• Monday, 20 May 2024
logo

Îraq di odeya neştergeriya kongiresê de, parastina welatekî yan pesendkirina 3 dewletan

Gulan Media August 22, 2014 Raport
Îraq di odeya neştergeriya kongiresê de, parastina welatekî yan pesendkirina 3 dewletan
((Wek berî niha jî min pêşinyarkirî, nabe belakirina hêzên me di Îraqê de tenê ji bo piştevanîkirina hêzên çekdarên Îraqê be, belku gereke piştevaniya me ji bo hêzên çekdarên Îraq û hêzên Pêşmerge û çekdarên êlên Sune be, ev yeke jî daku me pêwendiyeke baş bi aliyên nermên hersê pêkhatên serekî yên Îraqê re hebe.

Gelo ev wê watayê dide ku em destberdarî dêwezma Îraqê bin? Na ne pêwîste, ji ber ku tu pilanek ji bo hilweşandina Îraqê heta niha tuneye ku li ser astê cîhanê hatibe pesendkirin, herwiha pir çetine civakeka têkel were perçekirin, bo nimûne Mûsil were dabeşkirin di navbera Kurd û Ereban de yan Bexdad di navbera Şîe û Suneyan de, lê bi kêmasî gereke em danpêdanê bi wê bikin ku niha wek dîfakto hatiye perçekirin û bi kirdeyî perçekiriye, lewra gereke em di wê çarçovê de karbikin û hevpeymanên xwe yên rastî bibînin, herwiha gereke em guvaşên zêdetir bikin daku çaksazî di proseya siyasî de li ser astê welêt were encamdan. Welateke fere wek Îraqê pêwîstî bi sîstemeke bihêz a fîdralî heye daku bimîne.

Niha di Îraqê de ew hevpeymanê em dikarin pişta xwe pêve girêdin, Hukumeta Herêma Kurdistanê ye, lewra gereke em mifayê ji pêşinyara wan bibînin bo mêvandarîkirina hêzên Emerîka, bê tu karvedaneke hişka Bexdayê (Ev jî dibe gaveke baş ji bo şandina serkirdatiya taybet a operasyonên hevbeş ji bo êriş kirina ser DAIŞê li derdora Mûsilê). Bi heman şêwe gereke em rêgiriyê li firotina nefta Kurdistanê nekin, ev jî dibe sedema ku Bexda tore bibe.

Lê di demekê de ku kurd baştirîn hevpeymanên Emrîkane di Îraqê de û êlên sune fakterekî pir giringin di rûbirûbûna DAIŞê de wiha gereke piştgiriya suneyan were kirin.

Niha di nav tevgera serhildêrên sune de dirz û kîneke mezin heye di navbera Sedamî û çekdarên DAIŞê de, di navbera Îslamiyên tundrê û Solariyan de, lewra gereke ev ji aliyê leşkerê Emerîka û dîplomatiyet û hêzên hewalgirî ve bi başî kar li ser were kirin, gereke hestê êlî û neteweyiya wan li ber çavan be.

Niha ew ji îro ve gereke em bikin, ka çawa em êlên erebên sune bikin dijminê DAIŞê, herwiha çawa hewil bidin serkirdayetiya Îraqê li Bexdadê were guhartin, lê ew a pêwîste em li ser berdewambin ew e ku bi her sê karekterên serekî re kar bikin bê ku em temaşekin çi li Bexdadê çêdibe)).

Profîsor Maks Bot
Li hember Komîta Leşkerî a Kongresê 29 Temoza 2014

Roja 29 Temoza 2014ê Komîta Leşkerî li Kongresa Emerîka du roniştinên guhdarîkirinê ji bo her yek Profîsor Maks Bot vekolerê mezin yê xwendina ewlehiya niştimanî li şîretgeha civata pêwendiyên derve û Profîsor Stîvin Bîdil şîretkarê berê yê Davîd Petryos ji bo avakirina hêzên Sehwe di salên 2006-2008 li Îraqê, sazkir. Di rûniştina yekemîn de ku Profîsor Maks Bot pêşkêşkir bi navûnîşana (Stratîjiyeta Şikandina DAIŞê li Sûriya û Îraqê) di rûniştina duyê de ku Profîsor Stîvin Bîdil pêşkêşkir bi navûnîşana (Helsengandina Bijardeyên Emerîka li Îraqê).

Ew a di van rûniştinan de û di gotinên herdu Profîsoran de cihê balkêşiyê ye, ew e ku herdu hoşdariyê didin Komîta Leşkerî a Kongresê daku bi şêweyekî cidî û berpirsyarane helsûkewtê bi rewşa nû ya Îraqê re bikin paş boyerên Mûsilê û careke din wek paş sala 2011ê muamelê bi Hukumeta Bexdayê re nekin ku bûye sedema ku ev karesata mezin bi ser Îraqê de were.

Profîsor Bîdil bi amar hoşdariyê dide Komîta Leşkerî a Kongresê derbarê ew a niha li Îraqê rûdide û hêzên DAIŞê mifayê jê dibînin wek ew mîtoda mezhebî ku Nûrî Malikî serok wezîrên Îraqê di mawê salên 2011 – 2014an de li dijî erebên sune dimeşand, lewra erebên sune geheştiye wê baweriyê ku bi wî rengî bi DAIŞê ve sekin ku piştevanîkirina DAIŞê ji ji jînosayda hukumeta Malikî baştire, lewra Profîsor Bîdil ev rewşa niha a Îraqê berî ku wek şerê dijî terorê pênasebike, wek şerekî navxweyî lê dinêre, her bi nêrîna şerê navxwe jî şirove dike û di vê derbarê de wê yekê destnîşandike ku (ji salên 1945 – 2004 û di mawê 128 şerên navxweyî de, tenê 32 haletên wan şeran di mawê di salan de bi dawî hatine, piraniya wan şeran nêzîkî 7-10 salan dirêjkiriye, piraniya wan şeran jî bi du coran bi dawî hatine, yan aliyek pir bihêz bûye û aliyê bêhêz serê xwe xwar kiriye yan bi danûstanê bi dawî hatiye, şêwazê danûstandinê mawê şer kin dike, lê amadekirina bingehê danûstandinê bi xwe jî taybetmendiya xwe heye û gereke hazirî jêre were kirin, lwra heger em bixwazin di Îraqê de ev rewşa aloz bi danûstandinê çareserbikin, gereke em zanibin ka çawa bingehê bi wê danûstandinê çêkin û çawa wê baweriyê li cem erebên sune çêkin ku dijî DAIŞê bisekine û piştevaniyê lê neke).

Profîsor Bîdil ku bi yekemîn kes tê hejmartin li ser astê Emerîka ku karî pirsa pêwîstiya zêdekirina hêzê li Îraqê di sala 2006ê de li Emerîka biazirîne û paşê serok Boş gîşte wê baweriyê ku pêwîste bi lez hêzê bişîne Îraqê di çarçoveya proseya (Surge), vê carê jî bijardeyên li hember Emerîka di 3 bijardeyan de kurt dike ku pêktên ji:

1- Hevkariya bê merc bo hêzên Îraqê.
2- Hevkariya bi merc bo hêzên Îraqê.
3- Cilewgîrkirina rewşê.

Bîdil ku bi şêweyekî meydanî li Îraqê karkiriye û ji nêzîk ve aj reftarên Nûrî Malikî serok wezîrê Îraqê ye, tekezê li wê dike ku alîkariya bê merc pêktê ji (şandina çek, rahêneran bo meşqpêkirina hêzên Îraqê, şîretkar, alîkariya hewalgêrî, firokên bê firokevan û êrişa azmanî), dibe sedema ku şerekî dirêj yê navxweyî mezhebî li Îraqê çêbibe, raste destpêkê ev alîkariye dibin sedema ku Malikî yan cihgirê Malikî arasteya şer bi asan bigohêrin û bikeve berjewendiya hukumeta Bexdadê, lê heger paşguhxistina pêkhatên din berdewam be di beramber de yaxîbûn dirêjbike, di vê rewşê de eger em pêkhata sune wek nimûne wergirin, dema sune baweriyê bi hukumeta Bexdadê nekin, wiha heta şiyan hebin wê dirêjiyê bi şer bide.

Lewra Profîsor Bîdil alîkariya bi merc bo hêzên Îraqê di nav bijardeyên xerab de bi baştirîn rê dizane û raspardê dide Komîta Leşkerî a Kongresê daku bi bijardeya alîkariya bi merc helsûkewtê bi Îraqê re bike, vêca çi Nûrî Malikî be yan her kesekî din, ev jî bi wataya ku alîkariya bimerc bibe guvaşek ji bo:

1- Leşkerê Îraqê ji leşkerekî mezhebî ku tenê siyasetên serokwezîran cêbicêdike, bibe leşkerekî profîşnal û berevaniyê li hemû Îraqiyan bike.
2- Ew kesên ku berî sala 2011ê li ser bingeha profîşnaliyê hatine xistin nav hêzên çekdar de û piştre Malikî ew bi kesên nêzîkî xwe guhartin, cardin werin vegerandin û tenê erkê xwe yê leşkerî cêbicêbikin û destnexin nav siyasetê.
3- Ew alîkariya bi merc sedemek be ji bo rêxistina proseya siyasî û pêkanîna hukumeta hevbeş di navbera Îraqiyan de.
4- Dema alîkariya bi merc karî vê bingehê peydabike, wê demê dikarin hizir li wê yekê bikin wek salên 2006-2008 an hêzên sune rêkbixin daku rûbirûyî çekdarên DAIŞê bibin, wek çawa li 2006 – 2008 karîn hêzên Qaîde bişkênin û 90 % rewşê hêwir bikin.

Lewra profîsor Bîdil pirsa çareserkirina rewşa Îraqê bi karekî lez nabîne û ew dibîne ku di baştirîn halet de gereke Emerîka bi wî rengî xwe li hember Îraqê rêkbixe, ku dema şer ji 7-10 salan kêm bike bo 2 salan, ev pêşbînî ye ku dibe despêkê bi demeke dirêj were hejmartin, lê Profîsor Bîdil ew deme jî girêdaye bi wê yekê ve ka çawa wê siyasetê di dema 2 salan de bê şaşîtî cêbecê bikin çawa Emerîka alîkariya hêza Pêşmergeyê Kurdistanê dike.

Dêwezmeya Yekperçeyiya Îraqê Di Siyaseta Rêveberiya Emerîka De

Profîsor Maks Bot ji destpêka behsa xwe de wê tirsê tîne berçavan ew jî ku heman sînaryoya Sûriyê li Îraqê dobarebibe, li sala 2011ê Emrîka dikarî hevsengiya hêzê li Sûriya biguhêre û rejîma Esed hilweşîne, lê ev yeke bi paşxist heta geheşte ew asta ku niha di doseya Sûriya de ketiye navbera du aliyên tundrê Şîe û Sune ku Qaîde û Hizbulah in û herduk Emerîka bi şeytanê mezin binavdikin. Lewra di vê çarçovê de bi vî corî rasparda dide Komîta Leşkerî a Emerîka ku behskirina halê perçekirî yê Îraqê wê watayê nade ku me dest ji yekperçeyiya Îraq berdeabe, lê waqi tişteke û tekez kirin li ser tiştekî ku tuneye tiştekî dine, lewra daku em bikarin yekperçeyiya Îraqê vegerînin gereke muamele bi rewşa heyî a perçekirî a Îraqê re bikin û muamele bi her sê karekterên serekî yên her sê pêkhatên serekî yên Îraqê re rastewxo bikin, ev jî bi wî rengî nabe ku em guh bidin ew a Bexda ji vî karî ture dibe yan na.

Ev raspardeya Maks Bot, agehdarîkirina Koşka Sipî ye ku nabe ji bo daxwazekê ku niha li ser erdê hebûn tuneye, rê were dan karesateke mirovî wek ew a li Sûriyê rûdide li Îraqê dobare bibe û di encam de ne şerê dijî terorê tê kirin û ne tê karîn ku Emerîka ji ziyaneke mazin a aborî bê dûr xistin, lewra di vê çarçovê de tekezê li ser wê dike ku gereke muamele bi waqi re bê kirin. Waqi jî ew e ku niha Îraq perçebûye.

Ev boçûna Maks Bot nîşandana wê yekê ye ka çawa 3 welat dibe wlatek ne çawa rê li wê yekê tê giritin ku Îraq bibe 3 perçe.

Li vir heger em li ew mîkanîzma siyaseta rêveberiya serok Obama temaşekin ku ji 2011ê ve li hember Îraqê dide meşandin, em ê hest bikin ku çavgirtinek bo li hember hemû ew siyasetên mezhebî û takrewî yên Nûrî Malikî daku Îraq bi yekperçeyî bimîne, lê wek li destpêka meha Kanûna Duyê 2014ê li Forin Evîrz dîsa Maks Bot destnîşankirî, derket siyaseta rêveberiya Obama li hember Îraqê neserketiye û ew a serok Boş di proseya zêdekirina bi leza a hêzê di sala 2008ê de bi destxistî, di mawê 2011 – 2013 an de rêveberiya serok Obama ji dest da.

Li vir Maks Bot hoşdariyê dide ka çawa ew siyaseta şaş tê rastkirin û çawa di ev rewşa aloz de Emerîka hevpeymanên rasteqîne yên xwe dibîne. Ji bo vê jî diyare Maks Bot Herêma Kurdistanê wek baştrîn û tek hevpeymanê Emerîka di Îraqê de dibîne û destnîşandike ku gereke pêşwazî li ew pêşinyara Kurdistanê bikin ku amadene pêşwaziyê li hêzên Emerîka bikin li ser axa Kurdistanê. Ji vê jî zêdetir daxwazê ji Kongresê dike ku rêgiriyê li froştina nefta Kurdistanê neke.

Ango heger siyaseta Emerîka ew be ku Îraq ji ber hev hilneweşe, wiha baştire rêgiriyê li wê bike ku ew dabeşbûne belavnebe, çûnkî li gor amarekê di 142 şerên navxweyî de ku li salên 1950-1999 an de rûdane 61 ji wan rastî destêwerdana derveyî hatiye ji aliyê dewletên cîran ve, niha li Sûriya û Îraqê jî bi eşkere ne tenê destêwerdan heye, belku hêzên dewletên cîran bi eşkere li Dîmeşq û Bexdayê tên dîtin û her ew hêzin ku Esed û Malikî di deshelatê de îştine.

Lewra helsûkewta rast li gel rewşa Îraqê nabe bi wî corî be ku parastina yekperçeyiya Îraqê be, ji ber ku yekperçeyiya Îraqê bûye beşek ji dema borî û nemayeû niha gereke hizir di wê de were kirin çawa ev sê welat û ev sê sîstemên cuda di çarçoveya bernameyeke nû de bihevre werin komkirin, derbarê mîkanîzma yekxistina van sê welatan stûnnivîsê binavûdengê Waşinton Post Dîvêd Îgnaşiyos di dîmaneyeke taybeta Gulan de tekezê li wê yekê dike ku baştirîn rê ji bo mana Îraqê, rêxistina Îraqê ye di çarçovê Yekîtiyeke Konfederalî de, ev jî wê watayê dide wek Maks Bot zelaltir destnîşankiriye ku dîfakto were pesendkirin paşê hizir di wê de were kirin çawa ev sê welatên bihevre werin komkirin.

Hêza Pêşmergeyê Kurdistanê Cîhan Şokkiriye

Conasan Forman di gotarekê de ku roja 29 Temozê di kovara NewsWeek bi navûnîşana (Gelo serbixweyiya Kurdistanê nexşeya Rojhilata Naverast diguhêre?) derbarê bi giringiya pêdana çekan bi hêza Pêşmergeyê Kurdistanê pirsyar ji balyoz Pîter Galbirês kiriye ka bo çi Emerîka çekan nade Pêşmerge? Di bersivê de bi şêweyê henekan Galbirîs bersiva News Week dide û dibêje: (Emerîka hêzên DAIŞê tijî çek kiriye!! Lê ne amadeye çekan bide Pêşmerge)).

Ev bersiva bi henek a Galbirês wek şarezayek di karûbarê Îraq û Kurdistanê de, bersiveke zelale bo helwêsta çendîn sal a rêveberiya Emerîka ku guvaş nexste ser Hukumeta Malikî daku hêza Pêşmergeyê Kurdistanê wek beşek ji sîstema berevaniya Îraqê bodce û Mûçe jêre peyda bike û li hemberê jî leşkerekê mezhebî wiha çekdar kir, hemû çekên 8 tîpan radestî terorîstên DAIŞê kirin, lewra di vê çarçovê de ku niha hemû cîhan bi çavê xwe dibîne, leşkerê faşil yê Malikî bi hemû ew çek amêrên modern reviyan û Pêşmerge jî bi ew şiyanên kêm û ew çekên kevin ku li ber deste karîn li hember terorîstan bisekinin û hemû cîhan li hember îrada Pêşmergeyan ecêbmayî bûne, her vê kiriye ku ew pêşinyare were kirin serkirdatiya hevbeş ji bo operasyona taybet li Kurdistanê ji bo rûbirûbûna DAIŞê were damezrandin, xuyaye ev serkirdatiya hevbeş eger ji pêşinyar bibe piraktîk, wiha bi heman astê hevkariya berê a hêzên Emerîka bo hêzên çekdarên Îraqê, wê alîkariya hêza Pêşmerge bê kirin, ew alîkariyane jî wek Profîsor Bîdil li hember Komîta Leşkerî a Kongresê destnîşankirî pêktê ji: (Şandina çek, rahêneran, şîretkaran, alîkariya hewalgirî, piştevaniya bi firokeyên bê firokevan û hêrişa asmanî bo hêzên hevbeş).

Lê pirsyar ew e ta çi astî Komîta Leşkerî bi van pêşinyaran razî dibe û dibe biryar daku yekser wek hêzeke hevpeyman muamela rastewxo bi hêza Pêşmerge re bê kirin.

Derbarê vê yekê rêzdar Hoşyar Zîbarî di dîmaneyeke taybet a Gulan de ku di vê jimareyê de hatiye belavkirin, destnîşankir ku hinek pirsgirêkên yasayî hene daku rastewxo çekan bi Pêşmerge din, lê hewil tê dayîn ku şêwazek were dîtin daku ew pirsgrêka yasayî were çareserkirin û pir welatan haziriya xwe nîşandane ku çekan bidin Pêşmerge.

Dibe ku çareserkirina ew pirsgrêka yasayî ya wezîrê derve yê Îraqê amaje pê kirî, gerek be li ew mîkanîzma ku Makis Bot di behsa xwe de li hember Komîta Leşkeriya Kongresê amaje pêkirî, ew jî bi wê watayê ku di vê wextê de dest ji yekperçeyiya Îraqê berdin û li siyasetekê bigerin ka çawa sê welatan carek din bihev ve kombikin, di vê haletê de jî rewşa nû pêwîstî bi wê heye ku rastewxo muamele bi Kurdistan û hêza Pêşmergeyê Kurdistanê re were kirin.

Manora Leşkerî A Hevbeş Di Navbera Hevpeymanên Dijî Terorê De

Li ser astê navçeya Rojhilata Naverast û ew hêza NATO a li Efganistanê heye, hêza Pêşmergeyê Kurdistanê ew hêz e ku bi baştrîn şêwe dikare şerê terorîsta bike, ji vê jî zêdetir stratejiya asayişa Kurdistanê di ev navçeya aloz û terde karîbû bi şahidiya tojerekî mezin wek Garîs Standfêld ne tenê asayişa Kurdistanê biparêze, belku hevpeymanên xwe jî ji metirsiya terorîstan agehdarbike, her wek çawa berî girtina Mûsilê Emerîka û Îraq jî agehdar kiriye, Stanfêld ew şahidiya xwe di nûtirîn vekolîn de amaje pê kiriye ku roja 31î Temozê şîretgeha Brokîngiz belavkiriye.

Di vê çarçoveyê de daku eniya dijî terorê di ev navçeya ter de baştir bikare şerê terorê bike, gerek hewil were dan ku ji aliyê çek û teknolojiya nû a leşkerî ve hêza Pêşmergeyê Kurdistanê hemû ew şiyanane li ber dest bin ku hevpeymanên wê di hevpeymaniya dijî terorê de li ber destin di ser hemûyan re jî hêzên NATOê, ji ber ku hêza NATO mezintirîn û armancdartirîn hêze di şerê dijî terorê de, ji vê zêdetir jî giringe ne tenê şîretkar û rahêner werin Kurdistanê ji bo ku Pêşmerge li ser ew çekên modern werin rahênankirin, belku giringe manora leşkerî a hevbeş di nav Kurdistanê de ji bo hêza Pêşmerge were rêxistin, daku astê bikaranîna wan çekan ji aliyê Pêşmerge ve li hember çawaniya bikarhênanê ji aliyê hêzên din ve were helsengandin û berhevkirin, bi vê jî deriyekî baş li hember şiyana hêzên Pêşmerge tê vekirin daku baştir şerê terorîstan bike û Kurdistanê biparêze.


Top