• Friday, 17 May 2024
logo

Mehek bi qebarê 100 salî: Qonaxa piştî 9ê Hezîranê, wekî qonaxa berî nexşeya Saykispîko ye

Mehek bi qebarê 100 salî: Qonaxa piştî 9ê Hezîranê, wekî qonaxa berî nexşeya Saykispîko ye
Nêzîkî 100 salane welatek bi zorê hatiye çêkirin navê wê Îraq e, bidirêjahiya van 100 salan, siyaseta nêvdewletî çiqas gorankarî bi ser de hatibe, çiqas cemserên cuda li ser astê hêzên cîhanî çêbibe, lê yek helwêst û yek siyaset li ser astê cîhanê nehatiye gohartin ew jî dakokîkirin bûye li parastina yekperçeyîya Îraqê, lê ji 9ê Hezîranê ku çekdarên DAIŞê Mûsil kontrol kirin heta 7 Temozê ku dibe nêzîkî meheyekê tişek li ser erdê nema ku jê re were gotin yekparçeyîya Îraqê, ji vê jî giringtir ew e ku hemû civaka nêvdewletî û pênc welatên hertim yên civata ewlehiyê û hevpeymanên Etlesî bê çarene ku pikarin rewşê vegerînin wekî berî 9ê Hezîranê û carek din behsa yekperçeyiya Îraqê bikin. Her vê kiriye em bêjin gorankariyên tenê mehekê bi qebarê wê gorankariyê ye ku di mawê 100 salan dirêj kiriye.


Balyoz Cêmis Cêfrî ku di salên 2010 – 2012an de balyozê Emerîka bû li Bexdayê, di muhazereyekê de ku roja 15 Hezîranê li Şîretgeha Waşinton bo Xwendinên Rojhilata Nêzîk pêşkêşkir, destnîşankir ku zanyariyên îstxbaratî yên Emerîka li ser çekdarên DAIŞê ne wek zanyariyên îstixbaratî yên berî 9ê Hezîranê ne, rontir wê yekê destnîşandike ku niha dezgeha îstxbaratî ya Emerîka dizanin çekdarên DAIŞê çi dikin û çawa dilvên, ev jî bi wê wateyê tê ku dezgeha îstixbaratî ya Emerîka berî 9ê Hezîranê ne agadarî liv û pilana çekdarên DAIŞê bû ya ji bo kontrol kirina Mûsilê. Ji vê jî zêdetir heftiya borî di dema dîmaneyeke taybet a Gulanê de bi Pirofîsor Emaziya Baram ku niha vekolerekî mezin yê navenda United States bo Aştiyê ye, ji Gulan re ragehand ku rêveberiya Obama bi çi rengan ne agahdarî liv û pilana DAIŞê bo ji bo kontrolkirina Mûsilê.


Derbarê hukumeta Îraqê û Nûrî Malikî jî, rêzdar Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê roja 3 Temûzê di peyvekê de li Perlemana Kurdistanê eşkere kir ku wî berî 6 mehê Nûrî Malikî ji metrsiyên DAIŞê agahdar kiriye û çend rojan berî dagîrkirina Mûsilê dîsa serok Barzanî amadehiya xwe nîşandaye ji bo ku pêşmerge bişîne Mûsilê ji bo bergiriyê jê bikin, lê ev yek jî ji aliyê Nûrî Malikî ve hatiye redkirin, ev redkirine jî wê watayê dide ku hukumeta Malikî ne tenê agehdarî liv û pilana DAIŞê nebû, belku wê watayê dide ku paş vekişîna hêzên Emerîka di 2011ê de ji Îraqê di nav hukumeta Malikî de dezgeheke îstixbaratî ya taybetmend her tuneye. Ji bo piştrastkirina vê rastiyê jî Pirofîsor Tobî Doc di pirtûka xwe de ya bi navûnîşana (Îraq ji şer ber bi dîktatoriyeteke nû) rontir destnîşankiriye ku ew dezgeha îstixbaratî ya ku Emerîka ji Îraqê re damezrand û meşq û rahênan bi wan kesan kir daku bibin taybetmend, paş vekişîna hêzên Emerîka, Malikî endamên wê dezgehê gorîn û kesên nêzîkî xwe kirinê û ew dezgeha taybetmend ji ber hev hilweşand lewra tu carî Malikî texmîn nekiriye ku çekdarên DAIŞê bikarin Mûsilê kontrol bikin û piştre Tekrît û Diyala jî kontrol bikin.


Li Ser astê welatên navçeyê bi taybet Turkiye û Îranê jî ku du welatên yekser pêwendiyên mezin bi Îraqê re hene, ji wan re jî cihê ecêbêbû, belge jî ji bo vê yekê heger Turkiya zanyarî hebana wê konsol û xelkê xwe yên ku li Mûsilê bûn, perî 9î Hezîranê vegerandana Turkiya, di derbarê Îranê de jî heger zanyarî hebûna wê zûtir alîkariya Malikî bikira ne piştî rûdanan. Ji vê jî zêdetir Herêma Kurdistanê jî ku ji hemûyan zêdetir zanyarî hebûn û Bexda pê agehdar kiriye, weku serok Barzanî di perlemanê de ragihandî, Herêma Kurdistanê pêşbîniya wê kiriye ku DAIŞ hêrişekê bike, ew hêrişe jî hêrişkirina ser girtîgeha Badoş bû ne dagîrkirina Mûsilê.


Ew aliyên me destnîşankirin ew in yên ku pir ji nêzîk ve giringiyê bi rewşa Îraqê didin ku Hewlêr û Bexda bi xwe jî beşekin ji waqiê, lewra heger di vê çarçoveyê de ji bo aliyên pêwendîdar tiştekî bi ecêb be gelo wê bo welatên din yên cîhanê çawa be?


Guhdarî kirina ew muhazera ku roja 2 Temûzê Şîretgeha Waşintonê ji bo herdu berêz (Dr. Fûad Husên serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê û Felah Mistefa berpirsê pêwendiyên derve yê hukumeta herêma Kurdistanê) rêxistibû, herwiha ji ew pirsyarên ku ji aliyê rojnamenûs û vekoleran ve dihatin kirin, bi zelalî em pê dihesîn ku hên karîgeriya ew gorankariyên bi ecêb yên ku li Îraqê çêbûne, hên bi temamî neçûye û hên hin kesên nêzîkî siyaseta Emerîka bi temamî texmîna ev waqie nû nakin, ku rêzdar serok Barzanî di dîdarên xwe yên bi (CNN, BBC, VOA, Ruters) destnîşankirî, lewra di destpêka muhazerê de Dr, Fûad Husên bi vî rengî rewşa navxweyiya Îraqê paş gorankariyan ji amadebûyan re xisterû: (Ew gorankariyên ku di mawê du sê hefteyên borî de li Îraqê çêbûn, we li me dike ku em hemû hizirbikin ka em çawa ev waqiê nû şirovebikin, herwiha em hizir di niha û paşeroja vî welatî de bikin mebesta min Kurdistan û Îraqe jî, lewra dema ez behsa berî û piştî rûdanên Mûsilê dikim, ez ji wê xalê destpêdikim (Gelo rûdanên Mûsilê çi watayê didin?) xuyaye mebesta min ew e ku Îraqa berî rûdanên 9î Hezîranê cudaye ji ew Îraqa niha, piştî rûdanan Îraq bû dewleteke cuda ji ew dewleta ku berî 9ê Hezîranê hebû, ev jî ji ber van sedeman:


1. Berî rûdanên 9 Hezîranê, Îraq bi şêweyekî fermî yek welat bû ku ew jî Îraq bû. Lê niha Îraq sê welate ku sê sîstemên cuda tê de hene.


2. Berî rûdanên 9 Hezîranê, tîrorîst girop bûn û karên xwekujî û tîroristî li navçeyên cuda encamdidan, lê niha wan tîrorîstan dewleteke Îslamî ragihandine, ev dewlete bi nav Îslamî ye, dewleteke nêvdewletî ye û bawerî bi sinûran tuneye.


3. Berî rûdanên 9 Hezîranê Îraq xwedî leşkerekî mezin bû, lê paş rûdanan 80% a vî leşkerî ji ber hev hilweşiye û 6 yeke ku 4 leşkerî ne û 2 ser bi polîsan ve ne, bi temamî ji ser hev hilweşîn û hemû ew çekên ku di destê wan de bûn ketin dest çekdarên DAIŞê, ku niha dewleta îslamî ragihandine û navçeyên suneyan kontrol kirine.


4. Nûnerên helbijartî yên suneyan ku pêwîste nûneratiya suneyan bikin di perlemana Îraqê de, niha piraniya wan nikarin herin navçeyên xwe.


5. Sebaret bi Bexdadê, niha bexdad cudaye ji bexdada berî rûdanên 9 Hezîranê, berê li Bexdadê hêzên polîs û leşker hebûn, lê niha hêza mîlîşiya li bexdadê hene û bi eşkere bi çekan ve digerin ku ew jî (Feyleq Bedir, Hêzên Esaêb ehil elheq, Ceyş Elmehdî)ne


6. Li navçeyên cihê nakokiyê paş ku leşker li wan navçeyan ji ber hev hilweşî, boşahî çêbû, ev boşahiye ji aliyê hêzên pêşmergeyê Kurdistanê ve hat tijikirin.


Anku van goran kariyan em dane hemberî rastiyekê, ew rastiye jî ew e ku niha Îraq bûye 3 welatên cuda ku pêktên ji:


* Dewleta tîrorîstî ya Îslamî ku DAIŞê li navçeyên suneyan ragihandiye, baweriya vê dewletê bi sinûran tuneye, li gor bername û pirograma wan ev dewlete dirêj dibe heta bi Bexdad û Dîmeşq û Beyrût û Eman û Kwêt û herwiha di bernama wan de heye ku bihên Kurdistanê jî.


* Dewleta duyê Herêma Kurdistanê ye, ku welatekî aram û ewleye, hewildide demokrasiyê biçîne, civakeke fereh ol û fereh netewe û fere alî ye, ev jî temam berovajî ew dewleta ku nav lê kirine Dewleta Îslamî, niha dewleta Kurdistanê bi dirêjahiya 1050 Km sinûr bi ew dewleta terorîstî re heye û tenê 15 Km sinûr bi Îraqê re maye yanê di navbera Kurdistan û Îraqê de niha dewletek din heye.


* Li navçeyên din jî Bexdad û başûrê Îraqê ew jî niha dewletek dine, berê li Bexdadê hukumetek hebû lê niha ew hukumete eflîc bûye çi tişt pê nayê kirin.


Ev waqiê nû yê Îraqa niha, waqiê 3 dewletên cudane, ev sê dewletane xwedî sê sîstemên cudane û her yek ji wan pilan û bernameyên cuda hene lewra gereke wek sê dewletên cuda helsokewt bi wan re were kirin, heger na wê aştî û ewlehiya navçe û cîhanê jî bikeve di metirsiyê de, zelaltir di ev waqiê niha de yekperçeyiya Îraqê dibe gef li ser aştî û ewlehiya navçe û cîhanê jî, vêca ji bû dûrxistina vê metirsiyê gereke hemû hewil werin dan daku perçeyên Îraqê di çarçoveya dewleteke serbixwe de werin rêxistin.


Ji ber ku tu tişt di siyasetê de ne mehale, lewra gereke em wê girêmaneyê bikin ku hemû serkirdeyên Îraqê û Emerîka û welatên Yekîtiya Ewropa û rêxistina Neteweyên yekgirtî li hev kombibin daku alîkariya hukumeta Îraqê bikin ji bo du armancan:


1- Ji bo nehîştina ew dewleta îslamî ku niha DAIŞê li navçeyên Sunî ragehandiye.


2- Ji bo rêxistina pêkhateyan di çarçoveya Îraqê de.


Pirsyara giring li vir ew e, gelo çawa wê alîkariya hukumeta Îraqê bikin ji bo dawî anîna bi dewleta îslamî li navçeyên suniyan? Gelo ew leşkerê Îraqê yê mayî ku 20% a leşkerê maye, şîyan heye êrişê bike û wan navçeyan ji DAIŞê pak bike? Ji vê jî giringtir gelo welatiyên li navçeyên suniyan pêşwaziyê li leşkerê Îraqê dikin wek leşkerekî niştimanî, yan wek leşkerekî mezhebî dagîrker helsokewtê pê re dikin? Heger wek leşkerekî mezhebî dagîrker temaş dikin, gelo şer nayê gohartin bo şerekî xwînawî mezhebî di navbera sune û şîeyan de? Di vê rewşê de gelo sune di navbera leşkerê Malikî û leşkerê DAIŞê de wê kîjanî helbijêrin? Di ser van hemû tiştan re gelo Emerîka berî hemûyan ji nû dewletên din û paşê dewletên cîran kî ji van amadeye hêzê bişînin û dewleta îslamî bi dawî bînin?


Bala xwe bidin vê girîmanê wê bi dehan û sedan pirsyarên din peydabibin û pirsgirêk digehe girêkeke aloz a wiha ku tu kes nikare serê tayê bibîne, ji ber van sedeman:


1. Hêza pêşmergeyê Kurdistanê ku tenha hêze bikare li hember êrişên DAIŞê bisekine, niha di bereyekê de ye bi dirêjahiya 1050Km, ev hêze tevî ku xwedî îradeyek bihêze û hemû gelê Kurdistanê piştevaniyê dike, lê ji aliyê çek û pêdiviyên locistî, karînên wê sinûrdare û bi ew alîkariya ku gelê Kurdistanê jê re komdiketenê dikare sinûrên Kurdistanê biparêze.


2. Bi girêmana ku hêza pêşmerge ew karîne jî hebe, gelo serokê Kurdistanê wê fermanê bide ku ev hêze zêdetir ji sinûrê Kurdistanê bilve? Bêgoman na, ji ber ku her êrişek bo ser navçeyên suneyan yanê ketina nav şerê mezhebî a navbera sune û şîeyan de û kurdistan jî tu caran di wî şerî de hazir nebûye û qet nabe beşek ji wî şerî.


3. Gelo Turkiya amadeye hêzê bişîne bo alîkariya Nûrî Malikî daku êriş bike û navçeyên Mûsil û Tekrît û Diyale û Enbar û Feloce bidestxe? Bêgoman bersiva vê pirsyarê na ye, ev jî ji ber wê sedemê ye ku ji bilî pêwendiyên navbera Bexdad û Enqereyê de ne di wî astî dene, di heman dem de Turkiya naxwaze bibe aliyek di şerê mezhebî a navbera sune û şîeyan de.


4. Bi hêztirîn girîman piştevaniya Îranê ye ji bo Nûrî Malikî, lê pirsyar ew gelo Îran ta çi astî wê alîkariya Malikî û hukumeta Bexdadê bike? Bersiva vê pirsyarê li gor boçûn û şiroveya pisporên leşkerî bi wî coriye ku alîkariya leşkerî a Îranê jî sinûrdare û ji sinûrê pêdiviyên leşkerî û bervanîkirin ji Bexdadê derbaz nabe, ev jî wê watayê dide ku heta Îran jî ku bi eşkere piştevaniya Nûrî Malikî û hukumeta wî dike tenê mebesta wê parastina Bexdad û navçeyên şîe ye ji êrişên DAIŞê ne şandina hêzê ye ji bo kontrolkirina navçeyên sunî yên Îraqê.


5. Gelo Emerîka wê çawa ji aliyê leşkerî ve alîkariya Îraqê bike? Gelo wê wek sala 2007ê hêzê bişîne daku dawiyê bi DAIŞê û dewleta îslamî wîne? Bersiva vê pirsyarê roja Pênşema borî ÇakHaglî wezîrê derve yê Emerîka di Pêntagonê de bi zelalî ji rojnamevanan re ragihand ku Emerîka 3000 leşker li Îraqê hene ji bo parastina balyozxaneya xwe li Bexdadê herwiha ji bo parastina ew Emerîkiyên li Îraqê hene û leşkerê Emerîka xwe nakeve nav şerê Malikî û DAIŞê de.


6. Dimîne leşkerê Îraqê ku niha ew leşkere nemaye û bûye mîlîşiya (Esaêbî Heq û Ceyş Mehdî û Feyleqî Bedir) tev ew kesên ji ber fetwaya Ayetula Sîstanê navê xwe dinivîsin, gelo ev hêze dikare êriş bike? Bersiva vê pirsê li gor boçûna pisporên leşkerî bi vî rengî ye ku bermaykên leşkerê Îraqê û hêzên mîlîşeyan û herwiha ew ên navên xwe dinivîsin tenê dikarin berevaniyê ji Bexdadê bikin, ne êriş bikin, ji vê jî xerabtir bo Malikî û hukumeta wî ew e ku di nav bazineya merceiyeta bilinda şîeyan li Kerbelayê piştevanî li wê yekê nayê kirin ku ew hêza ji ber fetwaya Ayetulah Sîstanî tê damezrandin, nabe ji bo êrişa ser suneyan were bikaranîn, bo vê jî Ayetulah Mehmûd Husnî Serxî fetwaya sîstanî redkir lewra jî serê sibeha roja Çwarşema borî hêzeke Malikî bi Helîkopter çûne ser nivîsîngeha wî û paş kuştar û birîndarên zor Ayetulah Serxî girtin.


Gelo tu rêyên din hene daku dawî bi vê dewletê bê? Bersiva vê pirsyarê li cem Corc Boş serokê berê yê Emerîka heye, lê gelo Obama heman ew Îradeye heye daku biryarên wek Corc Boş bide?


Derbarê bersiva wê pirsyarê gelo Barak Obama serokê niha yê Emerîka, ew îrade û şiyane heye ku bikare wek Corc Boş serokê berê yê Emerîka biryarê bide, mebest ew e gelo Barak Obama dikare kêşeya pêkhatên îraqê bi temama taybetmendî û cudahiyan ve bibîne û muamelê li gel bike û biryareke wêrek li ser bide? Bêgoman ew siyaseta ku heta niha Barak Obama li Sûriye birêvedibe me reşbîn dike diderbarê ku bikare wê biryarê bide ku waqiê nû wek hek heye rêkbixe.

Pirsa giring li vir ew e, gelo mebest ji ew biryara wêrek ew e ku wek Corc Boş biryarê bide hêzê bişîne Îraqê? Bêgoman li gor rêkeftina (SOFA) Obama nikare biryara şandina hêzê bide, heta kongresê jî ew agehdar kiriye ku bê razîbûna kongresê heta heger neçar jî bibe ew nikare hêzê bişîne, ji aliyekî din ve heger em temaşeya hevsengiya hêza navbera herdu partên komarî û demokratî jî bikin, ev tişte nayê texmîn kirin ku Obama bikare wekî Linkolin û Rozifelt bê kongresê karekî wiha bike.



Lewra di vê rewşê de giringtirîn gav ew e ku serok Obama eşkere danpêdanê bi wê yekê bike ku ew a Boş avakirî wî nikarî biparêze wek roja Eyniya borî CNN destnîşan kirî ku niha ne dema wê pirsê ye em bêjin kê Îraq kire vê rewşê? Belku dema wê ye em bêjin ka wê çawa serederî bi rewşa niha re were kirin?



Diyare serederî kirin bi rewşa nû re, rewşa sê welatên bi sê sîstemên cuda, ev sê dewletên cuda jî ne tenê bi hev re nayên komkirin, belku gereke bingehek were çêkirin daku paş bi dawî hatina dewleta îslamî, hizir di wê de were kirin ku cureyek ji hevkariyê di navbera her sê dewletên Kurdistan û Sunestan û Şîestan de were çêkirin û kêşeya Bexdayê bi diyalogê were çareser kirin.



Ji bo vê rewşê pispor û çavdêrên siyasî dibînin:


1- Berî her tiştî gereke dîfaktoya nû were qebolkirin û wek dîfakto serederî pêre were kirin.

2- Gava yekemîn bihêzkirina sinûrên bergiriyê ye bi dewleta îslamî DAIŞê re ku diyare zêdetir ji 1000Km sinûr bi Kurdistanê re heye, lewra giringe Emerîka ji aliyê locistî û çekên nû û şiyanên madî alîkariya hukumeta kurdistanê bike daku ji bakur ve li pêşiya pêşketinên DAIŞê bisekinin, herwiha alîkariya Şîeyan were kirin daku ji başûr ve jî li pêşiya pêşketinên DAIŞê bisekinin.

3- Gereke Emerîka berî her welatekî rê nede piroseya parvekirina dahatê ku niha sekiniye, nabe êdî serwet û samanê Îraqê çekek be di destê Malikî de ku pê bibe dîktator, lewra giringe pareyên firotina nefta Îraqê ku diçe sendoqa perepêdana Îraq li Niyoyorkê, gereke para Kurdistan û navçeyên sunî jê were cuda kirin tenê para şîeyan bidin Malikî.

4- Daku kêşeya aborî û diravî li Kurdistanê çênebe, gereke rêveberiya Obama bi hûrî temaşeke ku niha zêdetir ji milyonek awareyên navçeyên Tekrît û Diyala û Mûsilê li Kurdistanê ne herwiha navçeyên ku ji Sediye heta bi Şengalê ku niha di destê rêveberiya Kurdistanê de ne û Bexdayê budce biriye, wiha gereke hum budca wan û hum jî hevkariya hukumeta kurdistanê bikedaku bikare baş alîkariya penaberan bike.

5- Giringe rê neyê dan ku şerê bi navê terorê bibe şerekî mezhebî di navbera sune û şîeyan de ev jî pêwîstî bi wê heye ku rê neyê dan ku paşmayikên leşkerê Îraqê û mîlîşayên şîe êriş bikin ser navçeyên suniyan û di vê rewşê de sune neçar dibin di navbera mîlîşiyên şîe û terorîstên DAIŞê de tîrorîstên DAIŞê helbijêrin ev jî ne tenê tirsê çêdike belku karesatek li dû xwe tîne.

6- Di ev rewşa ku bi dîfakto sê dewlet hene giringe Emerîka rêzê li biryara gelê Kurdistanê bigre herwiha giringe dewleta Şîestan jî rabigehîne, evca bi hevkariya dewleta Kurdistan û dewleta Şîestan hewil bide siyasetmedar û serkirdên leşkerî û serok êlên erebên sune rêkbixe daku ew jî dewleta xwe ji destê DAIŞê rizgar bikin, serok Boş di sala 2007ê de bi kiryar ev yeke kir û karî di çarçoveya şandina hêzên bi lez suneyan hanbide daku şerê terorê bikin, lê niha rewş hatiye guhartin û gereke erebên sune bi hevkariya civaka nêvdewletî xwe rêkbixin û dewleta xwe rizgar bikin.

7- Paş rizgar kirina dewleta erebên sune Emerîka dikare hevkarê ev sê dewletên nû bedaku di yekîtiyeke weke yekîtiya ewropa de yan wek ew a sindoqa aştî a cîhanî çend salan berî niha pêşinyar kiriye, Yekîtiya Dewletên Îraqê sere pêkanîn, yan jî dikarin di civatekê de wek civata dewletên kendavê hemahengî û hevkariyê di navbera wan de çêke.



Top