• Saturday, 04 May 2024
logo

Polîs çawaniya kuştina wan du kesên Riwandizê eşkere kir

Gulan Media November 3, 2019 Civakî
Polîs çawaniya kuştina wan du kesên Riwandizê eşkere kir
Polîsê Soran çawaniya kuştina wan her du kesên ku îro danê sibê li devera Riwandiz ya Soran kuştî hatibûn dîtin, eşkere kir.

Îro danê sibê li nêzîkî bajarokê Riwandizê û li ser rêka havîngeha Bêxal termên du kesan hatibûn dîtin ku bi fîşekê hatibûn kuştin.

Berdevkê polîsê bajarê Soran, Şemal Dêwalî li ser wê rûdanê ji BasNewsê re got, piştî ku me lêkolîn kir hat zanîn ku wan her du kesan ji ber pirsgirêkên civakî bi sîlahê li hev dane û hevdû kuştine.

Şemal Dêwalî her wiha got, navê yekê B.I.H (37 salî) û navê yê din K.M.H (37 salî) bûye. Her du jî xelkê gundê Amoyan yê Riwandizê bûne û mirovên hev bûne.

Wî efserê polîs agahiyên zêde neda û ragihand, wan dest bi lêpirsînê kirine li ser wê rûdanê.

Basnews
Top