Pêşmerge modêleke ji bo avakirina hêza beja a dijî DAIŞê
Tomas Donlî
Serokê navenda Marlîn Wêre ji bo xwendinên ewlehiyê li şîretgeha Emrîkan Enter Pirays ji bo G ulan
22/10/2014
Pêşmerge Nasnameya Nîştimanekî Di Şerê Terorîstên DAIŞê De
Civîna çend rojên borî a serok Obama bi serok erkanên 21 welatan ji koma 60 welatên hevpeyman di Hevpeymana Nêvdewletî a dijî DAIŞê, ji bilî ku çend nîşanên yekser têdene ku Emerîka û hevpeyman gîştine wê baweriyê ku şerê terorîstên DAIŞê tenê bi hêza esmanî yekalî nabe û gereke hizir di hêzeke beja de were kirin ku bikare li ser erdê pêşketinên DAIŞê biseknînin, ji bo vê yekê jî ezmûna hêzên hevpeymanan bi hêza pêşmergê Kurdistanê re destnîşandikin ku karîn li gel êrîşên esmanî yên hevpeymanan ne tenê pêşketinên DAIŞê bisekinînin, belku di heman dem de beşeke zora ew navçeyên ku çekdarên DAIŞê dagîrkiribûn azadbikin, wek bendava Mûsilê û Zimar û gundên derdora Zimarê û Mexmûr û Rebîe û ji vê jî zêdetir tenê li Kurdistanê destpêşxeriya şer ji destê DAIŞê hat derxistin û niha destpêşxeriya êrîşê di destê pêşmerge û di demê guncayî de û li gor bernameyeke diyarkirî wan navçana azad dike ku terorîstên DAIŞê dagîrkiribûn.
Ev baweriya hevpeymanan bi hebûna hêzeke çekdar li ser erdê wek pêşmerge, di şerê Kobanê de carek din ew rastiye berceste kir ku hêza pêşmerge yan şervanên YPGê hêzên rasteqînene ku dikarin li ser erdê xwe ta dawî dilopa xwînê şer bikin, ji vê jî zêdetir paş pêwendiya telefonî a serok Obama bi Receb Teyib Erdogan serokê Turkiya re derbarê hevkariya ji bo şikandina dorpêça li ser Kobanê û şandina hêzê, serokê Turkiya bi wê yekê razîbû ku Turkiya rê bi hêza pêşmerge bide ku di nav erdê Turkiya re derbazî Kobanê bibin daku hevkariya birayên xwe li Kobanê bikin, herwek serokê Turkiya jî ji serokê Emerîka re ragihandiye: Pêşmerge hêzeke destûrî û fermiye ji ber wê ew rêdidinê ku di nav axa Turkiya re derbazî Kobanê bibin, ev jî ne di çarçovê leşkerê Îraqê de belku di astê şerê Hevpeymana Nêvdewletî a dijî terorçstên DAIŞê û biryara Perlemana Kurdistanê li ser rasparda serokê Herêma Kurdistanê ji bo şandina pêşmerge bo Kobanê û spartina liv û serkirdatiya vê hêzê bi wezareta pêşmergê Kurdistanê yekser di bin fermana fermandeyê giştî a hêza Pêşmergê Kurdistanê, ev jç wê watayê dide ku Kurdistan stratîjiyeta leşkerî a Hevpeymana Nêvdewletî de wek pêgeheke serbixwe muamele pêre tê kirin û heta şandina hêza pêşmerge ji bo derveyî sinûrên Îraqê pêdivî bi razîbûna hukumeta Bexdadê nake.
Ev yeke wê watayê nade ku Herêma Kurdistanê tehdaya Hukumeta Bexdadê dike, na, belku wê watayê dide ku di stratîjiyeta şerê nêvdewletî a dijî terorîstên DAIŞê cihê leşkerê îraqê ne di wî astî de ye ku pişt pê bêrastkirin, ji vê jî zêdetir ew e ku ew siyaseta bergiriyê a ku Nûrî Malikî serok wezîrê berê yê îraqê danîbû ji bo parastina axa îraqê derket ne tenê ne siyaseteke niştîmanî bû belku bûye sedem ku erebên sune hêzên DAIŞê ji leşkerê îraqê bêtir hezbikin, di heman dem de paş ji navbirina (Nûrî Malikî) heta niha Heyder Ebadî nekariye gavên berçav ji bû nermkirina rewşê bavêje û bi kêmasî arasta prosa siyasî rastbike ku erebên sune ku bi wê gavê xwe di Hukumeta Îraqê de bibînin, herwiha gavjî neavêtine wek niyaz pakî ji bo nehîştina dorpêça abûrî a li ser Kurdistanê di demekê de ku Herêma Kurdistanê di eniyên şer de ne li dijî DAIŞê, ji vê jî bitirstir ku niha hemû şarezayên siyaseta ewlehî û bergiriyê li ser astê cîhanê helwestê li ser didin şêwazê parvekirina herdu postên wezareta bergirî û navxwe ye, ji ber ku raste Heyder Ebadê bi wê yekê razîbûye ku wezareta bergiriyê bide erebê sune, lê wî wezareta hundir daye dest kesekî ku endamê rêxstina Bedr e, eşkereye jî ku rêkxrawa Bedir destê welatekî cîranê îraqê di nav de heye û zêdetir siyaseta mezhebî birêve dibe ne siyaseta niştîmanî, lewra ev bi xwe cihê metirsiyê ye ku Hukumeta Îraqê wezareta hundir hum wek wezareta hundir hum bergirî ji bo erebên şîe arastebike û wezareta bergiriyê piştguhbike, ev jî me di wê derê ku leşkerê îraqê wek leşkerekî niştimanî ku hemû îraqî bi leşkerê xwe bizanin li ser erdê tuneye û di vê demê de di şiyande tuneye ku wek leşkerekî niştimanî were avakirin.
Şerê Terorîstên DAIŞê Di Nav Nexşeya SayksPîko De Natê Kirin
Dîplomat û stratîjnasên emerîkî her demê siyaseta rêveberiya Emerîka didine hember pirsyareke aloz û pirsyar jî ew e: eger nexşa SayksPîko û peymannama aştiyê a Parîsê li ser bingeha wê nexşê li dijî têgeh û hizirkirina Wordo Wêlson serokê wê demê yê Emrîka be, gelo çima rêveberiya niha a Emerîka ewqas xwe pabendkiriye bi nexşa SayksPîko û wek mîratgirê wê nexşê bergiriyê lê dike? Dibe ji bo me kurdan behsa SayksPîko em tenê ji wî alî ve bixwînin ku bû asteng li hember avakirina dewlata Kurdistanê, lê heger ev nêrîne mafê me be ku em wiha temaşekin, di heman dem de ji bo hêzeke mezin wek a Emerîka ku soperhêz li cîhanê bi aştî û ewlehiya Rojhilata Navîn ve girêdaye ji bo ku çavkaniyên wizeyê di destê Emerîka de bimînin, gereke ji bo Emerîka xwendineke din jê re were kirin ku heta sinûrên vê nexşê bi pîroz were temaşekirin wê aştî û ewlehî berqerar nebe, di bingehê de jî ku ev nexşeye ji aliyê Berîtaniya û Ferensa ve bi vî corî hate darêştin ji bo wê yekê bû ku di ew welatên ew dagîrdikin de şêwazê pêkhata wan tevhev be û her tim di nav de hêzeke niştimanî çênebe ku hizir di bidawî anîna dagîrkariyê de bikin, lewra her tim piştevaniya kêmregezan kirine ku bi zora hêzê hukumdariya wan welatan bikin û derencam jî her bi zora hêzê û di çarçovê kudeta leşkerî rejîma wan werin guhartin. Zelaltir ku gornakarî di rûyan de çêbibe lê gorankariya rasteqîne a siyasî di proseya siyasî de di wan welatan de çênebe.
Ev yeke di salê şêstan yên sedsala bûrî de heta gorankariyên sala 2011ê a welatên erebî wiha bû ku çend kesan di çarçoveya rejîmeke xwesepên de hukumranî kirine, bo nimûne Husnî Mubarekê Misrê ku demê 30 salan serokê Misrê bû, sîstema siyasî a Misrê ji sala 1952ê ve ku Cemal Ebdulnasir kudeta kir heta sala 2011ê her yek sîstem bû, ji ber ku paş mirina Cemal Ebdulnasir Enwer Sadat jî her di heman rejîm de bû ku bû serok komar û paş kuştina sadat jî Mubarek her di heman partî û rejîm de bû, diyare Muemer Qezafî jî mawê 42 salan ji 1969 – 2011 ê her ew serok bû, Zeynulabidîn Binalî jî ku mawê 24 salan serokê Tunisê bû, ew jî duyem serokê Tunisê bû paş rizgarkirina Tunisê li sala 1956ê, bûna Zeynulabidîn bi serok raste bi kudetayeke sipî bû bi ser Buriqîbe de lê kudetaya Abidîn wek kudetaya Sedam Husên bû li sala 1979ê bi ser Ehmed Hesen Bekir de, xuyaye ku serokê niha yê Sûriyê kurê serokê berê yê wî welatî Hafêz Esed ku ew jî zêdetirî 45 salane hukumraniya Sûriya dikin. Rewşa Cezaîrê jî eşkereye ka çawa hukumranî tê kirin, ew a dimîne hukumraniya paşa û mîrên welatên erebe ku ewjî wek paşa û mîrên rojava hukumraniyê nakin belku wek paşa û mîrên reha bi miletê xwe re helsûkewtê dikin û ew bi xwe xudanê hemû deshelatane.
Di mawê salên 1956 – 2011an de ku Emerîka bi xwe xudanê hejmûna yekê bû di Rojhilata Naverast û Bakurê Efrîqa, di mawê van 55 salan de hemû hewlên Emerîka ji bo wê yekê bûn ku parêzgariyê li wekheyiya Rojhilara Naverast bike daku rewşê rabigre, lê paş gorankariyên sala 2011ê û hilweşîna rejîmên Misir û Lîbiya û Tunis û tevliheviya Sûriya derket ku êdî dişiyan de nemaye ku aştî û ewlehî di nav vê nexşê de berqerar be, ji vê jî zêdetir derket ku piştgiriya Emerîka ji bo rejîmên wekî Misir û Tunis û Lîbiya û Îraqê çi karesatekê li pê xwe tîne, herwiha piştgiriya niha ji bo rejîmên mîr û padîşahan çi diyardeyek çêkiriye ku Emerîka wan bi hevpeymanê xwe dizane lê ew bi milyonan dolar piştgiriya rêxistinên terorîstî wek DAIŞê dikin û ew li derveyî DAIŞ in, ev ji me re dibêje:
1- Ew rejîmên mîr û padîşahan ku niha Emerîka pişgiriya wan dikeû bi dost û hevpeymanên Emerîka tên hejmartin, li paş gorankariyên sala 2011ê welatên ereban gîştine wê baweriyê ku ew a wan diparêze ne Emerîka ye, belku ew dostin yên ku bi rêya mezhebê wan bi hev ve girê dide, lewra di her rewşekê de gereke mezhebê sune li derdora mezhebê sune kombibe û şîe li derdora şîe.
2- Di Sûriyê de ev yeke bi temamî hatiye berceste kirin û ji mavê me ye em bipirsin, gelo çima Muemer Qezafî ket lê Beşar Esed ma? Gelo leşkerê Esed ji yê Qezafî bihêztir e? di demekê de ku Beşar Esed bi xwe bijîşkê çava ye, lê Muemer Qezafî piledarekî leşkerî bûbi pila Eqîd û mawê 10 salan bû ku ew bi xwe serokê civata serkirdatiya şoreşê bû li Lîbiya û paşê wî xwe wek fermandê komara cemawerî a Lîbiya da naskirin, lewra mana Esed li Sûriyê eşkere ji me re dibêje: ew a nêle rejîma Esed hilweşe, hemmezhebiya serokê Sûriya ye ligel komara îslamî ya Îranê, herwiha li gel Huzbulah a Lubnanê, ew yeke jî ne veşartî bû ku Huzbulah bi eşkere hêz bire Dîmeşqê û nehîşt ew bajar di metirsiyê keve, bi heman şêwe li Îraqê jî paş ku DAIŞê Mûsil dagîrkirî ewê bi asanî bigîştana Bexdadê, lê a ku nehîşt Bexdad bikeve destê terorîstan, hevmezhebiya hukumeta Bexdadê bû ligel komara îslamî a Îranê, ne Emerîka bû.
3- Heger em bi rengekî din vê hevkêşê bixwînin, gereke em bipirsin: gelo bo çi DAIŞ karî bi asanî karî Mûsil dagîr bike, lê nekarî Amirlî dagîr bike? Sedem ew e ku erebên sune yên Îraqê li rêxstina terorîstî a DAIŞ wek rêkxraweke sune temaşe dikin ne wek terorîst, baştirîn nimûne jî xweradestkirina bingeheke leşkerî a firqeyeke dina îraqî bû li Hît li sinûrê parêzgeha Enbarê berî çend rojên borî, wate heger Emerîka bixwaze li ser bingeha teror û dijî terorê vî şerî pênasebike wiha ev şere rê bi wê pênasê nade.
4- Ka em bipirsin: çima Şenga û Celewla hatin dagîrkirin? Ji vê jî zêdetir çima azadkirina wan demê dixwaze û ne biasane?bersiva vê jî bo wê yekê vedigere ku ew navçane û derdora wan navçana tevhevin û erebê sune berî her aliyekî biryara xwe daye ku gereke xwe bide kêleka sune, lewra û di vê goşeyê de û bi hevkariya êlên ereb li wan navçana (ku kurdan bawer nedikirin erebên sune bi wî corî reftarê bikin û xiyanetê li pêkvejiyana aştiyane bike) wan karîn wan navçana dagîrbikin, vêca ji ber ew navîane kûratiyeke cografî a tevhev heye lewra bo asteng ku pêşmerge nikaribe bi asanî rizgarbike, van bûyeran kurd jî gehandine wê baweriyê bitaybet paş jînosaydkirina êzdiyan û koçbûna wan diyardên biecêbtir li pê xwe anîn, ew jî ew bû ku heta hukumeta Bexdadê jî wek pêwîst alîkariya pêşmerge nekir herwiha alîkariya Hukumeta Herêma Kurdistanê nekir daku rewşa koçberan asantir bike, ev yeke gîşte wê astê ku xaton Viyan Dexîl li nav Civata Nûnerên Îraqê bi girî serinca hemû cîhanê I bo karesata kurdên êzîdî bihejîne, lewra van bûyeran ji kurdan re selimand ku ji bilî kurd û yekbûna kurdan tu hêzeke din nikare kurdan biparêze raste di ev şerê nêvdewletî a fereha li dijî terorê kurd û hêza pêşmerge pêwîstî bi alîkariyên locistî û leşkerî a welatên hevpeymana heye, lê ew a li ser erdê dikare kurdan biparêze tenê îrada kurd û lola tivingê pêşmergeye.
5- Ev baweriye di şerê Kobanê de çarçovê tiyorî de kete piraktîkê, ji ber ku derket take aliyê bikare piştgiriya Kobanê bike, îradeya kurd e li her çwar parçên Kurdistanê, lewra her li destpêka şerê Kobanê rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku bergirîkirin li Hewlêr û Kobanê tu cêwaziyek tuneye û li ser astê cêwaziyan jî wate hewildan ji bo dîtina rêyekê daku alîkariya şervanên Kobanê were kirin, paş ew banga serokê Herêma Kurdistanê, hewlên ji bo piştgiriya Kobanê li ser sê astan hatine pêş:
- Li ser astê hestê kolanê bo piştgiriya Kobanê ku hemû bajarên Rojhilat û Bakur û Başûrê Kurdistanê bi xwe ve girt, ev hestê xwerisk bi corekî ji dayik bû ku ew bang û diroşmên me ji Amedê dibîstin heman ew bangbûn yên me ji Zaxo, Duhok, Hewlêr, Silêmanî, Xaneqîn, Mehebad û Kirmaşan û bajarên din Rojhilatê Kurdistanê dibîstin, vê yekê jî bingeheke nû peydakir ji bo rewşeke nû hum li ser astê nêvdewletî û hum li ser astê hundirê hemû Kurdistanê.
- Coreke din jî berjewendiyên partatî bû, mifa wergirtin ji rewşê ji bo bikaranîna ew hestê niştimanî dixizmeta berjewendiya tenga partatiyê de û çêkirina nifoza siyasî li ew navçeyên ku wan partiyên tu nifozekî siyasî lê tune, vê corê gef li ser yekîtiya peyva siyasî a kurd dirust kir, lê lojîka serok Barzanî û serkirdatiya siyasî a Herêmê ji wan berjewendiyan mezintir bû.
- Hewla sêyemîn ku kesatiya serokê Herêma Kurdistanê serpereştî dikir, li ser sê astan bû, yekemûn bi ew sîfeta ku serokê Herêma Kurdistanê fermandê giştî a hêzê pêşmergê Kurdistanê ye û yekser ligel oda operasyonên hevbeş bi hevpeymanan re pêwendî heye ji bo çawaniya dariştina şerê dijî terorîstên DAIŞê li Kurdistanê, wî pir hewil dan ku hevpeyman êrîşên esmanî bo ser terorîstên DAIŞê li derdora Kobanê destpêbikin, ev yeke jî hate kirin, herwiha hewil dan bû ji bo gehandina kelûpelên leşkerî bi rêya esman bo Kobanê ev jî çêbû, hewla duyem a Barzanî axaftin bû bi Turkiya re ji ber ku Kobanê tenê rêyek hebû ew jî sinûrê Turkiya bû, daku sinûr veke, hum xelkê sivîl ji Kobanê bigehin Bakurê Kurdistanê, hum jî rê bide koçberên Kobanê werin welatê xwe li Başûrê Kurdistanê, hewla sêyem a Barzanî hewil dan bû ji bo rêkeftinekê di navbera aliyên siyasî yên kurdên Rojava, ev jî wek me di çend rojên borî de dît rêkeftina Duhokê hate îmzekirin û paşê biryar hate dayîn ku pêşmerge ji bo alîkariya birayên xwe bên şandin bo Kobanê.
6- Heger em her di vê çarçovê de helwîsta komara Turkiyê li hember DAIŞ helbisengînin, ew pirsyare tê pêş ku gelo em dikarin çi xwendineke hûr ji bo bikin? Bêgoman helwest kirin li ser siyaseta Turkiya li hember DAIŞê zelaltir rastiyan ji me re derdixe, ji ber ku eger temaşeya van dawiyên turkiya bikin ku zelal bi hevpeymanên NATO û herwiha zelaltir ji serok û rêveberiya Emerîka re ragihand, em ê hest bikin ku ewqas Turkiya ji rûyê mezhebê sune temaşeya hevkêşeyên siyasî dike ewqas wek dewletek temaşeya wê hevkêşê nake ku zêdetir ji 50 salan endamê NATO ye û kandîde ji bo endametiya Yekîtiya Ewropa, lewra di vî alî de pir bi asan em têdigehin û Turkiya jî veneşartiye, ku Îxwan Muslimîn û rêxstina DAIŞ ji rejîmeke wek Esed baştir dizane, herwek çawa li Misrê jî hukumraniya Îxwanan ji helbijartina Ebdulfetah Sîsî bi baştir zanî, paş dûrxistina Muhemed Mirsî serokê Misrê ku Îxwan bû, niha jî pêwendiyên Turkiya û Misrê ne asayîne, lewra Turkiya dixwaze encamê vî şerî gorîna rejîma Esed be, ne bo hukumraniyeke demokrasî belku ji bo hukumraniyeke ku ji Îxwan Muslimîn ve nêzîk be, her li ser vê bingehê jî dixwaze Kobanê bikeve daku hevpeyman razîbin mercên Turkiya besend bikin.
Ev bagrawinde giring bû daku em ji vê cemserbendiya hevkêşên navçeyê û li têrwanînên toxmên nav vê hevkêşê têbigehin, renge wiha were hest kirin ku ev şaşiya bi hesab di nav nexşa SayksPîko berê hest pê nehatiye kirin, di bersiva vê de jî em dibêjin: berî damezrandina Komela Gelan, hest bi wê yekê hatiye kirin ku nexşa SayksPîko aştiya mayinde drustnake, heta li dijî 14 xalên Wordo Wêlsin serokê wê demê yê Emerîka bû, lewra her li wê demê hewil hat dayîn ku nexşeyeke din ji bo navçeyê were dariştin ku bi nexşeya Loransa Erebî naskiriye û di wê nexşeyê de hesab ji bo wê cemserbendiyê hatiye kirin ku niha xwariskî rengvedaye, lê berjewendiya wê demê dewletên mezin wek Ferensa û Berîtaniya, SayksBîko cêbcêkirin û bo mawê sedsalekî gelên navçeyê baca wê dan, lewra niha ku şerê terorîstên DAIŞê li ser erdê nexşeyeke din çêkiriye, wiha gereke li ser ew nexşeya nû kar were kirin, heger we nekin, heta heger hevpeyman di cengê terorîstan de biserkevin, lê ew ê di şer de derdin.