• Friday, 17 May 2024
logo

Renge kongreya Cinêf2 tu gorankariyekê di rewşa Sûriya de çêneke

Gulan Media December 28, 2013 Raport
Renge kongreya Cinêf2 tu gorankariyekê di rewşa Sûriya de çêneke
Di meha Abê de helwêsta Rojava bi gştî û Emrîka bi taybet , giheşte wê astê ku keşta firoke rakir û mûşek avêj li nav deriya Naverast bilivînin, cîhan li hêviya wê yekê bûn ku paş Obama şêwrê bi Kongiresê bike, biryara lêxistina Rejîma Esed bide û hevsengiyê biguhore, di hemberê de jî Rojavayiyan dixwestin çekan bidin çekdarên Sûriya daku hevsengiya hêzê dirust bibeû rêkê li pêş firokeyên Esed bigre ku bi şêweyek siq bombebarana navçeyên çekdarên opozisyonê bike, lê di demeke pir kin de û bi pêşinyareke Rûsiya ku Sûriya amadeye çekên kîmawî ji nav bibe û peywendiyê bike bi rêkeftina dijî belavbûna çekên kîmawî, rewş bi temamî hat guhartin û ne Emrîka gorzeke serbazî li Rejîma Esed da û ne welatên Rojavayî çek dan çekdarên Sûriya, li hemberê jî, Rejîma Esed ew serkeftina serbazî li derdora Dîmeşqê û navçeya Elqusên bidestxistibû xwe ji metirsiya ketina rejîma xwe dûrxist û zêdetir ji vê yekê û paş gorîna vê balansê, wek em dibînin Beşar Esed zêdetir di dîmaneyên televizyonî derdikeve û bi şêweyekî zelal ew mercên kongireya Cinêf1 retdike ku damezrandina hikumeta katî bi wateya dawî anîna Beşar Esed be di deshelatê de, ji vê jî zêdetir Beşar Esed tekezê li ser wê dike ku ew mercên pêş wext qebûl nake, ev jî wê watayê dide ku bi niyete carek din xwe bo postê serok komar kandîd bike, di heman dem de Rûsiya jî piştevaniya helwêsta Esed dike û hinek ji çavdêran dibînin ku kombûna hevbeş ya navbera wezîrê derve yê Emrîka û wezîrê derve yê Rûsiya di berjewendiya Esed de ye, di vî derbarî de me pirsyar ji profîsor Davîd Poter vekolerê bilind di şîretgeha Çatem Hawis ya Berîtanî û taybetmend li ser siyaseta Sûriya kir û wî di bersivê de ji Gulan re ragehand, ku rewşa Rejîma Esed di dema du mehên borî de baştir bûye, ev digel wê yekê li ser erdê gorankariyên mezin di hevkêşeya siyasî de rûda û di vê derbarê de got: ((Raste di mawê du mehên borî de rewşa Rejîma Esed di aliyê siyasî û dîplomasî de baştir bû, lê ev wê watayê nade ku gorankariyên mezin li ser erdê çêbibin, lewra ez dibînim ku rewşa Sûriya wek berî serhildana gelê Sûriya nabe, heta heger Rejîma Esed bimîne jî, rewş wek berê nabe, ya yekê ji ber ew hemû wêrankariya çêbûye û ya duyê gereke Rejîm hinek tenazilatên siyasî bike, ya ev gorankariye jî dirust kiriye ew e ku Rejîma Esed bi ji nav birina çekên kîmyayî karekî weha kir ku li cem Rojavayiyan jinavbirina çekên kîmawî karekî baş e bo asayişa nêvdewletî, herwiha dema dibînin ku Sûriya bûye cihê çendîn giropên ser bi Elqaide ve lewra dibînin ku ew karekî nîgatîve li ser asayişa nêvdewletî. Dema Rojavayiya biryara da ku destêwerdana serbazî nekin, wiha wan tu çare nînin ji bilî qebûlkirina wê rastiyê ku eger zore rejîma Esed bimîne û gereke kar digel wê rastiyê de bikin.))

Ew a profîsor Poter tekezê li ser dike ew e ku niha bûye qada hejmareke giropên tundrew yên ser bi Qaîde ve ev jî şansek dine bo mana Rejîma Esed, lewra pirsyar li vir ew e ku gelo em dikarin dirustbûna vê rewşê amajê bi wê bikin ku Esed karî vê yariyê bibe? Me ev pirsyar ji Hesen Selîm Oztrem vekolerê bilind li şîretgeha Yosakî ya Turkî û sitonnosê Turkîş Wîklî Cornal kir, wî di bersiva pirsyara Gulan de tekez li ser wê yekê kir ku di rewşa Sûriya de kes bi ser nakeve belku hemo alî dê derdin û di vê barê de got: ((bi ya min di vê hevkêşê de kesî bi ser keve tuneye belku derdayî heye, her çende Esed kontrola çend navçeyekî diyarkirî dike, lê li dawiyê aliyan cuda hene ku kontrola erdê di dest dene wek PYDê , herwiha Cebhetulnusra heye ku ser bi Alqaîdê ye, û niha behsa Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê tê kirin. Bi berçavxistina hemo van rastiyan û her çiqas Encumena Netewî Sûrî yan Hevpeymaniya Niştimanî Sûrî kontrola li ser giropên cuda yên opozisyonê ji dest dabe.. lê giropên cuda hene li Sûriya ku hikum li navçeyên Sûriya dikin û çek di destê wan de ye û kontrola navçeyên diyarkirî dikin. Wate her çiqas Esed baştir kontrola Dîmeşqê jî bike ji niha ve, lê bakorê wî welatî wê valahî têde hebe, û opozisyonê bingeheke yekgirtî tune ye, lewra metirsî pire ku rewş wekî ya Efganistanê bibe û peywendiya van giropana bi tûra nêvdewletî re hebe wek Alqaîde û giropên wehabî û niha rewşa Sûriya pir aloztire.))

Kongireya Cinêf2, ladana Esed yan sepandina çareseriyê

Niha Rûsiya lingê xwe li ser wê yekê ragirtiye ku pêwîste berî dawiya meha Novemberê kongireya Cinêf2 were lidarxistin, ev di demekê de ye wek çavdêr nîşan didin paş sarbûna Emrîka ye ji lêxistina serbazî dijî Sûriya, opozisyona Sûriya rastî bêhêviyeke mezin bûye û hejmarek girop jî ji Hevpeymaniya Opozisyona Sûriya cuda bûne û niha zêdetir piştevaniya rewta îslamî ya tundrew dikin, di vê rewşê de ku tenê 20 roj mane bo kongireya Cinêf2 di dema xwe de were lidarxistin, hên jî aliyên opozisyona Sûriya tu amadekarî bo kongireyê nekirine û li gor boçûna pisporan jî ew deme têra wê yekê nake ku opozisyona Sûriya bikare amadekariyê bike, ev rewşa nêvdewletî û ew rewşa xerab ku opozisyona Sûriya têre derbaz dibe boye sedem ku Beşar Esed bidengê bilind zêdetir biaxife û ne tenê mercan qebûl nake belku hewil dide mercên xwe jî bisepîne, profîsor Poter di dirêjiya axaftina xwe de bo Gulan tekez li ser vê yekê kir: (( ez dibînim ku danstan û hevsengiya nav civaka nêvdewletî amajê bi mana Esed di deshelatê de û sepandina ecindayekê bo çareseriya siyasî dikin, bê goman ew piştevaniyeke bihêz ji aliyê Rûsiya ve dibîne lewra mercên pêşwext retdike wek berdana deshelatê beşek be ji çareseriyê.))

Her di vê derbarê de rojnamevan û vekoler Hesen Selîm Oztrem di dirêjiya lêdwana xwe de û wek piştgirek bo boçûnên Davîd Boter tekez li ser wan xalan kir ku pêgeha Esed bi hêz bûye û di vê derbarê de got: ((Ez dibînim pir sedem hene dikin ku Esed bi zimanekî tûj tir biaxife, wek hilweşîna biryara destêwerdana Emrîka di Sûriyê de di demijmêrên dawî de, herwiha piştevaniya Rûsiya bo Sûriya di biyavê nêvdewletî de, niha hikumeta Esed hest pê dike ku bi hêztire û ji vir û wêve tu destêwerdanên serbazî di rojevê de yunene, anku niha Esed hest dike ku bi silamet û bi hêze û hewla danîna mercan dide û niha jî Civaka Nêvdewletî zêdetir çav li çareseriyeke diplomasiye ne sepandina sizayan bi ser Esed de. Bi berçavgirtina hemû van sedeman niha Esed wek serkirdeyekî bihêz reftarê dike berî ku konferansa Cinêf2 destpêbike. Herwiha halî hazir proseyeke hawterîb heye berev kombûna Cinêf2, her wek win dizanin kombûneke din hebû di 15 û 16 tişrîna yekem li Cinêfê di navbera Îran û giropa 5+1 û behsa cudahiyan hate kirin bo çareserkirina vê kêşeyê. Ji aliyekî din ve ew despêşxeriya dîplomasî ya ji aliyê Rûsiya ve hatiye kirin helwêsta Îranê jî di astê Sûriya de li xwe girtibû, ji ber ku bi hemû aliyan ve piştevaniya Esed dikir, û niha jî Îranê cihekî gerentî tir heyee li Sûriya, bi berhevkirin bi karekterên din yên navççeyê. Lê tevî van jî nayê pêşbînî kirin ku kêşe bi sanahî were çareserkirin, ji ber ku giropên opozisyonê Esed wek beşeke ji kêşeyê dizanin, wate taku Esed di deshelatê de be bi zehmete were karîn zemîneyeke siroştî bo danûstana di navbera giropên opozisyonê û hikumeta Esed de were dîtin, lê pêşveçûneke pozetîv heye di astê nehîştina çekên kîmawî de li Sûriya, ev pêşveçûneke pozetîfe û serkeftineke bo Civaka Nêvdewletî. Tevî wê jî ez dibînim kêşe ji çekên kîmawî yên Sûrî mezintire, çûnkî herwek min destnîşankirî niha aliyên din hene li Sûriyê ku bi hêztir dibin û hevpeymaniya Sûrî perçe perçeye û niha zêdtir ji aliyekî hene ku nûneratiya berdest û berjewendiyên cuda dikin, wate dîtina çareseriyeke dîplomasî di nav Sûriya de -ne li ser astê nêvdewletî – wedike ku çetin be Esed û giropên cuda bikarin rûnin û danûstanê bikin û bigînin rêkeftinê, niha em bi Efganistankirina welat dibînin, bi zeîfkirina deshelata dewletê di çarçovê sinûrê welat de, ku bi boçûna min ev dibe sedemê peydabûna kêşeyeke mezintir di demê dirêj de, çûnkî hebûna van giropana dibe sedemê dirustbûna tureke terorîstî di nav Sûriya de berev Ewropa û Qoqazê û bo welatên cuda yên Rojhilata Naverast. Em niha liveke mezin berev Sûriya ve dibînin, lê di demê dirêj de ew vedigerin welatên xwe û kêşeyên mezintir dirust dikin. Xala duyê - ji bilî ev tûra terorîstî- niha kêşeyeke mezin li Urdin û Libnanê çêdibe, ji ber ku niha hejmara penaberan 2 – 3 milyon kesin û piraniya wan li Urdin û Libnanê ne, ev du welat jî ji aliyê aborî ve lawazin, û helsokewt kirin di gel vê rewşê kêşeyeke zêdetir bo van welatana dirust dike. Eger rewşa Sûriya jî berdewam be wê hejmara penaberan li Urdin û Sûriyê zêdetir bibin û ev yek dibe egerê dirust bûna ne aramiyê li van du welatan û metirsiyê bo ser din yên navçeyê dirust dike. Xala sêyê peywendî bi Iraqê ve heye, ev welat di rewşeke hestyar deye û di peywendiyê de bi Sûriyayê re di rewşeke hestyartir deye, ji ber heftane deriyên sinûrî ji aliyên giropên cuda ve tên kontrol kirin. Herwiha barekî giran tê ser pişta Iraqê ji ber hatina penaberan û ji ber hat û çûna giropên çekdar di navbera sinûrê Iraq û Sûriya re, wate gereke em hemû van kêşeyan di ber çav re derbazkin û giringiyê bidinê di qunaxên bê de.))
Top