• Friday, 26 April 2024
logo

Li Herîrî du kes hatin kuştin

Li Herîrî du kes hatin kuştin
kesek jî bi dijwarî birîndar bûye
Li gor daxuyaniya polîsê Hewlêrê duhê bi şev li bajarokê Herîrê ya ser bi qezaya Şeqlawa ya li Parêzgeha Hewlêrê jiber kêşeyeke civakî bab û korek hatine kuştin.

Polîs eşkere kiriye ku duhê bi şev li bajarokê Herîrê mêrê jinekê li vê daye pişt re jî jin çûye mala bavê xwe û bab û birayê jinê jî bo agehdar bûn ji vê kêşeyê çûna mala zavayê xwe.

Lê di navbera zava û bav û birayê jinê de pevçûn çê bûye, zava gole li ser bav û birayê jina xwe reşandiye û di encam de bav û birayê jinê canê xwe ji dest dane û zava û keseke din jî birîndar bûne.
Top