• Thursday, 02 May 2024
logo

Di 6 mehan de 21 jin li Herêmê hatine kuştin

Gulan Media August 14, 2012 Civakî
Di 6 mehan de 21 jin li Herêmê hatine kuştin
Li gor amarên ku ji birêveberiya giştî ya tundûtîjiya ser bi wezareta navxwe gihîştine destê Xendanê, di 6 mehên borî de li Herêma Kurdistanê 21 jin hatine kuştin û hezar û 366 gilî jî ji aliyê jinan ve hatiye tomar kirin.

Birêvebirê giştiyê tundûtîjiyê rexneyê li aliyên peywendîdar digre ku bidûvçûna li egerên tundûtîjiya li Herêma Kurdistanê nakin.

Li Herêma Kurdistanê di şeş mehên bihurî de, li her sê parêzgehên herêmê (Silêmanî – Hewlêr – Duhokê) tevlî Germiyanê rêjeya tundûtîjiyê bi vî awayî ye:

Kuştin: 21
Xwe kuştin: 16
Şewitandin: 140
Xwe şewitandin: 60
Îşkence: 473
Gilî: 1366
Destdirêjiya sêksî: 75

Birêvebirê tundûtîjiya li dijî jinan Kurdo Omer, amaje bi hewlên birêveberiya tundûtîjiyê dike û dibêje: “Tundûtîjiya li dijî jinan li hemû welatên donyayê heye, her weha bi hêsanî nayê binbir kirin, em li birêveberiyê stratejiya me heye û kar li ser dikin.”

Omer got: “Pêwîste aliyên peywendîdar û navendên taybet li ser pirsa jinan vekolin û bidûvçûnê bo amaran bikin li egerên tundûtîjiyê her berdewam bikolin û tenê gotinê li ser hejmaran nekin.”

Xendan
Top