• Wednesday, 08 May 2024
logo

AMED – Bi girtina 8 kargehan 2 hezar kes bê kar man

Gulan Media January 2, 2020 Civakî
AMED – Bi girtina 8 kargehan 2 hezar kes bê kar man
Li taxeke Amedê 8 kargehan tuxlayê ango blokan ji ber qeyrana aboriyê hatin girtin. Ji ber ku li Amedê lêkirina xaniyan ji sedî 90 rawestiyaye, bazara tuxlayê nemaye. Ji ber vê yekê xwediyên kargehan tuxlayan neçar man karxaneyên xwe bigirin.

Bi girtina kargehan re nêzî 2 hezar karker bêkar man. Hesin û makîneyên van karxaneyan jî bi buhayekî erzan, bi kîloyan firotin xurdefiroşan.

Letîf Qehreman tam 30 sal bûn di kargeha tuxlayan ango blokan de kar dikir. Beriya heftiyekî kargeha lê dixebitî ji ber qeyrana aboriyê hate girtin û ew bêkar ma. Ew niha sebra xwe bi kuçikên kargehê tîne ku bi gotina wî ew jî weke wî bê xwedî mane.

Karkerê kargeha tuxlayan Letîf Kahraman dibêje, “Em ê niha biçin ku derê? Ne avahîsazî heye ne karek, ne sîgorteyek heye. Em ê niha çi bikin? Em perîşan bûn.”

Li Amedê bi tevahî 11 kargehên tuxlayê hebûn û hemû jî li bajaroka Kebê ne ku niha bûye taxeke Sûra Amedê. Ji van kargehan 8 heb di nava salekî de ji ber qeyrana aboriyê hatine girtin. Erdal Bayram yek ji wan karsazan e ku kargeha xwe girtiye. Niha bi kezebşewatî li barkirina hesinên kargeha temaşe dike ku bi kîloyan firotine xurdefiroşan.

Xwediyê Kargeha Tuxlayê ya girtî, Erdal Bayram, diyar dike, “Piştî pêvajoya aştiyê xira bû sektora lêkirina avahiyan bi temamî rawestiya. Berê li Amedê 300 avahî bi hev re dihatin rakirin lê ji van tenê 10 blok rabûn. Ev çi nîşan dide? Ev jî nîşan dide ku temamê kar bi wan re hate sekinandin. Karsazên kargehan jî biryar da ku kargehên xwe bi temamî bigrin.”

Bi girtina kargehên tuxlayê re li Kebê nêzî 2 hezar karker bêkar mane. Ji ber vê yekê gelek karkerên bêkar niha dema xwe li çayxaneyan derbas dikin. Karê wan ji ber bêkariyê bûye lîstikên qehwexaneyan.

Mihemed Sidik ku niha bê kar maye, “Kar tune ye. kargeh berê hebû, niha ew jî hate girtin. Em jî neçar dimînin bên qehwexaneyan.”

Burhan Donmez ku ew jî niha bê kar e diyar dike, “Kargeh hatin girtin. Kar tune ye. Zivistanê çi bikim, têm qehwê.

Karkerekî din ê bê kar mayî, Veysel Oner jî dibêje, “Vaye 32 sal in ez li kargehê xebitîm. Kes xwedî li me jî dernakeve. Qediya çû.”

Mursel Oner ê bê kar jî dibêje, “Karxane hate girtin, piraniya ciwanên me bêkar man.”

Kebê ku berê gundek bû tenê 3 kîlometreyan dûrî Amedê ye. Beriya 40 salan bi avabûna kargehan tuxlayê re ji Mêrdînê heta Bedlîs û Mûşê, ji gelek bajarên Bakurê Kurdistanê malbatên karkeran koçberî vê derê bibûn û evder bû taxeke mezin.

Rudaw
Top