• Tuesday, 07 May 2024
logo

Li Cizîrê 12 jin hatine kuştin

Gulan Media November 26, 2019 Civakî
Li Cizîrê 12 jin hatine kuştin
Îro bi boneya 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundûtûjiyê li Dijî Jinan li li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê xwepêşandanek birêve çû.

Îro 25ê Mijdarê Roja Rûbirûbûna Tundûtûjiyê li Dijî Jinan ne, îsal tenê li Herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê 12 jin hatine kuştin û 6 jinan jî xwe şewitandine.

Bi vê mebestê li Qamişlo ji aliyê Rêveberiya Xweser û Encûmena Jinê ve xwepêşandanek birêve çû, xwepêşanderan tekez kirin, ku di êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê de, binpêkirinên eşkere li dijî jinan hate kirin.

Endama Encûmena Jinên Qamişloyê Suhêla El Hamid dibêje: “Ji ber dagîrkeriya Tirkiyê û armanca rasterast a jinan û ji ber desthilatdariya mêran êş û azara jinê giran bûye. Ji tawanên kuştina şehîd Hevrîn Xelef û heta kiryarên kirêt ên li dijî şervan Çîçek û terorkirina şervan Eqilê.

Li herêma Cezîra Rojavayê Kurdistanê 18 jin hatin kuştin, ji wê hejmarê ve, bi tometa şeref 12 jin hatine kuştin û 6 jinan xwe şewitandine, herwiha grûpên çekdaran di êrîşa li ser Rojavayê Kurdistanê de Kuştin û sivkayetiyê bi cenazeyê Hevrîn Xelef kirin

Li Efrînê ku niha di bin destê grûpên çekdar de ye, 40 jin ji aliyê grûpên çekdar ve hatine kuştin, 1000 jin ji aliyê wan grûpan ve hatin revandin û destdirêjiya sêksî li 60 jinan hatiye kirin û 5 jinan xwe kuştine.

Rêvebera Rêxistina Dara ya nehiştina tûndûtîjiya dijî Jinan Mûna Ebdulselam jî dibêje: “Li Cizîrê 18 bûyerên kuştinê hebûn û 6 jinan ji wan xwe kuştine. Em hêvî dikin ku di salên pêş de jinek jî neyê kuştin.”

Herwiha ji Adara 2011an ve bi destê cendirmeyên Tirkiyê 56 jin hatine kuştin ku dixwestin derbasî Bakurê Kurdistanê bibin,120 jin hatine birîndarkirin

Jin li Rojavayê Kurdistanê baceke pir giran dide, ew ji qurbaniyên sereke yê şer û diyardeyên civakî ye, koçberiya piştî êrîşa Tirkiyê jî, barê jinê li Rojavayê Kurdistanê zehemetir kiriye ku niha hejmareke mezin ji wan di nav kampan de dijîn.

Rudaw
Top