• Wednesday, 08 May 2024
logo

Kesekê bankek şeland û pere bi ser xelkê de belav kir

Gulan Media December 26, 2019 Civakî
Kesekê bankek şeland û pere bi ser xelkê de belav kir
Li Amerîkayê kesekê bankek şeland û ew pereyê ku ji bankê derxistibû bi ser xelkê de belav kir û hawar kir, “Cejna sersalê li we pîroz be.”

Polîsê Amerîkayê ragihand, li bajarê Kolorado Sprîngsê, kesekî bi temen desteser kirine ku bankek şelandiye.

Li gor zanyariyên şahidhalan, wî zilamî pereyê nav bankê biriye û paşê ew pere li derve bi xelkê de belav kiriye û gotiye, “Kirîsmîsa we pîroz be.”

Şahidhalek jî amaje bi wê dike, “Piştî ku ew pere bi ser xelkê de belav kir, çû li ber qehwexaneyekê rûnişt heta ku polîs hatin ew desteserkirin.”

Xelkê li wê derê jî ew pereyê ku li ser şeqamê belav bûbû kom kirine û li bankê vegerandine.

Li gor zanyariyên polîsê Kolorado, navê wî kesê ku banke şeland û pere bi ser xelkê de belav kir David Wayne Oliver û temenê wî 65 sal e.

Rudaw
Top