• Wednesday, 08 May 2024
logo

Rojhilat – Jinek hat kuştin û jinekê jî xwe xeniqand

Gulan Media December 18, 2019 Civakî
Rojhilat – Jinek hat kuştin û jinekê jî xwe xeniqand
Li bajarên Seqiz û Ciwanro yên Rojhilatê Kurdistanê jinek hat kuştin û yekê jî xwe kuşt.

Malpera Hengaw ragihandiye, duhî li gundê Qarawe yê Seqizê jinek 63 salî bi navê Mehsûme Rehîmpûr ji aliyê kesên nenas ve hat kuştin.

Li gorî agahiyên polîs, ew kesên ku ew jinik kuştine, diz bûne. Zêrên jinkê dizîne û paşê jî ew kuştine û reviyane.

Heman rojê li bajarê Ciwanro jî keçek bi navê Sarîna Ferzî (17 salî) ji ber sebebên ku nehatine zanîn, xwe xeniqand.
Top