• Thursday, 02 May 2024
logo

Li Tirkiyê di 6 mehan de 92 jin hatin kuştin

Gulan Media August 21, 2012 Civakî
Li Tirkiyê di 6 mehan de 92 jin hatin kuştin
Li gorî daneyên ji aliyê Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin di şeş mehên pêşî yên sala 2012an de 92 jin di encama tundiyê de jiyana xwe ji dest dane.

Saziyê di rapora weşandî de tundiya di 6 mehên pêşî yên sala 2012an li hemberî jinan pêk hatin nirxand. Li gorî raporê di vê demê de 92 jin hatin kuştin. Piraniya jinên hatin kuştin ji ber biryarên derbarê jiyana xwe de dane, ji aliyê hevser, malbat an jî hevalên xwe ve hatine kuştin.

Di raporê de tê destnîşankirin ku hukûmeta AKP’ê mijara parastina jinan daye aliyekê û handana (teşwîqkirin) tundiya li ser jinan dike. Di raporê de hat diyarkirin ku ji avakirina Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî û vir ve kuştinên jinan ji sedî 54 zêde bûne.

Di raporê de xwekuştinên jinan jî hatin destnîşankirin û ragihand ku gelek kuştin bi xwekuştinê tên veşartin û got ku gelek kuştin di bin navê xwekujiyê de tên xefkirin.

Di raporê de hat diyarkirin ku pirsgirêkên aboriyê jî bandor li ser kuştina jinan dikin û hat ragihandin ku hejmara kuştinên di 6 mehên pêşî yên 2012 de pêk hatin û yên di tevahiya 2011an de pêk hatin wekhev in.

Platformê da zanîn ku sedî 28ê êrîşan ji ber daxwaza hevberdanê li hemberî jinan pêk tên. Di vî warî de rêjeya hesûdiyê jî sedî 22 e.

Rudaw
Top