• Tuesday, 07 May 2024
logo

Jin dikare heta mirinê zarokan bîne

Gulan Media September 8, 2012 Civakî
Jin dikare heta mirinê zarokan bîne
Piştî dahênaneke nû di neştegeriyê de, bijîjk radigihînin ku jin dikare bi dirêjiya temenê xwe ducanî bibe, ew jî piştî bicihanîna neştergeriyeke serkeftî di hêkdanê de û herwiha paşxistina rawestana gera mehane û destpêkirina temenê bêhêvîtiyê (pirranî di navbera 40 û 60 salî de).

Bijîjk dibêjin ew teknolojiya nû, ku beşekî ji hêkdanê radike û rawestandina wê heta çend salan, piştre vegerandin bi rêya neştegeriyê, dikare bi awayekî karîger temenê bêhêvîtiyê yê jinan rawestîne. Bijîjk diyar dikin ku tekane tiştek ku bikare rê li ber ducanîbûnê bigire, kêmbûna şiyana jinê ye ji bo hilgirtina zarok di zikê xwe de.

Doktorê neşterger li nexweşxaneya Saint Luke li bajarê Saint Louis li Amerîkayê, Sherman Spiller, ku di 11 niştergeriyên çandina hêkdankan de beşdarî kiriye dibêje: “Jinên îro ji sedî 50 derfeta wan heye ku sed salî bijîn, ev jî tê wateya 50 salî di temenê bêhêvîtiyê de dijîn.” Sherman da zanîn ku ew neştergerî berî 8 salan hatiye kirin û heta niha jî her serkeftî ye, ev jî tê wateya ku êdî ev teknolojiya rast e û êdî nabe li jêr testê bimîne.

Yekemîn neştergeriya serkeftî ya bi vî rengî sala 2003yê li Belçîkayê hat pêkanîn û piştî salekê zarok ji dayik bû. Yek ji nexweşên Dr. Sherman jî piştî ku 12 salan di temenê bêhêvîtiyê de bû, bi rêya çandina hêkdankan zarokek anî. Ji bilî ku hinek jin dixwazin piştî temenê bêhêvîtiyê zarokan bînin, lê pirraniya jinên ku ew neştergerî derbas kirine berê bi penceşêrê ketibûn û ji ber nexweşiyê nikaribûn zarokan bînin.

Rudaw
Top