• Friday, 03 May 2024
logo

Li Erzeromê şerê bi çek û kêran derket

Gulan Media September 4, 2019 Civakî
Li Erzeromê şerê bi çek û kêran derket
Li qezaya Palandoken a Erzeroma Bakurê Kurdistanê li firneyekê di navbera du grûpan de şerê bi çek û kêran derket û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kesên din jî birîndar bûn.

Bûyera şeva bihorî derdora saet 23.00an li Taxa Abdurrahman Gazî ya navçeya Palandokenê rû daye.

Li gor zanyariyên ku ajansa DHA ya Tirkiyê belav kiriye, grûpekê ku hevalên wan şer kiribûn û ji hev cuda bûbûn, çûn firnê ji bo ku ligel wan biaxifin, lê di navbera xwediyê firnê, kurên wî û xebatkarên firnê de nîqaş derket û di demeke kurt de bû şerê bi çek û kêran.

Hatiye ragihandin, ku di pevçûnan de ji herdu grûpan 5 kes birîndar bûn.

Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneya bajêr hatin veguhestin. Lê ji birîndaran Muhammet Emin Yilmaz ê 20 salî ku sê gulle lê ketibûn, ligel hemû hewldanên pizîşkan canê xwe ji dest da.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîs û tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Polîsan piştî lêkolînên li cihê bûyerê li taxê û ber nexweşxaneyê tedbîrên ewlekariyê wergirtin ji bo ku şerekî din çênebe.

Herwiha lêpirsîna derbarê bûyerê de jî berdewam e.

Rudaw
Top