• Friday, 29 March 2024
logo

Li Amedê du grûpan bi kêr û daran li hev xistin: birîndar hene

Li Amedê du grûpan bi kêr û daran li hev xistin: birîndar hene
Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê di navbera du grûpan de şer derket û 3 kes birîndar bûn. Birîna 2 kesan giran e.

Bûyer şeva bihorî li qezaya Sûrê ya Amedê li bin Pira Farqînê çêbûye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, di navbera du grûpan de nîqaş derketiye û paşê rewş veguheriye şerê bi dar û kêran.

Di pevçûnê de 3 kes birîndar bûne ku birîna 2 kesan dijwar e.

Her sê birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin û polîsan jî dest bi lêpirsînê kirin.

Li ser agahdarkirina aliyên peywendîdar, tîmên tendirûstî û hêzên ewlekariyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Hinek kes bi tohmeta ku tevlî şer û pevçûnê bûne desteser kirin û birin qereqolê. Li aliyê din zerar gehişte otomobîlên li cihê bûyerê, lê heta niha nayê zanîn ka çima di navbera herdû grûpan de şer derketiye.

Sedem an sedemên pevçûna wan herdu grûpan nehatiye zanîn.

Rudaw
Top