din jî kuşt

Zilamekî hevjîna xwe serjê kir û 8 kesên din jî kuşt
Zilamekî hevjîna xwe bi kêrê serjê kir û 8 kesên din jî bi guleyan kuşt.

Li gor nûçeya çapemeniya Lubnanê zilamekî li bajarokê Beqlîn a li başûrê Beyrût a paytexta Lubnanê, duh 21.04.2020ê hevjîna xwe serjê kir.

Herwaha hat ragehandin wî zilamî piştî hevjîna xwe serjê kiriye, bi çek hatiye derve û bi ketober gule li xelkê berdane û 8 kesan ji ber wê jiyana xwe ji dest dane.

Heta naha sedemê wê bûyerê ne diyare û hêzên ewlehiyê hewl didin wî zilamî bigrin.
Top