• Wednesday, 08 May 2024
logo

Li Wanê ciwanekî Kurd ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dide

Gulan Media January 13, 2020 Civakî
Li Wanê ciwanekî Kurd ji ber sarmayê jiyana xwe ji dest dide
jiber xezaniyê karê kom kirina paşmahiyan kiriye
Li navenda bajarê Wanê ciwanê bi navê Mevlut Dayan ê 34 salî ku jiber xizaniye bermahî berhev dikir û difirot, serê sibê di nava kolikekê de mirî hat dîtin.

Termê Dayan li taxa Valî Mîthat Bey cem rawestgeha minîbûsan di nava kolikekê de ji aliyê rûniştvanan ve hate dîtin. Piştî agahdar kirina malbata wî, dayîk, bav û xizmên Dayan li cihê bûyerê kom bûn.

Herwiha hêzên ewlekarîye jî li cihê bûyerê lêkolîn dan despê kirin.

Top