• Friday, 17 May 2024
logo

Dewletekî dîfakto biçûk û serokekî mezin, êdî avakirina kurdistanê ne di derveyî egeran deye.

Gulan Media February 23, 2014 Raport
Dewletekî dîfakto biçûk û serokekî mezin, êdî avakirina kurdistanê ne di derveyî egeran deye.
Ew ne welatiyên Kurdistanê ku di goşeya soz û heza bo serok Barzanî wek serok komarê dewleta serbixwe ya kurdistanê temaşeyî wî dikin, belku ew penêlên korbenda Davos Barzanî wek serokekî mezin li kêleka lîstikvanên mezin yên nav siyaseta Rojhilata Navîn didepêş û li ser paşeroja Rojhilata Navîn boçûnên wî distînin, ew ne (Em) welatiyên Kurdistanê ne ku dibêjin dewleta Barzanî bi şêweyekî serbixwe muamelê bi hevkêşên aloz û guranên rojhilata navîn dike û di goşeya berjewendiyên bilind yên gelê Kurdistanê hevkêşên siyasî dixwîne, belku ew pirsyara Davos e ku pirsyarê ji serokê dewleta Kurdistanê dikin, win wek qebareyekî siyasî biçûk çawa dikarin helwêsta we ji ya Turkiya û Iran û Iraqê cuda be û çawa nakevin bin guvaşa wan welatan bi taybet Iraq û Iranê ku li ser pirsa Sûriya helwêsta wan ji ya Kurdistanê cuda ye? Ew ne perlemantarên Kurdistanê ne ku ji me re bêjin Barzanî ji me re got dewleta Kurdistanê ne di derveyî egeran de ye, belku ew xaton Ana Gomîzî perlementarê Ewropa û endamê şanda Iraq û amadebûya kora Barzanî li Biroksilê ye ku yekser bi Gulan radigehîne: (Barzanî xwast ronbike ku nabe serbixweyiya Kurdistanê di derveyî egeran de be, lê ew tenê bi rêyên aştiyane avadibe, ew jî bi wataya encamdana gotûbêjan bi hemû aliyên navçeyê re. zelale ew jî rêyeke daku Ewropî giringiya Herêma Kurdistanê li berçav bigrin, Barzanî ew pêşe me kir ku hemû bijarde hene.)

Nexşa Saykis Bîko Rojhilata Navîn kiriye kêlgeha Têrorîstan

Rîçard Has serokê berê yê sitafa pilandanîna siyasetê li wezareta derve di rêveberiya duyem ya Bêl Kilînton, roja Îna borî ji bo penêleke korbenda Davos hatibû bangeşekirin, di axaftinekê de sebaret bi siyaseta derve ya Emrîka li hember Sûriya eşkere danpêdan bi rastiyeke giring kir û got Emrîka pir hewil dane ku bikare karîgerî li ser rewşa Sûriya hebe, lê hewlên wê bê berhembûne, ev axaftina Rîçard Has wateyeke kûr heye ku têde bi zelalî wê bercestedike ku Emrîka hêdî nikare wek berê giringiyê bi Rojhilata Navîn bide û Has ev rastiye di dawî pirtûka xwe de ku li dawiya 2013ê bi navûnîşana (Siyaseta derve ji hundir destpêdike) amaje pêkiriye û tekezê li ser wê dike ku siyaseta derve ya Emrîka ne tenê Rojhilata Navîne taku hemû karîn bo wê navçeyê werin terxan kirin, belku pêwîste di nav siyaseta derve ya Emrîka de hevsengiyek hebe û giringî bi navçeyên din yên cîhanê were dan û ev jî bi wî şêweyî be ku kartêkirinek rastewxo li ser siyaseta hundir ya welat nebe. Wate Rîçard Has dibêje eger Emrîka zêdetir jî giringiyê bi kêşeyên Rojhilata Navîn bide, hewlên wê dê bê berhembin, di vê derbarê de ew pirsyar tê bîra me bo çi hewlên Emrîka wê bê berhem be? Bersiva vê pirsyarê ji muhadereya dîblomatkarê mezin yê Emrîkî Dînis Ros bi dest dikeve ku di rêveberiya Ronald Rîgin û Corc Boş, rêveberiya Kilênton û Corc Boşê kur, harîkarê wezîrê derve yê Emrîka bû bo siyaseta Rojhilata Navîn, Dînis Ros di wê muhaderê de ku li 19 Aba 2013ê bi navû nîşana (Diblomasiyeta û Rojhilata Navîn) li zanîngeha Şîkago pêşkêşkiriye de tekezê li ser wê dike ku dema behsê dîplomasiyetê dikin, giringe em wê navçeyê nasbikin ku ew dîplomasiyete jê re tê dariştin, herwiha giringe em armancên xwe ji wê dîplomasiyê xuyabikin, lewra niha dema em behsa dîplomasiyetê dikin bo Rojhilata Navîn giringe em nexşeya dewletên Rojhilata Navîn li berçavên xwe wênebikin, em bizanin gelo ev nexşeye berhemê çiye? Bêgoman ev nexşeye berhema rêkeftina Saykis Bîko ye ji bo perçekirina navçeyê di navbera Firensa û Berîtanya de, ev nexşeye ne bo wê ye ku dewletên serbixwe bo neteweyên wê navçeyê werin dirustkirin, belku ew nexşeye destkeftê şer û perçekirinê ye û çi hesab bo cudahiyên etnî û olî û mezhebî nehatine kirin, lewra dema em dixwazin dipolmatiyetekê bo wê navçeyê dabirêjin em hest dikin ew diplomatiye bê berheme yan kar nake wek em dixwazin, wate kêşeya Rojhilata Navîn di bineret da ew e ku nexşeya dewletên navçeyê seqete, lewra Dînis Ros bo amadebûyên zanîngeha Şîkago amaje bi fîlmê (Lorinsa Ereb) dike û dibêje ez hêvîdikim we ew fîlme dîtibe ji ber ku Tomas Lorans ku ji bo rastkirina nexşeya Saykis Bîko, nexşeyeke din dirust kiriye û taybetmendiya neteweyî û olî berçav girtibû, ev nexşeye di sla 1919ê pêşkêşî peymannameya aştiyê kiribû li Firensa, wê demê ew nexşeye nehat pesendkirin, li gor wê nexşeyê beşek ji Turkiya û Iran û Iraqa niha dibûye dewleta Kurdistanê, beşê Iraq û Kiweyt û Behrênê dibûye dewletekî Şîe, beşê Suniyên Iraqê bi Erebistana Siûdî re dibû dewleta Erebên Sune.

Ros di dirêjiya muhadera xwe de ku çend mehan berî niha pêşkêşkiribû, amaje bi wê dike ku li sala 2008ê û li dema ku Emrîka mijolî şandina hêzên zêdetir bû bo Iraqê, rêveberiya Corc Boşê Kur ew pirsyare kiriye gelo em di vê rewşê de dikarin mifayê ji nexşeya Loransa Erebî bistînin? Ew dibêje bo wê demê ji min re gotin destkarîkirina nexşeya Saykis Bîko kêşeyên zêdetir dirust dike, lê heger niha pirsyarê ji min bikin (mebesta wî 19 Aba 2013ê) ez ê bêjim bo 2013ê pir lojîkiye ji ber ku dewletek bi navê Sûriya namîne ku wek Sûriya niha be, Iraq bi wî şêweyî nayê avakirin ku em hêvîdikin. (deqa vê muhazerê di pirtûka dûyem ya Gulan de di meha Adarê de tê belavkiri.)

Eger em di boçûnên (Rîçard Has û Dînis Ros) de temaşeyî siyaseta derve ya niha a Emrîka li hember Rojhilata Navîn bikin em ê hest bikin eger bo Emrîka navçeya Rojhilata Navîn bi navçeyeke nifoz û berjewendiyên xwe dizane, hemû hewlên dîplomatî bê berhem bin, wiha bo çwar endamên hertim yên Encumena Ewlehiyê û Yekîtiya Ewropa jî hemû hewil bê berhem dibin û ji vê jî xerabtir her hewlek were kirin zêdetir navçe rastî aloziyan tê û baştir bingeh çêdibe ku bibe kêlgeheke mezin bo tîrorîstan û aştî û asayişa cîhanê dikeve metirsiyê, herwek çawa niha ji Enbar heta Sûriya û Libnan û Yemen û Misir heta bi Esyobiya vegirtiye, ji vê rastiyê ve diyare ku pirs ji nexşeya seqeta Saykis Bîko mezintire , wek kêşeyeke taybet bi neteweyekî yan dewletekî were temaşekirin, belku ev nexşeya seqet temama wan hizirkirinaa berûvajî kiriye ku çend salan berî niha behsa (Rojhilata Navîn a Mezin) dihat kirin û têde amaje bi wê dihat kirin ku dibe yekîtiyeke wekî yekîtiya Ewropa li Rojhilata Navîn were avakirin û Rojhilata Navîn bibe hêzeke mezin ya abûrî di cîhanê de, wê demê ji mafê dewletan bû ku destkariya ew nexşeya seqet nekin, lê niha û paş ku hema çi nemaye Rojhilata Navîn bi temamî bibe kêlgeheke mezin ya terorîstan bi serpereştiya rêxistina Alqaîde û di her dewletekî de şaxekî Qaîde tê de tê dirustkirin, ev wê watayê dide ku hêdî cîhan nikare bi ev nexşeya seqet re muamelê bike.

Herêma Kurdistanê wêstgeha yekeme bo hilweşandina Saykis Bîko

Di naverasta sala 2010ê de Gulan ji Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pirsyar kir: Yek ji hêviyên te yên mezin damezrandina dewleta Kurdistanê û biryardana mafê çarenivîsê ye, gelo rewşa nêvdewletî bo cêbecêkirinê guncayî ye? Di bersivê de Serokê Kurdistanê ji me re got, baweriya min bi ev mafê çarenivîsê heye û netewa Kurd çi ji netewa Ereb, Faris û Turk di Rojhilata Navîn de ne kêmtir e, lewra bi piştevaniya xwedê ew roj e ê were ku netewa kurd wê mafî bidest dixe û biryara çarenivîsa xwe dide, lê gereke ev bi aştî û diyalogê were ne bi şer û tundûtîjiyê.

Wate hizirkirina rêzdar Mesûd Barzanî bo hilweşandina Saykis Bîko ne tenê hizirkirinek bû ku pir ji mêj xewina cîl li du cîle bû, belku hizirkirina Barzanî bo hiweşandina ev nexşeya seqet, hizirkirin bû di mîkanîzma çawaniya piraktîzekirina vê hizirê, û gava yekemîn jî bo hilweşandina nexşa Saykis Bîko, ew biryara dîrokî niştimaniye bû ku li dawiya salên nûdî yê sedsala borî bo hildana ala Kurdistanê bi şêweyeke fermî derxist û paşê Perlemana Kurdistanê ew roj e bi yasayê bi roja hildana ala Kurdistanê kire bi fermî û niha her salê welatiyên Kurdistanê li derve û hindir wek rojek niştimanî wê rojê bibîrtînin.

Derbarê gelo dibe ew gave bi gava yekem were danîn bo hilweşandina nexşeya Saykis Bîîko? Bo bersiv dana ev pirsyara giring ka em bizanin dujminên kurdan çawa li vê gavê temaşedikin, ne em bi soz bersivê bidin, ji vê jî giring tir li ser axaftina ew nehez û dijminan helwêstê bidin ku wek pisporê siyasetê û li ser bingehê zanistê siyasetê li dijî vê biryarê radiwestin, li vir giringe em amajê bi akadîmîstekî bi kirêgirtî yê yek ji dewletên cîran bikin ku vekolere li ser pirsa kurd li şîretgeha Emrîkan Enter Pirays ku navê wî Maykil Robin e, ev ekadîmîstê bikirêgirtî ku hikumeta Emrîka li ser pirsa kurdî û navçeyî berê pir cara rawêjî pê kiriye û hatiye dawet kirin bo Kongiresê daku boçûnên wî bibîsin, li sala 2007ê û li pêşiya Kongiresê vê li ser serok Mesûd Barzanî dibêje û dipirse: (gelo win dizanin Mesûd Barzanî niha alaya komara Kurdistanê li Herêma Kurdistanê bi fermî bilind kiriye? Gelo win dizanin ew alaye nîşana hemû Kurdistanê ye û kurdên her çwar parçan wê alê bi nîşana xwe ya netewî dizanin? Gelo win dizanin ku niha li ragehandinên herêma Barzanî de ji Kurdistana Iraqê re têgotin Başûrê Kurdistanê , ev jî wê watayê dide ku perçeyeke Turkiyê Bakurê Kurdistanê ye û perçeyekê Iranê jî Rojhilata kurdistanê ye û perçeyekê Sûriyayê jî Rojavayê Kurdistanê ye, ev jî anku nexşeya Rojhilata Navîn bi temamî tê guhertin, gelo win dizanin niha li çapxaneyên Kurdistanê nexşeya Kurdistana Mezin tê çapkirin û bi eşkere tê firotin?), ev ekadîmîstê bi kirê girtî di nav ragehandina Kurdistanê de ne yê nenaskirî ye, ji ber ku paş ji wî re diyar bû ku guhertinên cîhanê rêyê li ev hizirkirina Mesûd Barzanî nagirin û dewleta Kurdistanê wê her dirust bibe lewra li sala 2008ê kete nav şêweyek din ya dijatî kirina projeya netewî ya serok Barzanî û li cihê ku gotarên xwe ji bo kongiresê bilind bik, berev kolana kurdî dike û xwe tevî siyaseta navxwe ya Kurdistanê kiriye û hinek ragehandinên Kurdistanê jî ku bi hesab xwe bi opozisyonê dizanin û berdewam xizmeteke belaş pêşkêşî vî bikirêgirtî dikin û ne tenê gotarên wî werdigerînin ser zimanê Kurdî bo ragehandinên lokal yên Kurdistanê, belku jê re dikin Kurdî ew jî li malpera şîretan bi Kurdî belav dike û tenê ew gotarane dikin kurdî ku li dijî pirosa netewî ya serok Barzanî hatine nivîsandin.

Ev nimûneye ji du aliyan ve mifa heye, ya yekê ew e ku Maykil Robin pir bi ciwanî û ji aliyê ekadîmî ve ji Kongiresê re ragehandiye ku Rêzdar Mesûd Barzanî gava yekê bo hilweşandina Saykis Bîkuu avêtiye, aliyê duyê wê nîşanî me dike ka çawa nehez û dijminên netewa me dijî bi ev piroseya netewî ya serok Barzanî ne û çawa hinek ji partiyê opozisyonê ku bi hesab xwe bi opozisyon dizanin, ka çawa bê hizirkirin ketine sengerê li dijî piroseya netewî ya netewa xwe û bazarî gerim dikin bo pilaneke ku nehez û dijminên me li dijî piroja me ya netewweeyî dadirêjin.

Çêkirina dewletekê ne binyatnana dewletê

Pirofîsor Entonî Damato ku mamostayê yasaya nêêvdewletî ye li zanîngeha Şîkago û herwiha şîretmendê yasayaa dewletê Kosovo bû, li Aba 2008ê li dema ku Hikumeta Iraqê û Hikumeta Emrîka behsa nexşeyeke demkî dikirin bo vekişîna hêzên Emrîka ji Iraqê, bi navûnîşana pirsyarekê (Gelo Kurd ji bîrdikin?) gotarek belavkiriye û têde berê xwe dide rêveberiya Emrîka û jê re dibêje, gelo win dikarin ji Iraqê bikşên û Kurdistan nebe dewlet? Gelo win zanin ku win vê yekê bikin win çi karekî exlaqî tomardikin? Ji ber ku Domato pêşbîniya wê kiribû ku paş vekişîna hêzên Emrîka, Iraq tena nabe û gef li ser Herêma Kurdistanê dirust dibe, paş belavbûna vê gotarê wek kovara Gulan me peywendî pê kir û me jê pirsî: ( vaye Emrîka wî karî nake gelo em çi bikin?) wî di bersivê de ji me re got: (bi xwe hewil bidin ji aliyê yasayî ve dewleta xwe dirust bikin, eger we karî vê yekê bikin, cîhanê rêzê li Irada we bigre û winê bibin xudan serwerî.)

Ewên giringiyê bi pirsa dewletê didin, dizanin çêkirina dewletan çiqas bi zehmete, ev ne ji ber ku çêkirina dezgehên dewletê girane, belku ji ber siyaseta nêvdewletî avakirina dewletên nû heger ne di hinek rewşên taybet debe qebûl nake, ji vê jî girantir ew e dema dewletek nû çêdibe, barekî giran dikeve ser milê cibaka nêvdewletî heta ku ev dewlete ji aliyê yasayî ve dibe dewleteke temam û endam di neteweyên yekgirtî de, lewra heger em ji vî alî ve li hinek ji ew welatên nû dirust bûne sekin wiha em dikarin amajê bi dewleta (Tîmora Rojhilat û Kosovo bikin), ku a yekê li gor rêketinê bû di gel Portogal û kolonîalîeke Portogalî bû li Rojhilata Navîn, paş ku dema koloniyaliyê tmam bû bûye bi dewleteke serbixwe, lê ev dewlete jî demekê li jêr çavdêriya neteweyên yekgirtî bû heta ku helbijartin hatin encamdan.

Temamiya raportê maye
Top