Wek şerê sar şerê terorîstan jî wê li Kurdistanê bi dawî bibe
Şerê dijî terorîstên DAIŞê wek şerekî nêvdewletî li 2 Aba derbazbûyî bi şêweyekî fermî dest pê kir, her ji wê demê ve hewlên ji bo avakirina hevpeymaniyeke nêvdewletî û girêdana kongreya Parîsê destpêkir û biryare li dawiya meha bê kongreyeke din wek a Parîsê li Bona paytexta Elmaniya were sazkirin, ev jî wate heger şerê nêvdewletî a terorîstên Qaîde li Newyorkê destpêkiribe wiha şerê terorîstên DAIŞê li Başûrê Kurdistanê destpêkiriye û çavê hemû cîhanê jî li wê yekê ye ku ew şer e her li Kurdistanê bi dawî bibe.
Pêşmerge Dîwarê Tirsê hilweşand Û Deriyê Omêdiyê Vekir
Cografiya Kurdistanê beşeke ji cografiya Rojhilata Naverast, di ev cografiya fereh de tenê Kurdistan navçeyeke ku hizra terorîstî û tundiyê têde geşnabe û axa wê terorîst têde şîn nabin. Heta bigre bi dirêjiya şoreşên Kurdistanê yên di rûyê zolim û sitema dagîrkeran de karvedana kurdan li hember teror û terora dewletê karvedaneke wiha nekir û her dem xebata çekdarî ji karê kuştina dîl û welatiyên sivîl cuda dikir vê yekê jî ew nasnama mirovatî bi Pêşmerge pexşî ku li ser astê navçe û cîhanê Pêşmerge wek hêzeke azadîxwaz bê temaşekirin heta ji aliyê wan miletan ve ku rejîma wan kurd tepe ser kirine bi çavê rêzê li pêşmergan dinêrin.
Ev kiltore tevî ku jêder ji şoreşên kurdistanê dîrokeke kevin heye lê digel destpêka şoreşa duyê a Barzan di germa şerê duyem a cîhanê de, pêşveçûneke nû di hizir kirina şoreşgêrane a navbera gelan de çêbû bi taybet di navbera gelê Kurdistanê û gelê Ereb, ji ber ku şoreşa duyem a Barzan dijî wê rejîmê bû ku piraniya erebên Îraqê têde hukumranî dikir, ji vê jî zêdetir di wî serdemî de heta şerê navbera dewletan jî bi corekî ji coran şerê di nabera gelan de bû û têde leşker û welatiyên sivîl bi yek çav dihatin temaşekirin, heta heger em vegerin dîroka şerê duyem a cîhanê, wiha bi eşkere em ê hest bi wê rastiyê bikin ku di nêrîna her Elemaniyekî de her welatiyekî Sovîyet (Stalîn)ek bû û di nêrîna Rûsiyan de jî her welatiyekî Elemanî (Hêtler)ek bû, lê heta di wê demê de jî şoreşa Kurdistanê guhartinek di vê nêrînê de çêkir û şerê azadîxwaz û rejîmên dagîrker ji şerê gelê Kurdistanê û gelê ereb cuda kir. Ev kiltore di şoreşên din de zêdetir berceste bû, bo nimûne di şoreşa Eylolê de ku ew jî her ji aliyê Mistefa Barzanî ve dihate rêberîkirin, paşê rejîma Beis di salên heftiyan de û di bin siya danûstanên di navbera şoreş p Bexdayê de hewla terorkirina Barzaniyê nemir da lê bi ser neket, şoreşa kurdistanê karvedaneke bi vî şêweyî li hember ereb nebû, ji vê jî hovanetir paş ku li destpêka salên heştiyan Beis kurdên Feylî enfalkirinû koçî Îranê kir û piştre 8000 Barzanî girt û komukuj kir, dîsa jî kurdan berê xwe neda komkujî û reşkujiyê, ji hemûyan zêdetir Beis Helebçe kîmiyabaran kir û 182 hezar kurd enfalkir, lê serkirdatiya siyasî a Kurdistanê ne tenê tolvedan nekirin belku li sala 1991ê bi dehan hezar serbazên ereb ketine destê pêşmerge û xelkê Kurdistanê ew hemû azadkirin û ji xudana re şandin.
Destnîşankirina vê dîrokê destnîşankirina wê kiltorê ye ku li nav cografiya Kurdistanê de cihê hizira terorîstî û cihê terorîstan têde tuneye, lewra li gel êrîşa terorîstan bo ser Başûrê Kurdistanê û rûbirûbûna pêşmerge li hember terorîstan, ji cîhanê re silimand ku şerê Kurdistanê bi terorîstan re cuda ye ji şerên navçeyên dûr û nêzîk, her wek nimûne:
1- Hêzên hevpeymaniya NATO bi giştî û Emerîka bi taybet li welatên Rojhilata naverast (bi beşê Îraqê yê erebî ve) ketina nav du hizir û boçûnên dijber, wate raste erebên Şîe li Sûriya û Îraqê li dijî terorîstanin, lê ew jî wek terorîstan bi heman çav temaşeyî hêzên Emerîka û NATO dikin ev nêrîne jî hemû welatiyên kolana siyasî a erebî ji kendavê heta bi eqyanosê bi xwe ve digre.
2- Ew dema hêzên Emerîka li beşê erebî a Îraqê hebû, ne tenê ji aliyê terorîstan ve êrîşî van hêzan dihat kirin, belku di nav erebên Sune û erebên Şîe de hêzek hebû bi navê berxudana li dijî dagîrkeran bi heman şêwe êrîşî hêzên Emerîka dikirin û li ser astê siyasî bi eşkere bingeh ji bo handana li dijî dagîrkeran sazdkirin.
3- Eger em li rewşa Sûriya binêrin, em ê bibînin ku hêzên rejîma Esed û hevpeymanên wê yên hudir û herwiha hevpeymanên din yên wek Hizbulah û ew dewletên hevkariya rejîma Esed dikin, bi eşkere ji Emerîka re dibêjin Şeytanê Mezin, herwiha terorîstên DAIŞ û tundrewên Bereya Nusre jî ku ew jî ji aliyê çend dewletên dostê Emerîka ve tên piştevanî kirin bi hema şêwe Emerîka wek Şeytanê Mezin bi navdikin, lewra her çiqas karesatên mirovî yên mezin li Sûriya yan beşê erebî yê Îraqê çêbibin, hêzên nêvdewletî bi giştî û Emerîka bi taybetî nedikarîn biryarê bidin daku werin nav rewşê, sedema serkî jî ew bû ku hizirkirina erebî bi Sune û Şîe ve li hember Emerîka ji helwêst û hizirkirina terorîstan li hember Emerîka ne baştir bû, lewra ketina Emerîka bo nav kêşê yan destêwerdana nêvdewletî li şûn ku hevkariyek be ji bo çareserkirinê dibûye feqek ji bo hêzên Emerîka û NATO.
4- Heger em di vê çarçovê de temaşeyî ezmûna Başûrê Kurdistanê bikin, wiha di demê nêzîkî 11 salan de paş piroseya azadkirina Îraqêli sala 2003ê heta bi niha, ne tenê serbazekî Emerîka li Kurdistanê nehatiye kuştin, lê birîndar jî nebûye, ji vê jî zêdetir Kurdistan navçeyekî aram û tena û lêborde bû ji bo pêkve jiyana ol û neteweyên cuda
Wate destnîşankirina van xalan bersivdana wê pirsyarê ye: Ji bo çi Kurdistan di çavê nêvdewletî de hêla sor e û nabe terorîst tirsê li ser ew cografiya Kurdistanê peydabikin? Bêgoman ew hatiye selimandin ku Kurdistan take cihe li Rojhilata Naverast û heta li cîhanê ku teror û terorîst cihên xwe têde nabe.
Di vê rewşê de û paş dagîrkirina Mûsil û Tekrît û beşek ji diyala û damezrandina dewleta xîlafeta îslamî a DAIŞê li Îraq û Sûriya bi temamî hevkêş yek alî bû ku take hêz bikar rûbirûyî DAIŞ bibe hêza pêşmergeyê Kurdistanê ye, di heman dem de serkirdatiya siyasî a Kurdistanê bi eşkere ji cîhanê re ragihand ku pêşmerge wê li pêşiya terorîstan bisekine tevî ku şiyanên pêşmerge bi hevberkirin li gel şiyanên leşgerî yên terorîstan bi taybet li paş hemû ew çekên Îraq û Sûriya kete dest terorîstan şiyanên pêşmerge sinûrdar û pêwîstî bi hevkariya nêvdewletî heye.
Ev daxwaza Başûrê Kurdistanê (berî êrîşên terorstî bo ser Kurdistanê) li navendên vekolînan piştevaniyeke temam lê dihat kirin û heta bû babeta rûniştina komîta leşkerî a Kongresê ji bo çawaniya rûbirûbûna terorîstên DAIŞê, lê gîştin bi biryarê û ew vekolîn bibine kirdar û hevkariya pêşmerge were kirin, tirsek bû li cem Emerîka ku ew tirse jî hinek sedem hebûn yekemîn ew bû ku alîkariya yekser a pêşmerge hinekî din Kurdistanê ji Îraqê dûr dixe sedema duyê jî ew bû ku tu bawerî bi hukumeta Bexdayê nemabû heta alîkariyê bikin, lê hemû boçûn di wê arasteyê de bûn ku take rêka rûbirûbûna terorîstên DAIŞê vekirina pêwendiyên yekser teve Hewlêrê ye ne Bedayê, terorîstên DAIŞê jî daku vê rewşê bişêwînin û bi hesabê wan çawa hêzên Îraqê xwe di dest wan de berda bi heman şêwe hêzên Pêşmerge jî wê xwe di dest de berdin, ew hizir bo sedem ku DAIŞ êrîş bibe ser hinek navçeyan wek Mexmûr û Guwêr û Zimar û Şengal, tevî ku DAIŞê karî Şengal û Zimar û Mexmûr û çend gundên wan deveran jî dagîr bikin, lê helmetên pêşmerge û ragirtina êrîşên terorîstî a DAIŞê û şikandina êrîşên wan li çiyayê Şengalê, Emerîka anî ser wê baweriyê ku êdî nabe çav li rêya Bexdayê bin û li hember gefên rasteqîne yên terorîstên DAIŞbo ser Kurdistanê bêdeng bin.
Ev berxudana pêşmerge ku karî êrîşa çekdarî a DAIŞê bisekinîne, di demekê de bû ku pênc firqeyên leşkerî yên Îraqê nekarîn li hember DAIŞê bisekinin, herwiha di demekê de bû ku çend firqeyên leşkerê Esed temama parêzgeha Reqayê ji dest dan, lewra hebûna vê îradeyê û ev berxudana pêşmerge, dergehê omêdiyê vekir ku cîhan dikare carek din ji Kurdistanê şerê terorîstan bike û ji Kurdistanê terorîstên DAIŞê ji nav bibin.
Stratîjiyeta Nû Ya Obama Û Hevpeymaniya Nêvdewletî
Bi serincdana ew stratîjiyeta nû a Obama ku Kongresê piştgrî lê kir, herwiha hevpeymaniya nêvdewletî a ku ji 40 welatan peydabûye wiha bi zelalî hest bi wê tirsê tê kirin ku welatên navçeyê û Ewropa û cîhanê li hember navçeya Rojhilata Naverast hest pê dikin.
Xala cewherî û giring ku di naveroka stratîjiyeta Obama ji bo rûbirûbûna terorîstên DAIŞê li xwe digre, tekez kirine li ser êrîşên esmanî bi firokeyên şer û firokeyên bi firokevan û şandina şîretkarên serbazî di gel çek û teqemeniyê, heta niha di nav hevpeymanên nêvdewletî de tenê Firensa hatiye nav beşdarîkirin di êrîşên esmanî de û ew ên din tenê haziriya xwe nîşandane ku çek û şîretkarên serbazî bişînin.
Heger ne ji ber Başûrê Kurdistanê baya ku hêza pêşmerge li ser erdê rûbirûyî terorîstan dibe û ew hêza ku xudan navûdengekî mezine, wê demê ne Emerîka û ne dewletên hevpeyman jî nedikarîn wan gavên niha jî bavêjin.
Aliyekî din ku pêwîste were baskirin ew dewletin ku bûne beşek ji hevpeymaniya nêvdewletî , ew dewletin ku hineka ji wan bi eşkere beşdarî kirine û beşek din bi nihênî beşdarî dikin, heta ew ên ku bi eşkere beşdarî kirine naxwazin bi eşkere beşdariyê di şer de bikin her wek nimûne: li gor gotareke Con Altirman vekolerê bilind yê şîretgeha xwendinên nêvdewletî yên stratîjî (CSIS), Seûdiye haziriya xwe nîşandaye ku tenê beşdariyê di operasyona Sûriya de bike ku renge mebest Bereya Nusre be.
Aliyekî din a stratîjiyeta Obama êrîşkirine bo ser navçeyên aram yên DAIŞê li Sûriya, ji bo vê yekê jî îdareya Obama heta niha baweriya wê wihaye ku ji bo van êrîşan tu hemahengiyekê bi rejîma Esed re nake û rejîma Esed jî hoşdarî daye ku ew firokeyên bê hemahengî êrîş dikin ser DAIŞê li Sûriya wê ji aliyê hêzên esmanî yên Sûriyê ve werin pilemarkirin!
Ew a ku rejîma Esed amadenebû bi bê hemahengî hevkariya Emerîka bike, bê goman bi şêweyekî neyekser dike di berjewendiya DAIŞê de, lewra di navbera van di bereyan de û ji bo lêdana terorîstên DAIŞê di nava Sûriya de wiha Emerîka pêwîstî bi wê bû ku di Sûriya de jî pişta xwe bi kurdan girêde vêca berî ku Emerîka bi vê gavê rabe terorîstên DAIŞê êrîşî Kobanê kirin daku tu cihek li nava Sûriya nemîne ku hevpeymaniya nêvdewletî ji bo dijî terorîstan mifayê jê bistîne lê belê wek birêz Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê di beyannameyekê de ew tawane şermezar kir û daxwaz ji hemû hêzên kurdistanî kir ku rûbirûyî wan êrîşan bibin û herwiha daxwaz ji civaka nêvdewletî kir ku di hawar kurdên Rojava biçin, ev jî wê watayê dide ku serokê Kurdistanê bernameyek heye daku rênede ew pîlana terorîstan biserkeve. Heger terorîstên DAIŞê wê yekê ji xwe re bi rewa bizanin ku sinûrê di navbera Îraq û Sûriya de nehêlin û her bi wê niyetê êrîşî Kobanê û Şengalê bikin wiha gereke em ji wê yekê jî pişt rast bin bi rizgarkirina Şengalê di çend rojên bê de wiha çi sinûrek ji bo lêxistina namîne û ew şerê wan ji kurdistanê dest pê kir her li Kurdistanê û li ser destê pêşmerge bi dawî dibe.