• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Xaneqînê zilamekî xezûrê xwe û du bûrayên xwe da ber kêran!

Gulan Media September 22, 2019 Civakî
Li Xaneqînê zilamekî xezûrê xwe û du bûrayên xwe da ber kêran!
Li bajarê Xaneqînê kesekî xezûrê xwe û du bûrayên xwe da ber kêran.

Berpirsê polîsê Xaneqînê, Diyar Şewket ji BasNewsê re got, şeva borî li taxa Bextiyarî ya Xaneqînê zilamekî bi kêran êrişî xezûrê xwe û du bûrayên xwe kir. Di encama wê êrişê de her sê kes jî birîndar bûn.

Wî efserê polîs da zanîn, birîndar niha li nexweşxaneya Xaneqînê tên dermankirin û got, ewê ku êriş kiribû jî hat girtin.

Bi gotina berpirsê polîsê Xaneqînê, rewşa birîndarekî baş nîne û ew arîşe jî ji ber pirsgirêkên civakî derketiye.

Basnews
Top