• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Kobanê ciwanekî 4 kes ji malbata xwe kuştin

Gulan Media August 13, 2019 Civakî
Li Kobanê ciwanekî 4 kes ji malbata xwe kuştin
Li gundekî Kobanî welatiyekî 4 kes ji malbata xwe kuştin û piştre xwe jî kuşt.



Li gundê Xizênê yê ser bi Kobaniya Rojavayê Kurdistanê ve ciwanekî 22 salî yê bi navê Mehmûd Îsmaîl Şêxo, 4 kes ji malbata xwe kuştin û paşê dawî li jiyana xwe anî.



Çavkaniyên taybet ji gundê Xizêne ji Rûdawê re ragihand, ku wî xortî bi kileşnîkofê dayika xwe ya 60 salî, 2 xwîşkên xwe yek ji wan 40 salî û keçeke xwîşka xwe ya 5 mehî kuştin û 2 zarokên din jî birîndar kirin ku temenê wan 7-8 sal in.



Li gor agahiyên Rûdawê, kujer pirsgirêkên nefsî bi wî re çêbûne.



Her 5 kes li goristana wî gundî hatin veşartin û 2 zarokên birîndar li nexweşxaneyê têne dermankirin.



Kesê kujer ew 5 roj bûn ku leşkeriya erkê xweparastinê xilas kiribû.



Rudaw
Top