Li Helebçê ciwanekî dawî bi jiyana xwe anî!
![Li Helebçê ciwanekî dawî bi jiyana xwe anî!](https://gulanmedia.com/public/old_images/articles/68830510_511504739624263.jpg )
Berdevkê rêveberiya polîsê parêzgeha Helebçê Barzan Osman ji basnewsê re ragehand: ‘’Îro demjimêr 03:00yê ber bi sibehê ve ciwanekî Helebçê yê bi navê T.X.H li mala xwe, xwe xeniqandiye û dawî bi jiyana xwe aniye.’’
Herwaha got: ‘’Derbarê bûyerê de lêkolîn hatine kirin û termê wî ji nexwaşxaneya bijîşkê dadî re hatiye şandin, herwaha li binkeyê polîsê Helebçê derbarê sedemê xwe xeniqandina wî ciwanî de lêpirsîn û lêkolîn berdewam dikin.’’
Navborî got: ‘’Ew ciwane temenê wî 26 sale û kasibkare û rûniştvanê parêzgeha Helebçê ye.’’
Basnews