• Thursday, 02 May 2024
logo

Ciwanekî Îraqî li Atînayê hate kuştin

Gulan Media August 13, 2012 Civakî
Ciwanekî Îraqî li Atînayê hate kuştin
Li Yewnanîstanê ciwanekî hemwelatiyê Îraqê yê 19 salî ji hêla nijadperestan ve hate kuştin. Lê belê zelal nebû ka ciwanê Kurd e yan jî ji neteweyek din a xwedî hemwelatîbûna Îraqê ye.

Di dema dawî de li Yewnenîstanê biyanî ji hêla nijadperestan ve wekî sedemê derketina krîza aborî têne hedefnîşandayin. Ev hedefnîşandan bû sedemê kuştina biyaniyekî li Atînayê. Piştî êriş li ciwanê 19 salî hate kirin, ew rakirin nexweşxaneyê û li wir can da.

Li gor agahdariyan pênc kesên nenas li navenda paytext Atînayê bi kêran êrişî ciwanên biyanî kirin û di encamê de ciwanê hemwelatiyê Îraqê yê 19 salî jiyana xwe ji dest da.

Li dijî penaberan operasyon hatibûn destpêkirin
Li gor şahidên bûyerê dibêjin, êrişkeran destpêkê êrişî biyaniyên din yên sereş kirin. Li gor agahdariyên berdevkê polîs, ew ciwanên di destpêkê de hatin êrişkirin, reviyan û karîn xwe xilas bikin. Rojnameya "Kathemerînî" jî diyar kir ku ew biyaniyên ji hêla nijadperestanve hatin êrişkirin biyaniyên ji Romanya û Maroko bûn.
Wezîrê Parastina Welatiyan Nikolaos Dendias êriş şermezar kir û diyar kir ku dewlet û dad wê li dijî vî tawanê hatiye kirin bikeve di nava li v û tevgerê de.

Hêjayî gotinê ye ku hefteya derbasbûyî Wezîrê Parastina Welatiyan biyaniyên qaҫax ên li Yewnanîstanê dijîn wekî 'dagirker’ bi lêv kiribûn û wisa axifî bû: "Welat ber bi xirabûnê ve diҫe. Em bi dagiriyekî re rû bi rû mane." Di operasyonên hefteya din ên li dijî penaberên bê destûr li wir dijîn hatin kirin de zêdeyî hezar kesî hatibûn girtin.

Serokwezîr gef li penaberan xwaribûn

Serokwezîrê Yewnenîstanê Antonis Samara yê konservatîf pêşiya hilbijartinan gotibû ger ew bi ser bikeve , ew ê "bajarên xwe dîsa rizgar bikin" û "lehiya penaberan a diherike welatê wan" bidin sekinandin. Yewnenîstanê roja ҫarşemê hejmara polîsên xwe yê li ser sînor li herêma Evrosê jî ji 600 memûrî rakiribû 1800an. Li gor îstatîstîkên fermî li Yewnenîstanê 800 hazar biyaniyên bi awayekî fermî dijîn hene. Hejmara penaberên bêdestûr li Yewnenîstanê dijîn derdora 350 hezaran tê texmînkirin.

Li Yewnenîstanê ne tenê serokwezîrê niha di dema propagandaya hilbijartinê de li dijî penaberan axifî bû, herwiha di hilbijartinên 17ê hezîranê de partiye nijadperest a bi navê Chryssi Avgi (Berbanga Zerîn) 18 parlamenter biribûn meclisê.

Rudaw
Top