• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Mêrdînê çarenivîsa jin û mêrekî ne diyar e

Gulan Media December 22, 2019 Civakî
Li Mêrdînê çarenivîsa jin û mêrekî ne diyar e
Li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ev du roj e ti zanyariyek derbarê jin û mêrekê de nayên wergirtin.

Li gor zanyariyan, hemwelatiyê bi navê Veysî Akbulut û hevjîna wî ya bi navê Fatma, li gel 2 zarokên xwe, ji bajarê Mêrsînê bi mebesta seredanekê çûbûn navçeya Qoser a Mêrdînê.

Herwiha li gor zanyariyan, Veysî Akbulut ê 31 salî, li gel hevjîna xwe Fatma ku temenê wê jî 27 sal e, roja Pêncşemê derket sûka wê navçeyê lê dema di rê de bû bi telefonê li xezûrê xwe geriyaye û jê re gotiye ku hinek kesên nenas wan dişopînin.

Piştî wê peywendiya telefonî ti zanyarî derbarê wan hevjînan de nehatin bidestxistin û kesûkarên wê malbatê jî hêzên emnî yên wî welatî agahdar kirin.

Otomobîla wê malbatê jî bi awayekî terkkirî hatiye dîtin lê heta niha çarenivîsa wan herdu kesan ne diyar e û xebatên kesûkar û hêzên asayişa wê navçeyê bo dîtina wan berdewam in.

Rudaw
Top