• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Tirkiyê ji ber kuştina bukeke Iraqî 4 kes hatin girtin

Gulan Media September 29, 2019 Civakî
Li Tirkiyê ji ber kuştina bukeke Iraqî 4 kes hatin girtin
Li parêzgeha Sakarya ya Tirkiyê ji ber kuştina bukeke Iraqî 4 kes hatin girtin.

Zehra Mueyed Ubeydî ya ‎‎17 salî ku welatiyeke Iraqî ye û 6 meh berî niha li Tirkiyê zewicîbû, du roj berî niha li mala xwe ya Taxa ‎Yahyalar a navçeya Adapazara Sakaryayê kuştî hatibû dîtin.‎

Piştî polis derbarê bûyerê de hatin agahdarkirin, termê Zehra bo Pizîşkiya Dadê hatibû veguhestin. Di ‎pişkinînan de derket ku Zehra hatiye xeniqandin.

Rêveberiya Şûbeya Tawanan a Rêveberiya Polîsên ‎Sakaryayê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kir û bi gumana ku destê wan di kuştina Zehra de heye, ‎hevjînê wê, xesû û 2 ji kesûkarên Zehra hatin desteserkirin.‎

Îro Yekşemê, piştî bidawîbûna lêkolînan gumanbar bo dadgehê hatin şandin. Dadgehê biryara girtina ‎her çar kesan da û bo girtîgehê hatin şandin.‎

Rudaw
Top