• Saturday, 04 May 2024
logo

Rojhilat – Li Kotol û Pîranşarê jin û keçekê xwe kuştin

Gulan Media August 31, 2019 Civakî
Rojhilat – Li Kotol û Pîranşarê jin û keçekê xwe kuştin
Li bajarên Xoy û Pîranşar yên Rojhilatê Kurdistanê jin û keçekê xwe kuştin.

Malpera Hengaw ragihandiye, pêr li gundê Delawan yê Pîranşarê keça 17 salî ya bi navê Îlham Mêhrî bi tifengê xwe kuşt.

Li gorî agahiyan, Îlhamê ji ber arîşeyên di nav malbata xwe de, xwe kuştiye.

Li nahiya Kotol ya bajarê Xoy jî jina bi navê Leyla Mihemedlû agir berda xwe û xwe şewitand.

Li gorî agahiyan, wê jinkê jî ji ber ku zilamê wê madeyên hişber bikar dihanî, xwe kuştiye.

Basnews
Top