• Friday, 17 May 2024
logo

Bihara Kurdistanê Ji Payîza Terorîstan Destpêdike

Gulan Media October 18, 2014 Raport
Bihara Kurdistanê Ji Payîza Terorîstan Destpêdike
((Dibe di her demekê de pişt bi Emerîka were girêdan, lê piştî ku hemû bijardeyên xerab werin taqîkirin))
Wêniston Çerçel

Stratîjiya nû a Obama ji bo avakirina hevpeymaniya nêvdewletî li dijî terorîstên DAIŞê li Sûriya û Îraqê, tenê stratîjiyeke ku ji esmên ve çalakiyên terorîstan sinûrdardike, lewra ev stratîjiye ji bo nehîştina terorîstên DAIŞê pişt bi fakterekî giringtir ji hêza esmanî girêdide, ku ew jî hêza pêşmergê Kurdistanê ye yan wek pisporên xwendinên ewlehî û bergiriyê li ser astê navendên vekolînan amajê pê dikin ew hêzên wek hêza pêşmergê Kurdistanê dikarin rûbirûyê terorîstan bibin û pêwîstiya wan bi alîkariyên leşkerî locestî û meşq û rahênanê heye.

Ew a heta niha me di vê derbarê de bîstî, tevî ku hinek vekoler behsa meşq û rahênana opozisyona Sûriya (Leşkerê Azad) dikin yan amajê bi dobare çekdarkirina êlên erebên sineyên Îraqê dikin li ser şêwazê Sehweyên jeneral Petiryos, lê ji bilî pişt girêdan bi hêza pêşmergê Kurdistanê, ew ên din bi goman tên temaşekirin yan di baştirîn halet de bi vî corî tê behs kirin ku renge piştgirîkirina opozisyona Sûriya û bi çek kirina êlên erebên Sune metirsiyên din li du xwe bînin û berî ku şerê terorê bi dawî bibe coreke din a nearamiyê li seranserî navçeyê peydabibe, lewra di vê haletê de û heta niha temama endamên hevpeymaniya nêvdewletî ji bilî welatên erebî, take hêza serekî li ser erdê û qada şerê dijî terorîstên DAIŞê temaşebikin hêza pêşmergê Kurdistanê ne.

Vekoler û pisporên ewlehî û bergiriyê ji vê rastiyê têdigehin û piştrastin ku bereya terorîstan ne tenê bereyê şer e ku di şiyan de be tenê bi êrîşa leşkerî dawî pê bê, ji ber ku terorîst wek aydiyolociyeke tundrê şiyana bi xwe berhemanîn û xwe nûkirinê heye, ji vê jî zêdetir şiyanên liveke dînamîkî a ferh hene ku dikarin destê xwe bigînine pir cihan di nav dilê rojava de, ev destgiheştine bo navendên rojava û dest neparastina cihên giştî û xelkê sivîl û hewila dan ji bo belavkirina tirs û toqandinê di nav welatiyên rojava de pêwîstî bi wê yekê heye ku li ew navçeyên çavkaniyên berhemanîna terorê cihê xwe heye û ev cihê cografî şiyana wê yekê hebe ku rê nede terorîstan ku aramî jêre peydabibe yan bibe pira tiranzît ji bo derbazbûna terorîstan.

Di vê derbarê de jî wek vekoleran derxistiye ku jîngehek delîfeyê nede li ser astê millî û paşê hukumî ji bo terorîstan dirust bibe, tenê astê millî û hukumî a Herêma Kurdistanê ye, lewra tunebûna hevsoziyê li gel terorîstan û bawerî nebûna kurdan wek netewe bi kiryar û keltora tundûtîjiyê di nav yekrêziya gelê Kurdistanê rengdaye, herwiha li Herêma Kurdistanê fereyî û azadiya baweriya siyasî li pêşe tevî ew cêwaziyên zor ku di navbera partiyên siyasî û temama pêkhateyên gelê Kurdistanê de heye, lê hemû di wê xalê de hevdudigrin ku ew jî dijatîkirina teror û tundûtîjiya siyasî ye.

Vê yekê bingeheke baş dirustkiriye ku cîhan bi stratîjiyeke nû hizir di şerê terorîstan de bike, heger hêza pêşmergê Kurdistanê li hember terorîstan nesekiniya, wiha carek din wê cîhanê nekarîba hizir li avakirina hevpeymaniyeke nêvdewletî li hember terorîstan bikira ev jî wê rastiyê bi temamî piştrast dike, helwêsta Emerîka welatên NATO ye li Efganistanê, ku eşkere wan rastiyan berceste dike ku terorîstan çawa cesteyê rojavayiyan ji rojhilat û rojhilata naverast qutkiriye, di nav ev cihê cografî a fereh de di gel wan aliyan ku bi xwe dibine qurbaniyên destê terorê lê ew bi xwe jî nabine hevpeymanên rasteqîne yên Emerîka û rojava ji bo rûbirûbûna terorîstan, di vê çarçovê de ji rojhilata naverast heta digehe asiya naverast ji bilê Gelê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê hevpeymanekî rasteqîne di şerê dijî terorê di çarçovê hevpeymaniya nêvdewletî a dijî terorîstê Qaîde û DAIŞê tuneye.

Pênasa Serketinê Di Stratîjiyeta Hevpeymana Nêvdewletî Bo Şerê Dijî Terorê De

Barak Obama di stratîjiya nû a dijî DAIŞê de, ew wek (Seretan û Vayros) bi nav kirin, ev jî wate werema seretanî pêwîstî bi tamar kişandinê heye û rêgirtin li pêş belavbûna vayrosê pêwîstî bi amîrên bergiriyê heye, herwek çawa laşê miro amîrê bergiriyê heye, lewra di herdu haletan de heger em terorîstan wek seretan pênase bikin yan wek vayros, wate şêwazê muamelekirinê li gel ew seretan yan vayrose wê pênasa serketinê diyarbike, wek çawa di piroseya neştergerî û çareserkirina nexweşiyê de, pênasa serketina neştergeriyê girêdayî ye bi astê rizgarbûn ji nexweşiyê ne giranî û sivikiya neştergeriyê, ji vê jî giringtir ew e ev stratîjiya nû ji bo encamdana operasyona leşkerî dijî terorîstan ji aliyê serokekî Emerîka ve hatiye danan, ku bi dijatîkirina şerê Îraq û kişandina leşkerê Emerîka ji Îraq û Efganistanê du caran li ser hev dergehê koşka sipî jê re vebû, herwiha serokekî ev biryare daye ku gomana mezin li ser pênasa serketinê di stratîjiyeta serokê berî xwe de hebû, ku ew jî Corc Dbilyo Boş bû.

Ji vê jî zêdetir rexneya serekî li ser stratîjiyeta rêveberiya Corc Debilyo Boş di her du şerên Îraq û Efganistanê de ew bû ku serok Boş karî di cengê de bi ser keve lê di şer de derda, mebest ji vexwerin di cengê û derdan di şer de ew e: raste rêveberiya Boş karî Mîrgeha Talîban li Efganistanê û rejîma Sedam Husên li Îraq hilweşîne, lê paş van şeran tu bernameyek ji bo bunyatnana Îraq û Efganistanê tunebû daku wek dewletên hevçerx bikarin baweriyê bi demokrasî û bihevre jiyana navbera pêkhatên cuda yên herdu welatan de hebe.

Ew a di stratîjiyeta nû a serok Obama de ji bo pênasa serketinê berceste dibe, ew e ku wataya serkeftinê çawaniya rêxistina sîstema dewletdariyê ye li Rojhilata Naverast bi giştî û li Sûriya û Îraqê bi taybetî, di vê çarçovê de jî heger em hûr tir bala xwe bidinê xuyadibe ku gavên serok Obama berî ragihandina stratîjiyeta xwe a nû wek merc girêdabû bi avakirina hukumeta nû a Îraqê, ji vê jî zêdetir şêwazê hukumeta nû a Îraqê diyarkiribû ku gereke hukumeteke bingeh fereh a niştîmanî beû hemû pêkhate têde beşdariyê bikin û rengvedana îrada pêkhatên cuda yên Îraqê be daku li ser erdê hevpeymaniyeke nîştimanî di çarçoveya Îraqê de ji bo rûbirûbûna terorîstan dirust bibe.

Heger em li vir carek din ew merca pêşwext a stratîjiyeta nû a Emerîka li hember Îraqê û hukumeta nû a Ebadî helsengînin, wiha em ê hest bikin ku hukumeta nû a Îraqê gereke wê watayê li xwe bigre ku Îraq wek dewletekî federalî pênasebike û ev dewleta federalî bi astekî taybetmendiyên pêkhateyên cuda li ber çav bigre ku bikare li ser erdê pêkhateyan bi hev re bê tirs û zorlêkirinê kombike. Armanc ji van gavan li Îraqê bingeh xweşkirine ji bo dîtina rêçareyekê daku bibe kilîtek û kêşa Sûriya jî pê were vekirin, sedema vê jî ew e ku pêkhatên Sûriya (Elewî û Sune û Kurd) carek din nikarin di nav sîstema hukumraniya kevin a Sûriyê de bi hev re bijîn herwiha nikarin bi bê li ber çav girtina temama taybetmendiyên Elewî û Sune û Kurd gerentiya wê hebe ku Sûriya wek welat bimîne.

Anku ev rewşe watayeke nû ji bo pênasa serketinê di vê stratîjiyetê de dirust dike, di heman dem de jî vê pirsyarê diazirîne: bi çi mîkanîzmekê ew deskeftane bidest dikevin û çawa tên parastin? Her bû nimûne: heger armanc ji ev stratîjiyeta nû a Obama ev bin:

1- Ji kokê kişandin û şikandina terorîstên DAIŞê û dawî anîn bi dewleta îslamî.
2- Mana Sûriya û Îraqê wek du dewlet bi ev nexşa siyasî a niha.

Wiha bidest xistina van du armancan û parastina wan pêwîstî bi mîkanîzma nû a muamelekirinê heye di ev rewşa siyasî a niha li Sûriya û Îraqê û li ber çav negirtina ev rewşa siyasî a niha dobare pênasa serkeftinê bê wata dike.

Bonyatnana Dewletê Û Şerê DAIŞê

Pirofîsor Kîns Polak serokê navenda Saban li şîretgeha Brokîngiz, di dawî gotara xwe de derbarê çawaniya gîştin bi serketinê di şerê terorîstan de, bi zelalî pêçiyê xwe daniyê ser kêşê û tekezê dike ku piroseya serketinê di şerê dijî terorîstên DAIŞê ji piroseya bunyatnana Îraq û Sûriya naayê cudakirin, xuyaye jî ku mebest ji bunyatnanê, bunyatnana herdu dewletên Sûriya û Îraqê ye wek du dewletên hevçerx ku têde pêkhateyên cuda yên herdu welatan bi karin bi aştî bi hev re bijîn.

Plak sebaret bi Îraqê nêrîna wî wihaye ku rêveberiya Obama di dema tekez li avakirina hukumeteke nû a Îraqê bi serokatiya Dr. Heyder Ebadî dikir wek hukumeteke bingehfereh a niştimanî gaveke rast avêt, lewra giringe ji bo Sûriya jî hizir di heman gav de bike, ev jî bi wê watayê ku ji aliyê siyasî ve çareseriyekî ji kêşa Sûriya re bibîne û sîstema hukumraniyê a kevin a Esed biguhêre û bike sîstemeke rengvedana pêkhatên cuda yên gelên Sûriya, di vê derbarê de wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf di semînarekê de li şîretgeha pêwendiyên derve li Waşintonê tekez li wê yekê kir ku Komara Îslamî a Îranê piştgirî li ew gorankariya siyasî dike ku gelê Sûriyê bi xwe biryarê li ser bide, ne ku çareseriyek bi ser de were çespandin.

Sebaret bi hukumeta nû a Îraqê jî daku bikare di wî astî de Îraqê wek dewletek rizgar bike, Pirofîsor Mark Sîferz vekolerê bilind di şîretgeha Waşintonê bo xwendinên rojhilat di gotarekê de bi navnîşana ((Pend Wergirtin ji Şaşiyên Malikî)) nivîsandiye: ((Hukumeta Ebadî serketî dibe heger şaşiyên Malikî dobare neke, herwiha Emerîka jî mifayê ji şaşiyên Malikî wergre û rê nede carek din dobare bibe)). Ew şaşiyên ku Pirofîsor Mark destnîşankirine, bûye sedema ku erebên Sune werin piştguhxistin û kurd jî weka mana li gel Îraqê wek herêmeke federal di çarçoveya Îraqê de ne omêd be û neçar be biryara serbixweyîyê bide.

Heger em ji ev xala pirofîsor Mark destnîşankirî şirovebikin, em ê hest bikin ku wî bi ronî destê xwe daye ser kêşê û wê tîne bîra me ku çawa serokê Herêma Kurdistanê paş ku ji hukumeta Malikî ne omêd bû ku pabendî tu ji belênên û îmzeyên xwe nebû, serokê Kurdistanê neçar dibe vê pirsê rûbirûyî gelê Kurdistanê bike û gelê Kurdistanê bi xwe biryara xwe bide.

Ev hoşdariyên nû yên ku ji gotar û vekolînên niha derdikevin, amajeye bo wê yekê ku rêvebiriya Emerîka hest bi wan şaşiyan kiriye ku rêveberiya yekem û nîvê yekê a rêvebiriya duyem di siyaseta li hember Îraqê encamdaye, lewra heger siyaseta rêvebiriya Obama wek dawî armanc bo Îraqê, mana Îraqê be bi yekperçeyî, gereke wan sedeman çareserbike ku di serdemê hukumraniya Malikî de bûne sedema bi dawî bûna Îraqê, çareserkirina wan sedeman jî bi van xalan tê kirin:

1- Gereke pêkvejiyana bi zor û neçarbûn bo mana li jêr zolim û zoriya hukumeta navendî were guhartin bo pêkvejiyana arzaûmendane di çarçovê hukumeteke federal de ku hemû pêkhate bi hukumeta xwe bizanin.
2- Gorîna bilind destiya pêkhateyekê bi ser pêkhateyên din de ji bo hevsengiya navbera pêkhatan de û piyadekirina vîtokiratî li cihê zorîneya siyasî ku dibe destpêkek bo derketina dîktatoriyeta zorîne.
3- Ev core hukumetê federaliye li ser du bingehan serketî dibe, yekem: dabeşkirina deshelatan û Duyem: dabeşkirina dahatanji vê jî giringtir ew e nabe çavkaniyên dahatê bibe kertek ji bo guvaşa siyasî ku hukumet li dijî herêman bikarbînewek ku hukumeta navendî a Bexdayê li dijî Herêma Kurdistanê bikaranîye.
4- Şêweyê dabeşkirina deshelatê gereke di çarçoveyê destûra Îraqê de be û deshelata hukumeta federal sinûrdar be û deshelata herêman fereh be, ev deshelata fereh li gor ev rewşa nû ku peydabûye, gereke ji bilî hêzên asayîş û polîs wek hêzên navxo, hêzên zêrevaniyên herêman jî bi xwe ve bigre di çarçovê sîstema bergiriya Îraqê de daku her herêmek bikare di parastina herêma yan navçeya xwe de rol hebe.

Bihara Kurdistanê Û Payîza Terorîstan

Li ser erdê bereyên şerê di navbera Hêza Pêşmerge û terorîstên DAIŞê de, niha hevkêşî bi vî corî ye ku pêşketinên terorîstan hatin seknandin û paşvediçin û pêşmerge di pêşketinê deye û wan navçeyan azad dikin ku berê terorîstên DAIŞê dagîrkiribûn, ev hevkêşeye di qada şer de amajeye ku terorîstên DAIŞê roj bi roj zêdetir tên dorpêçkirin û hêza pêşmergê Kurdistanê jî roj bi roj bihêztir û şarezatir dibe.

Aliyeke din a werçerxanê li qada şer ew e ku cîhan gihîştiye wê baweriyê pêwîste hêza pêşmergê Kurdistanê bibe xudan çekên giran û meşq û rahênana pêwîst, dobare binyatnana heykelê hêza pêşmerge û ji vê zêdetir nasandin ji aliyê hukumeta Îraqê ve wek beşek ji sîstema bergiriya Îraqê, ev danpêdana cîhanî li ser astê nêvdewletî û danpêdana hukumeta Îraqê li ser astê lokal, amajeye ku ew deme bi dawî bû ku pênaseya sîstema federalî a Îraqê pênaseyeke lestîkî be û navend li gor berjewendiyên xwe wê şirovebike, zelaltir pênasa federalîzimê berev wê yekê ve gavan davêje ku di çarçoveya Îraqê de çi mîkanîzmekê were piyadekirin, ku bibe sedema ku kurd bikarin arezûmendane di çarçovê Îraqê de bimînin? Ev heger gava yekemîn be û bingeh sazkirin be ji bo çareseriya ferehtir a kêşeya kurd li ser astê navçeyê, wiha bi serketina kurdan li Başûrê Kurdistanê rewş tê guhartin ku çareseriya wek a li Başûr ji bo beşên din jî were dîtin, ev piroseye ku li gel şikandina terorîstên DAIŞ û payîza temenê wan roj bi roj nêzîk dibe, di heman dem de bihara hemû kurdistaniyan jî bi hev re destpêdike.
Top