• Tuesday, 07 May 2024
logo

Berpirsekî Îranî: Li Îranê rêjeya zewicandina zarokan çar caran zêde bûye!

Gulan Media December 12, 2019 Civakî
Berpirsekî Îranî: Li Îranê rêjeya zewicandina zarokan çar caran zêde bûye!
Berpirsekî hikûmeta Îranê dibêje, li Îranê malbat tenê ji bona ku kirêdiya zewacê bistînin, keçên xwe yên temenê wan ji 15 salan kêmtir e, bi zorê didin şû!

Cîgirê wezîrê spor û gencan yê Îranê, Mihemed Mehdî Tundgoyan ji medyaya Îranî re gotiye, rêjeya zewicandina keçên ku temenê wan ji 15 salan kêmtir gelekî zêde bûye.

Tundgoyan daye zanîn, ev rêje li gorî par çar caran zêde bûye û gotiye, malbatên belengaz tenê ji bona ku kirêdiya zewacê (30 milyon tûmen – derdora 3 hezar dolar) bistînin, keçên xwe bi zorê didin şû!

Li gorî qanûnên Îranê, lazim e temenê keçan di dema şûkirinê de ji 13 salan û yê xortan jî ji 15 kêmtir nebe.

Basnews
Top