• Friday, 17 May 2024
logo

Kurdistana Rojava pêwîstî bi yekrêzî û bi hev re karkirinê heye

Gulan Media October 20, 2013 Raport
Kurdistana Rojava pêwîstî bi yekrêzî û bi hev re karkirinê heye
Ew rewşa niha bo Kurdistana Rojava hatiye pêş berpirsyariyeke dîrokî xistiye ser milê hemû gelê Kurdistanê bi giştî û part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, daku mifayê li vê derfeta dîrokî bigrin û dawiyê bi ew rewşa ne siruştî ya kurdên Rojava bînin ku heyamê bi dehan salin ne tenê mafên wan hatine binpêkirin, belku mafê wan yê welatîbûnê wek welatiyekî Sûrî ji wan tê standin, mafê pêdana regeznameya Sûrî bi wan rewan ne dihat dîtin, ji vê jî zêdetir ku cihê nîgeraniyê ye, heta niha opozisyona Sûriya bi zelalî danpêdan bi mafên netewî yên gelê kurd nekiriye û ne amadeye wan mafan bide, lewa ewa di ev hevkêşeya aloz de dimîne, îrada kurd yekrêz û yekgirtî be daku ew karîne çêbibe bo seknandin li pêş wan kêşeyan rawestin ku di vê qunaxê de rastê tê, bo mifa wargirtin ji ev delîfeya dîrokî zû zû rêzdar Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê hewil da aliyên siyasî yên Rojava li jêr sîbera Encumena Niştimanî de kombike daku bi kêmanî bo derbazkirina vê qunaxê hemû aliyên siyasî li ser ew hêlên giştî kok bin ku ji vê qunaxê re dibe çarçoveyek bo peydakirina mafên kurdan li Kurdistana Sûriya, bo vê yekê jî li jêr çavdêriya Rêzdar Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê rêkeftinek bi navê Rêkeftina Hewlêrê îmze kir, daku hemû aliyên Kurdistanî yên Kurdistana Rojava bi wê pabend bin û wan navçayan birêvebibin ku niha li jêr destê Kurdên Sûriya de ne.

Mixabin ew omêda bi vê derfeta dîrokî re hebû bo kurdên Sûriya , takrewiya aliyekî siyasî wek PYDê ev omêde kiriye metirsiyê û tirs ji wê yekê heye ev delîfa dîrokî ji dest kurdên Sûriya here ku bi dehan salin xewna pê ve dibînin.

Kurdên Sûriya di navbera herdu kevirên destar yên Rejîm û Opozisyonê de

Roxana Rejîma Beisa Esed ji bo Kurdên Sûriya di baştirîn rewş de wek roxana rejîma Beis Sedam e bo Kurdên Îraqê, ev jî pir bi zelalî wê manayê dide ku tenê bi roxana rejîma Besa Beşar Esed kêşa Kurdî li Sûriya çareser nabe, her wek çawa roxana rejîmên Îraqê yek li dû yek kêşa Kurdan çaresernekir, lewra di vê nêrînê de eger em vegerin bo ezmûna tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê li Başûrê Kurdistanê, em ê hest bikin ku di hemû serdeman de çend rewşên çetin hebûn yan delîfe hebûye, wê demê tenya rê ku bûye gerentiyê bidestxistina mafên kurd li her çwar parçan tenê yekrêzî û hev qebûlkirina navbera hêzên siyasî yên Kurdistanê bû, her ev yekrêzî û yekgotarî û hevqebûlkirine di demên pir çetin de dergehê omêd û hêviyan di rojên pir çetin de vekir, berûvajî heta heger rewş pir hemahengbûbe heger aliyên siyasî yên Kurdistanî ne yekrêz bûbin û hevdû qebûl nekiribin li wê demê ew rewşa hemaheng ketiye metirsiyê û şerê navxwe di navbera aliyên siyasî de peydabûye û derencammê de kurdan zerer kiriye, sebaret bi giringiya yekrêziya navbera aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava ku niha ji ber tekrewaayiya PYDê çinemaye biderize, Ebdulhekîm Beşar skrtêrê Partiya Demokrataa Kurd di axaftineke taybet de ji bo Gulan ragihand, niha li Rojava part û aliyên siyasî yên din ketin jêr guvaşa mezin ya PYDê de. Di vê derbarê de got: ((Bi rengekî giştî guvaşeke pir mezin a serkotkar li ser kadroyên partiya me û gelê kurd heye ji aliyê PYDê ve, bi taybet jî awarekirin û derxistina endamên me, ew guvaşên PYD li ser gelê me li Sûriya dike bandora xwe li ser rewşa asayîşê û têkdana jiyana rojane ya xelkêê kiriye, hejjmara ew ên di van rojan de ji Sûriyê li ser cih û malên xwe koçber bûne û berê xwe dane navçeyên dewirûber gîştiye 50 hezar welatî kurd, di rastiyê de ew siyaseta tê meşandin siyaseta tepeserkirin û dûrkirina xelkê ye ji cihên bav û kalan û valakirina navçeyên kurdî ye. Ew PYDê kiriye ez bawer nakim Rijîma Sûriya bi vî şêweyî li hember wî xelkî kiribe, sedem û handana bo vê reftarê vedigere bo ew part û aliyên syasî yên din yên rojava naxwazin şerê navxweyî yê kurdî dirust bibe, lewra PYDê jî vê derfetê ji xwe re bikaraniye û dest bi bikaranîna hemû curên tepeserkirin û kuştin û derxistina xelkê kiriye, herwiha PYDê ne amadeye danûstanê bike û beşdar be di biryara çarenivîs û paşeroja gelê me de, dixwaze bi xwe fermander be û hêzên din dûvelank bin)).

Ewa Ebdulhekîm Beşar jib o Gulanê amajepêkirî ew metirsiye ye ku eqliyeta takrewiyê ya PYDê li hember aliyên din dike, lê pirsyara giring li vir ew e gelo part û aliyên siyasî yên din li Rojava ta çiqasî yekrêziyê û hevqebûlkirinê giring dizanin? Me ev pirsyar ji berêz Tahir Sifok sikreterê Prata Niştimaniya Demokrata Sûriya kir û wî bi vî rengî bersiva pirsyara me da: ((em wek tevgera kurdî dijminên me pirin, heger dostên me jî hebin ew dûrin û tim berjewendiya xwe dixine pêş berjewendiyên me, ji ber vê yekê gereke hemû aliyên nav tevgera Kurdî berjeweendiyên yekalî û tenga partiyan dînin aliyekî li her perçeyeke Kurdistanê bila werin û hizir di paşeroja vî miletî de bikin û hewil bidin bi şêweyekî rêkûpêk muamelê bi dost û dijminan re bikin… ta niha her wek hemû alî dizanin, çi Rejîma Sûriya û çi opozisyon çi aliyek ji wan danpêdanê bi mafên Kurdan nakin, lera pêwîste tevgera kurdî hertim hizir di wê de bike ku bikare aliyên herêmî û nêvdewletî box we bikşîne daku bikare ew mafên daxwaz dikin bi wan bide nasîn û bi yek gotar ew mebesta wan e bixine pêşiya wan çûnkî pir zehmete kurd li wî cihî bê piştevaniya nêvdewletî û hêzên xêrxwaz yên herêmî bigehin wan omêdan û paşerojeke ron ji xwe re misoger bike. Ji vê jî giringtir yekrêzî berî hemû tiştekî tê ji peywendî bi tevgera rizgarî xwaza kurd li her çwa parçên Kurdistanê, jib o dema niha ya Rojava jî em bi wê hêviyê ne ku rêkeftina Hewlêrê were cêbecêkirin, eger bendên wê rêkeftinê yan nîvî wê hatiban cêbecêkirin me yê karîba yekrêziya kurdan biparasta lewra mixabin berpirsyariya yekem ya vê cêbecênekirinê biraderên PYDê bûn. Herwek serok Mesûd Barzanî ji me re tekez dike ku em yekrêziyê biparêzin û hevkariya hev bikin eger na, tu aliyek nikare bi tenê serkeftinê çêke. Ji aliyekkî din ve jî wek em dibînin hewil ji bo yek gotariya kurdan li her çwar parçên kurdistanê berdewamin û ew ê cihê hêvî û xweşhaliya me kurdan e li her çwar parçan ew e ku kongireya netewî bibe fakterek ji bo dirustbûna yekrêzî û yek gotariya kurdan bi giştî, hevdem encamên mifadar di berjewendiya hemû kurdan de be, ev ji bilî ku ew kongreye di xema girift û kêşeyên hemû kurdan de be bi rengekî ku li her perçeyekî kêşe hebin çareserî jê re were dîtin.

Takrewiya PYDê ziyanê digehîne berjewendiyên Kurdan

Part û aliyên siyasî yên Rojava reftar û takrewayiya PYDê bi dijî berjewendiya gelê Kurd û bo berjewendiya dujminan datînin, ev jî wê watayê dide ku di qunaxa werçerxanê yan qunaxa lawazbûn yan roxana rejîmên dîktatorî wek pirofîsor Cîn Şarb di vekolînekê de bi navnîşana (ji dîktatooriyetê bo demokrasiyê) amaje kiriye ku bi roxana rejîmên dîktatorî hemmû kêşe bi dawî nabin, ji ber ku mîrata rejîmên dîktatorî pêktê ji birçîbûn û tawan û şêwandinê, lewra dema rejîmên dîktatorî dişkên em hestdikin dobare bingeh ji bo wan partên takrew dirust dibin ku dîktatoriyeke din avabikin, ev diyarede jî ji wan partiyan serîhildide ku serkrdeyên wan pêktê ji desteyeke destebjêr ku hewil didin di çarçovê aydiyolojiyeke diyarkirî de îrada xwe bi ser aliyên din de ferz bikin û çi watayek ji bo bihevre jiyanê û hev qebolkirinê nemîne, di vê rewşê de ku armanca wê girop û desteyê tenê dibe xwe sepandin û xwe feriz kirin, wiha mafên mirov tên binpêkirin û rewş tê guhertin bo têkdan û sergerdanbûna welatiyan, ev rewşa Cîn Şarb amaje pêkiriye li Rojavayê Kurdistanê û di encama reftarên PYDê de hest pê tê kirin û part û aliyên siyasî yên din jî hest bi vê rastiyê dikin û tekezê li ser wê dikin ku ew ziyana di derencamê reftara PYDê de di vê qunaxê de ber bi tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê dikeve, pir ji wê ziyanê zêdetire ku rejîma Esed li tevgera rizgarî xwaza Kurdistanê daye, di vê derbarê de di dirêjiya axaftina xwe de bo Gulanê Ebdulhekîm Beşar bi vî rengî helwêst da û got: (berê, siyaseta PKKê di salên nudiyan de ew bû ku bi axaftina wan Kurd li Sûriya tunene belku ji cihên din hatine û pêwîste vegerin cihê xwe yên berê, niha jî siyaseta PYDê bi vî şêweyî ye ku gereke hemû navçeyên kurdî werin valakirin, vê ca bo ku diçin bila biçin çi bo Iraq yan bo Turkiya yan cihekî din wate niha ev siyasete tê peyrewkirin, ev jî wekî siyaseta Beisa şovînî ye. Ev beşeke ji ejindaya Rejîma Sûriya, çûnkî ew Rejîme karîgerî bo ser reftara PYDê heye, ew dixwaza hevrikiya navbera taîfe û ol û neteweyan de bike, di navbera Sune û Elewiyan de, herwiha hevrikiya bîrûbawer di navbera giropên tundrew yên Îslamî de, herwiha navbera Ereb û Kurd, dawiyê di navbera pêkhatên Kurdî bi xwe bi xwe de, lê hher hal karîgerî û encamên vê kêşeyê dikeve stoyê me bi xwe de ku em nikarin çareseriyeke guncayî ji bo bibînin. Çareserî jî di wê de ye ku (PYDê) niha peywendî û hemahengiyeke bi hêz bi rejîma Sûriya re heye gerek dest jê berde, yan di çarçoveya ejindaya Kurdî de kar bike û beşdariyeke karîgerane bike di tevgera rizgarî xwaza kurdî li Sûriya lê bijareyên din renge pir giran bin. Herwiha ji aliyekî din ve niha em dibînin ku rêzdar Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê hewil dide hemû aliyan ji hev nêzîk bike daku ji aliyê siyasî û leşkerî ve gotarek û hêzek yekgrtî ya kurdî peydabibe, lê hin alî hene li dijî van gavan tevdigerin, ew dixwazin rêzên Kurdan têkbidin û cudakariyê bixine navbera hemû beşan de di xizmeta berjewendiya tenga partayetiyê de)).

Ew a siyasetmedarên kurdên Rojava bi metirsî bo ser doza Rojava amajê pê dikin reftarên takrewî yên PYDê ye, lewra niha hewlên hemû aliyan bo wê ye ku guvaşeke siyasî dirust bikin daku PYD destberdarî wê takrewiyê be û bawrî bi hev qebûl kirin û bi hev re karkirinê bike, di vê derbarê de berêz Şelal Kedo endamê pîlotbîroya siyasî partiya çepa demokrat li Sûriya di axaftineke taybet de bo Gulan tekez li ser wê yekê kir ku nabe PYDê li ser reftarên xwe berdewam be û di vê barê de got: ((niha metirsiyeke mezin li ser kurdan heye bi giştî û li ser Rojavayê Kurdistanê bi taybetî heye, hevdem roşnahiyeke zor li ser doza kurdî li vê navçeyê heye lewra yekrêziya kurd di vê qunaxê de ji hemû tiştekî giringtire, herwiha nakokî û cudahiya navbera aliyên kurdî de li her parçeyeka Kurdistanê bo berjewendiya dujminane, derbarê bi hevgirtinê jî ew hêviyeke bo me çûnkî bo nimûne em dibînin bi dehan dewlet li kêşwera Ewropa di çarçoveya Yekîtiya Ewropa de bi hev re kardikin, bo çi em kurd li her çwar parççên Kurdistanê em nikarin wek yek milet yekîtiya xwe biparêzin. Lewra ji bo berjewendiya kurdî nabe PYD yan her parteke din li Kurdistanê xwe bi ser aliyên din de bisepîne, her partek dikare li gor seng û karîn û hizûbîrên xwe muamelê bi rewşê re bike, nabe partek xwe mezintir ji partek din hesabike, çûnkî hemû alî kar ji bo xizmetkirina gelê kurd dikin di vî welatî de, çi encumena niştimanî yan encumena gel ya Rojavayê Kurdistanê, lewra heger bi tenê û takrewî karbikin li dawiyê zererê digînin miletê me. Renge encumena me di gel PYDê di hinek tiştda cuda be, lê gereke em wê li ber çav bigrin ku gereke hemû bo berjewendiya kurdan kar bikin, bo vê jî diyalog di navbera herdu encumenan de dibe egerê çareserkirina cudahiyan, nakokî û hevrikiya navbera Kurd-Kurd li Sûriya karesate bo miletê me lii Sûriya bi giştî, lewra yekrêziya kurd li Kurdistanê û li derveyî kurdistanê tiştekî pir giringe , lewra me çaverêya wê dikir Kongireya Netewî ya Kurd di vê qunaxê de dest bi karên xwe bikira çûnkî bo hemû Kurdan destkefteke giring bo, ji ber ku wê zêdetir ronahî bixista ser kêşeya me li Rojavayê Kurdistanê, lê paşxistina girêdana vê kongireyê bo du mehên din raste pir karîgerî tuneye lê belê giringe zû were girêdan, daku hemû welatên cîhanê agehdar bin ku miletê kurd wek hemû miletan mafê xwe heye bi rengekî demokrasî û aştiyane jiyan bikin. Herwiha rêkeftina Hewlêrê pir giringe bo qunaxa niha ya Kurd li Rojavayê Kurdistanê, çûnkî ev rêketine çarenivîs saze û stratîjîke û bi çavdêriya serok Mesûd Barzanî li paytextê Herêma Kurdistanê hatiye îmzekirin û pêwîste hemû aliyek rêzê lê bigre, çûnkî eger ne ji wê rêkeftinê ba me nedikarî karê xwe li Rojavayê kurdistanê bikin her ji ber wê em wek Encumena Niştimanî û Parta Çepa Demokrat li Sûriya daxwazê li hemû kuurdekî dikin ku pabendî wê rêkkeftinê bin û cêbecê bikin.))

Kurdistana Rojava û mifa wergirtin ji derfeteke zêrîn

Çawa li sala 1991ê derfeteke zêrîn ji bo beşeke Kurdistana Başûr çêbû û karîn ezmûneke demokratîk jê behembînin ku niha cîhan bi şanazî behsê dike, bi heman şêwe ew derfete bo Kurdistana Rojava jî çêbûye û çêdibe ji bo berjewendiya Kurdistana Rojava mifayyeke mezin jê bibînin û nimûneyeke din ya ciwan ji xwe rêvebirina Kurd nîşanî cîhanê bidin, lê ev çawa dirust dibe? Bêguman gereke hemû part û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê bigehin wê baweriyê ku takrewî û xwe sepandin ji bilî ku rûyekî neşêrîn nîşanî cîhanê dide di heman dem de Kurdên rojavajî sergerdan dibin, lewra di vê çarçovê de veger bo mejî û lojîkê û xwe dûrxistin ji xwe sepandinê û takrewiyê bingehekî dirust dike ku dikarîn de be gavên giring bo wê armancê were avêtin, sebaret bi vê yekê berêz Elî Şemdîn endamê Encumena Niştimanî ya Sûrî di axaftineke taybet de bo Gulan bi vî rengî li ser vê pirsê helwêst da û reya xwe ji bo Gulan derbirî: ((niha derfetekke zêrîn hatiye pêş, eger yekrêzî û yek gotarî bo sercem kurdan pêwîst be wê demê bo kurdên Sûriya deh caran pêwîsttire, lewra heger em bikarin wê yekrêziyê dirust bikin bi rêya encamdana diyalogê li gel hemû aliyên kurd û Encumena Niştimanî li Sûriya wê demê em ê serkevin, berovajiya wê dê temenê rejîma Esed dirêj bibe û xwîna zarokên me zêdetir bi neheq were rêtin, lewra di ev qunaxa pir giring de di gel ku nakokî di navbera aliyên kurdî li Sûriya dîrokeke kevin heye lê em dikarin kêşeyên xwe çareserbikin, tevgera kurdî li Rojava pêwîstiyeke zor bi piştevaniyê heye belê ne bidestêwerdanê , lewra her hewlek were dayîn ji bo yekrêziya kurd pir giringe û cenabê Serokê Herêma Kuridstanê jî di vî alî de bi sipasî kêmasî nekiriye, lê hinek kêşe hene û hinek car jî astengî ji mere tên dirust kirin yan destêwerdan tên kirin, ku Kurdên Rojava di nav hêzan de tên dabeşkirin ku ev jî pir nîgetîve û ji bo me pir xerabe çûnkî pêwîstiya me piştevaniyekee sertaserî ye bo tevgera siyasî kurdistanî di warên siyasî û aborî û ragihandinê de, yan nasandina tevgera me li ser astê nêvdewletî. Ew bûyer û pêşhatên niha li Rojhilatê Naverast zêdetir karîgeriyên wê li ser tevgera rizgarî xwaza kurd heye taku em hizrê di rêyekê û yekrêziya xwe pêkbînin bû rûbirûbûna her pêşhatekê ku ziyanê bi kurdan gehîne, niha jî derfetek hatiye pêşiya kurdan ew jî girêdana kongireya netewî ya kurd e bi serpereştiya serok Mesûd Barzanî bo destnîşankirina arîşe û giriftan û dîtina rêçareyekê bo hemo kêşeyan, her çiqas hat paşxistin jî lê ew cihê omêda me ye, lewra niha derfetek bo kurdan hatiye pêş û pêwîste em bi temamî bikin di xizmetê miletê xwe de)).
Top