• Friday, 17 May 2024
logo

Ji Xwekurkê bo serkirdatîkirina şerê cîhanî a dijî tîrorîstan

Gulan Media October 11, 2014 Raport
Ji Xwekurkê bo serkirdatîkirina şerê cîhanî a dijî tîrorîstan
Ew DAIŞê ku demê 60 rojane hêza Pêşmergeyê Kurdistanê rûbirûyê dibe, ne ew DAIŞ e ku li 10 Hezîranê şeş yekeyên leşkerî yên îraqê li hemberê ji ber hev hilweşîn û temama çek û kelûpelên leşkerî birin. Ew DAIŞ a pêşmerge rûbirûyê bûye ne ew DAIŞ e ku meha borî li Hesekeya Sûriyê yekeya leşkerî a rejîma Sûriyê bi temamî û bi hemû çek û kelûpelên leşkerî ve standin, ew DAIŞ a pêşmerge rûbirûyê bûye bi watayê peyvê dewletekî mezin a terorîstî ye ku mezintirîn û nûtirîn çekên serdem yên Emerîkî û Rûsî li ber destin, bi sedan cebexaneyên teqemenî yên serbazî û yedekê amîrên leşkerî li Mûsil û Tekrîtê ketin bin destê wan, ew cebexaneyên leşkerî yên ku leşkerê Emerîka avakiribûn û tijî fîşek û teqemenî û yedekên amîrên serbazî kiribûn daku leşkerê îraqê demeke dirêj li wî sinûrî şerê terorê bike û pêdivî bi tu tiştekî nebe, lê ev hemû bi temamî ji bo DAIŞ û dewleta îslamî a terorê hatin berdan. Ew DAIŞ a ku pêşmerge rûbirûyê bûye ne ew DAIŞ e ku şiyanên madî û diravî sinûrdar be, belku çendîn milyar dolar ji benkên Mûsil û Tekrît û Diyala bi destketin ji bilî ku rojane bi rêyên qaçax nefit difrotin, lewra ew hêza terorîstî ku demê 60 rojane pêşmerge bi tenê û bê tu alîkariyeke nêvdewletî rûbirûyê dibe, ew şere bû ku tenê hêza pêşmergeyê Kurdistanê dikare bike ku tevî şiyanên serbazî ji hemû aliyan ve li hember hêza terorîstên DAIŞê kêmtir bû, lê ji ber ku pêşmerge xudan îradeyeke polatî bû, şerê dijî terorê bi rengekî kir ku cîhan hemû pê matmayî bibe û cîhanê biryar da sinûrekî ji bo temama terorîstan dîne.

Bi Pişt Girêdan Bi Îradeya Pêşmerge Stratîjiya Berevanîkirin Hat Guhartin Bo Êrîşkirinê

Ji tirsê ketine nava ew çipila ku terorîstan li naverast û başûrê Îraq û Efganistan ji Emerîka û NATO yê re çêkirî, ne Emerîka û ne NATO nediwêrîn carek din hizir li destêwerdana serbazî bikin bi taybet şandina hêzên zevî her ev sedema wê yekê bû ku demê sê salan ne Emerîka û ne dewletên Yekîtiya Ewropa û Hevpeymanên NATO yê nedikarîn bi çi şêweyekî hizir li gorzên serbazî bikin, yan destêwerdanê di Sûriya de bikin, tevî ku zêdetir 50% ji welatiyên sûriya koçberî welatên derdorê bûn û bi deh hezaran kes jî hatin komkujkirin û bûne qurbanî, derbarê reftarên Beşar Esed li hember gelê Sûriya pir ji siyasetmedar û serkirdên cîhanê amaje bi wê çendê dikirin ku Esed lasayî Mîlosofîç dike û gereke destêwerdana leşkerî bi lez were kirin. Ji vê zêdetir Barak Obama serokê Emerîka bikaranîna çekên kîmawî ji aliyê rejîma Esed ve bi hêla sor danî û tekez li wê yekê kir ku eger Esed çekên kîmawî bikarbîne wê demê wê destêwerdanê bike lê wek hemû cîhanê dît û neteweyên yekgirtî tekez kir ku rejîmê ew çeke bikaranî, lê dîsa nekarîn biryara destêwerdana leşkerî yan êrîşa gurzek serbazî bi firokeyan yan rokêtan dijî rejîma Dîmeşq encambide.

Ev tirsa mezin a Emerîka û Rojava paş destêwerdana leşkerî di Lîbiya de û hilweşandina rejîma Muemer Qezafî li sala 2011 zêdetir bû, ji ber ku paş hilweşandina rejîma Qezafî hinek kesan li cihê ku sipasiya hêzên Emerîka û NATO bikin, wan bi xwe dîplomatkarên Emerîka li Lîbiya komkujkirin, ev yeke jî kir ku bawerî li cem Emerîka û NATO çêbibe ku destêwerdana leşkerî kêşa terorê çareser nake û zêdetir terorîstan bihêztir dike. Her wek nimûne niha îdara Emerîka li li Sûriya di navbera du aliyan de ye yek hevpeymanên rejîma Esed û Hizbulahe û ew ê din terorîstên Qaîdeye, ew a yekemîn Esed û Hizbulah tu cudahiyek bi terorîstan re tuneye û ya duyê ku DAIŞ e ji rêkxirawa Qaîde terorîst tire, lewra Emerîka li Sûriya ketiye navbera du hêzan û herdu Emerîka bi Şeytanê mezin bi navdikin.

Ev pirse li Başûr û Naverastê Îraqê bi heman şêwe bû, ji ber ku Emerîka bi corekî temaşeyî hevkêşa siyasî ya Îraqê dike, heger hevkariya hukumeta Bexdayê bi serokatiya Nûrî Malikî bike wiha raste renge Malikî bikare wan cihan bidestxe, lê di heman dem de şerekî giran wê di navbera erebên Sune û Şêe peydabibe ku komkujî û jînosayd jî têde bibe, heger alîkariya erebên Sune bike wiha jî gereke berî niha li wan serkirdên suneyan bigere ku cih û nifoz hebin û dostê Emerîka bin, lewra paş rûdanên Mûsilê Emerîk pirsa alîkariya dewleta Îraqê bi rastkirina piroseya siyasî ve girêda paş guhartina Nûrî Malikî bi kesekî din ji bo avakirina hukumeta nû ya Îraqê li hemberê herêma Kurdistanê jî ji ber ku herêma Kurdistanê jî mana di nav Îraqê de bi cêbicêkirina temama birge û madeyên destûra Îraqê ve girêdaye û hukumeta Bexdayê li ser destê Nûrî Malikî ber bi takrewiya dîktatorî ve diçû, Emerîka jî ji tirsa perçebûna Îraqê û serhildanaa şerekî mezhebî di navbera Şîe û suneyan de li ser du astan guvaş dixistin ser Kurdistanê daku gavan ber bi serxwebûna temam ve navêje, aliyê yekê yê guvajê rêgirtin li firotina nefta Kurdistanê aliyê duyê jî ew bû ku rênedida hêza pêşmergeyê Kurdistanê bi astê leşkerê dewletekî pirçek bibe ji bo vê yekê jî hukumeta Îraqê bodceya pêşmerga nedida herwiha çav digirtin li hember ku mil bi milê leşkerê Îraq hêza pêşmerge jî were pir çekirin, lê paş dagîrkirina Mûsilê ji aliyê DAIŞ ve û damezrandina dewleta xîlafeta îslamî waqiekî nû hate pêş, di nav ev waqiê nû de îrade û berxudana pêşmerge rewşeke nû dirust kir, ew rewşa nû jî ew bû ku pêşmerge ji cîhanê re selimand ku hên jî wêrekî û îrade ji bo şerê dijî terorê heye û heger win dixwazin şerê terorê bikin win dikarin alîkariya me bikin.

Serok Barzanî Berî Alîkariya Nêvdewletî, Stratîjiyeta Êrîşkirina Terorîstan Ragihand

Serok Barzanî fermandê giştî a hêzên pêşmergeyê Kurdistanê li destpêkê nexwast hêzên pêşmerge bixe nav şerekî ku şerekî cîhanî ye û nabe pêşmerge bi tenê bikeve di şerekî de ku gereke hemû hevpeymanên dijî terorê bikin, ji vê jî zêdetir ji ber ku navçeyên erebên Sune ji aliyê DAIŞ ve hatibûn kontrol kirin, herwiha bi sedema têkelkirina daxwaziyên rewa yên erebên Sune bi terorê ve ji aliyê hukumeta Bexdayê, wiha têkelbûna pêşmerge bi vî şerî re ne dûr bû ku hestyarî û dijminayetiyekê di navbera kurd û ereban de dirust biba.

Lewra stratîjiyeta serok Barzanî ji bo livandina pêşmerge di sinûrê berevaniya ji kurdistanê de hatibû diyarkirin, armanca vê stratîjiyê ji bo wê yekê bû ku şerê dijî terorê berî ku pêwîstî bi karvedanaa serbazî hebe pêwîstî bi bernameyeke siyasî a hemûalî heye, berî hemûyan jî cudakirina daxwaziyên rewa yên erebên suneye ji terorîstan ku gereke were cudakirin, ev jî ji bû ku pêkhata erebê Sune di şerê dijî terorê de rolekî karîger hebe, her wek çawa li sala 2007ê û di çarçovê ew stratîjiyeta serok Boş dayî meşandin, erebên sune karîn şkestineke mezin li terorîstên Qaîde bixin.

Ev stratîjiya serok Barzanî ji pir aliyan ve şiroveyên ne rast ji bo hatin kirin, heta Nûrî Malikî serok wezîrê Îraqê tuhmet ji bo Hewlêrê dirustkirin, herwiha Emerîka jî nedixwst rewşa nû a paş dagîrkirina Mûsilê qebolbike, lewra pirs gîşte wê yekê ku di demê du mehan de tu alîkarî ji bo pêşmerge neyê kirin.

Li hember helwêsta Emerîka û hukumeta Îraqê, xuyaye terorîstên DAIŞê jî ku paş xweradestkirina leşkerê Îraqê li Mûsil û Tekrîtê, herwiha xweradestkirina yekeyeke leşkerî a rejîma Esed li Reqeye bi corekî xiror bibon ku hizir li wê yekê bikin Herêma Kurdistanê jî dagîrbikin, ji bo vê meremê jî pilana dagîrkirina Şemgalê dan, destnîşankirina Şengalê wek armanca yekê bo dagîrkirina Kurdistanê ji ber çend sedeman bû:

1- Cografiya Şengalê bi wî corî ye ku ji Duhok û Zaxo ve pir dûr e, herwiha di navbera Şengal û Duhokê de çend gundên ereb hene ku dibine rêgir li hember gîştina alîkariyan bo pêşmerge li Şengalê.
2- 2- Ji ber ku beşê mezin a xelkê Şengalê kurdên êzîdî ne, bernameya wan wiha bû ku ji ber cudahiya olî enfala bi ser beşek ji netewa kurd rakin û ser û mala wan bibin û jinên wan jî bikin cariye û bi ser terorîstan belabikin û bi vê yekê jî tirs û hêbetê bixin dilê xelkê kurdistanê ku nekaribin berxudanê bikin.
3- Gerentiya Şengalê ji bo DAIŞê, bi hev ve girêdana Sûriya û Îraqê bû bi temamî û vekirina eniyeke hevbeş bû ji bo terorîstên DAIŞê daku bi hev re êrişî Kurdistanê bikin.
4- Bi sedema ew çek û şiyanên zor yên ber destê DAIŞê ji aliyê leşkerî ve balansa hêzê di berjewendiyên terorîstan bû, herwiha şerê terorîstan jî ji bo pêşmerge şerekî nû bû, lewra pîlana terorîstan bi wî rengî bû ku bi yekem êrîş wireyiya pêşmerge hilweşîne û êrîşa wan bi serkeve, ji wê jî zêdetir terorîstên DAIŞê ne di wê baweriyê de bûn pêşmerge şiyanên êrîşa beramber hebe.

Xuyaye terorîstên DAIŞê bi her şêweyekê be, karîn beşekê ji pîlanên xwe cêbecêbikin û Şengalê dagîrbikin, ji vê zêdetir karîn komkujiyê jî bikin û hejmarek keç û jinên kurdan jî birin li ser terorîstan wek cariye belavkirin, zêdetir ji 200 hezar welatiyên kurdên êzîdî koçberî çiyayê Şengalê bûn. Lê ew a DAIŞê çaverê nedikir, ew bû ku Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê stratîjiyeta bergiriyê a hêzên pêşmerge guhart bo êrîşa seranserî bo ser terorîstan û êrîşên terorîstên DAIŞê bo ser Kurdistanê ragirt.

Ev biryara giringa serok Barzanî û berdewamiya hêzên pêşmerge ji bo rizgarkirina hemû navçeyên Şengalê û vekirina rêyê ji bo rizgarkirina koçberên Şengalê berî ku êrîşên esmanî yên Emerîka dest pê bike, bûye sedema ku nêrîna Emerîka û hevpeymanên dijî terorê di şerê dijî terorê de ji bê omêdîbûn ji îradeya pêşmerge hêviyek bo şerê dijî terorê dirust bibe li vir em ê di çend xalan de amajê pê bikin:

Berî berxudana bê wêne a hêzên pêşmerge, Emerîka û hevpeymanên dijî teror û hevpeymanên bakurê Etlesî, di şerê dijî terorê de bê omêd bûn, ne omêdiya wan jî bi wî corî bû ku nekarîn li hember komkujiya Rejîma Esed û ferebûna rêkxirawa terorîstî a DAIŞê heta geheşte astê ku bibin dewleteke terorîstî a bihêz.

Berî berxudana pêşmerge, terorîstan pir kêşeyên bê çareserî li Rojhilata Naverast û welatên cîhana îslamî peydakiribûn, ku îdareya serok Obama nedikarî biryarê bide, ev jî ne tenê texmîna çavdêrekî siyasî ye, belku hizirmendekî wek Rîçard Has ku li serdemê Kilênton serokê tîma pilanderan bû li wizareta derve, wî bi zelalî got ku siyaseta derve a Emerîka kar nake û dest valaye di astê kêşeyan de, balyozê Emerîka ji bo karûbarê Sûriya eşkere got: (min dest ji kar kişand ji ber ku êdî ez nikarim berevaniyê ji siyaseta welatê xwe bikim li hember Sûriya), wek Tomas Firîdman li roja 7 Abê pênasa serok Obama kiriyeû nivîsandiye: nîvî porê serok Obama ji ber wê kêşeyê sipî bûye û nîvî danî ye ku tevger Partiya Çayê (Tea Party) sipî bike, lê berxudana pêşmerge hemû ew girêkane ji serok Obama re vekirin, serok Obama di dîmaneya xwe a di gel Tomas Firîdman bo Newyourk Times, bi zelalî ronkir ku ji bo çi karî derbarê Kurdistanê de biryarê bide û nekarî ji bo Sûriya û beşên din yên Îraqê biryarê bide.

Berxudana hêza pêşmerge , carek din rêzên dewletên dijî terorê rêkxist, xuyabû berî vê berxudanê me hemûyan helwêsta dewletên ewropa û Emerîka di kongreyên Jinêf yek û du de dît, ku çawa nedikarîn bi tu şêweyekê biryarê bidin di demekê de ku komkujiyeke pir meztir ji ew a li Şengalê li Sûriya rûdida, lê berxudana hêza pêşmerge we kir ku tenê di demê çend demjmêran de pêşinyara Firensa bike di warê cêbecêkirinê de û civata ewlehiyê kombibe û bi kodengî her 15 endamên karên DAIŞê li Şengalê îdane bikinû serok Obama biryarê bide ku dest bi êrîşên esmanî bike.

Ji bo piştrastkirina vê boçûnê, xwendevanê van dêran dikare dikare vegere peyama serok Obama ku serê siba roja înê biryar da êrîş destpêbibe, serok Obama di destpêka axaftina xwe de dibêje: Hemû ew ên digotin kes tuneye alîkariya me bike, a hev me biryar da em alîkariya we bikin.

Berxudana Pêşmerge Pêşveçûnek Bi Astê Hilweşandina Dîwarê Berlînê Bû

Heta hilweşandina dîwarê Berlînê mezintirîn kêşe û asteng li hember biryardan li civata ewlehiya nêvdewletî serweriya dewlet û dabeşbûna dewletan bû bi ser herdu cemserên Rojhilat û Rojava de, lewra paş hilweşandina dîwarê Berlînê civata nêvdewletî di yekemîn ezmûna xwe de ji bo rûbirûbûna destdirêjiyên Sedam Husên li ser Kweytê, bi yekdengî biryara xwe derxist û ducemserî li dinyayê nema, lê li karesata 11yê September a 2001 paş teqandina herdu avahiyên rêxistina bazirganî a cîhanê li Newyourkê tevî ku cîhanê hemû teror riswakir, lê serhildana terorê bi wê ferehiyê car din û li jêr egerên coda coda dabeşbû, lewra paş hilweşandina mîrgeha Mela Omer li Efganistanê, yekdengiya cîhanê li hember terorîstan çênebû, heta Coroc Boş li derveyî sîbera nêvdewletî rejîma Sedam Husên hilweşand, herwiha di êrîşa NATO a bo ser Lîbiya û hilweşandina rejîma Muemer Qezafî li nav NATO yê bi xwe jî yekrêzî dirust nebû, di kêşeya Sûriya de jî ku demê sê salan rewş xuyaye. Paş 9 Huzêranê ku demê du mehane DAIŞê xîlafeta îslamî li du welatan ragihand, dîsan jî yekdengiya nêvdewletî li hember terorîstên DAIŞê dirust nebû.

Wate rewşa 13 salên paş karesata 11yê Septemberê çwar salên paş gorankariyên welatên erebî û sê salên paş şoreşa Sûriyawê rastiyê bi cîhanê re dibêje ku yekdengiya cîhanê li hember rûdanên Şengalê û karên terorîstî yên DAIŞ ne bi wê yekê ve girêdayî ye ku cîhanê helwêsteke nû standiye, belku vedigere bo ew berxudana ku hêza pêşmerge li ser erdê di eniyên şerê dijî terorîstan de rewşeke nû dirust kir ku helwêst û hizirkirineke nû dixwaze, ev rewşa nû jî dawî bi ew barûdoxê berê anî ku Emerîka û NATO di nav de bi vî corî bûn:

1- Li gor vekolîneke zanîngeha Harfêrd, Emerîka ji bo şerê Efganistan û Îraqê zêdetir ji 6 tirilyon dolar xerc kir, ev 6 tirilyon dolare dike bodceya 30 salî yên herdu welatên Îraq û Efganistan, lê Emerîka li herdu welatan nekarî tenê 30 KM bike dostê xwe.
2- Bi hezaran leşkerên Emerîka û NATO li Îraq û Efganistanê hatin kuştin û bi deh hezaran birîndarbûn, lê erebên îraqê û efganî şerê li hember Emerîka û NATO wek cîhadê didîtin û ji bo kuştina leşkerên Emerîka û NATO piştevanî dikirin.
3- Emerîka li dawiya 2011 ji Îraqê kişiya lê li 2014ê Îraq nema wek welatek û niha dixwaze bi her temenekî be ji Efganistanê vekişe.
4- Paş sala 2011ê jî ku rewşa Lîbiya jî hate ser Emerîka û NATO efqasî din jî neomêdbûn û gîştine wê baweriyê ku carek din di destêwerdanên leşkerî de hizirnekin, lê berxudana pêşmerge û çokşkana DAIŞ li hember îradeya pêşmerge, dawî bi vê rewşê hemûyê anî, lewra paş ku cîhanê hest pê kir ku tenê Herêma Kurdistanê di hemû cîhanê de dikare şerê dijî terorê bike, wiha hevdengiyeke nêvdewletî çêbû û ew girêka mezin ji serok Obama re vekir ku nedikarî biryarê bide.

Top