• Friday, 03 May 2024
logo

Rojhelatê Kurdistanê.. Ji destpêka salê 174 kesan xwe kuştîye

Gulan Media August 25, 2019 Civakî
Rojhelatê Kurdistanê.. Ji destpêka salê 174 kesan xwe kuştîye
Li gorî dawî amar, ji destpêka salê ta niha 174 kesan li Rojhelatê Kurdistanê xwe kuştîye.

Rêkxistina Hengaw ya Mafên Mirovî ya Rojhelatê Kurdistanê, raporta xwe ya xwekuştinê li Rojhelatê Kurdistanê belav kir û li gorî amara wê; Ji destpêka salê, anko di kêmtir ji 8 mehan da 174 welatîyên Rojhelatê Kurdistanê xwe kuştîye.

Hengawê herwesa diyar kir; 86 xwe kuştî keê û jin bûn, 40 zarok bûn û 9 kes jî di ser temenê 50 salîyê da bûn û piranîya sedemên xwekuştinê hejarî û pirsgirêkên malbatî ne.

Amarên xwekuştinê li Rojhelatê Kurdistanê

– Ji destpêka ev sale 174 welatîyan xwe kuştîye

– Tenê di 3 rojên bûrî da 8 kesan xwe kuştîye

– Her mehekê 21 kesan xwe kuştîye

– 86 xwekuj jin û keç bûn

– 40 xwekuj zarok û sinêle bûn

– 40 xwekuj di ser temenê 50 salîyê da bûn

– 60% ya xwekujan ji parêzgeha Urmîyê bûn

– Sedemên serekî yên xwekuştinê hejarî û pirsgirêkên malbatî ne



Waar.tv
Top