• Thursday, 02 May 2024
logo

Nêçîrvan Barzanî: Bi navê şerefparêziyê zilmeke mezin li jinan hatiye kirin

Nêçîrvan Barzanî: Bi navê şerefparêziyê zilmeke mezin li jinan hatiye kirin
Duh roja duşemiyê (06.08.012) li bajarê Hewlêrê, Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê serdana konseya bala a xanmên Kurdistanê kir û digel serok û endamên konseyê civiya.

Di civînê de, serokê hikûmeta Kurdistanê dilgiraniya xwe li hember wê ”zilma” giran a bi navê adet û nerîtên civakiyên şaş û bi navê ”şerefparêziyê” li jinan li herêma Kurdistanê tê kirin diyar kir û tekîd li ser îradeya siyasiya hikûmetê kir ku, ji bona baştirkirin û çakitirkirina rewşa jinan li Kurdistanê bixebite.

Barzanî got ku, eger heta niha bi awayekî dîrekt xebatên hikûmetê yên ji bona baştirkirina rewşa jinan nehatibine ragehandin, ev yek jiber hindê bûye ku, piştî destbikarkirina kabîneya heftem a hikûmeta Kurdsistan di rêya rapirsî, şopandin û lêkolînên meydanî, hikûmetê xwestiye bi awayekî hûr rastiya rewşa jinan lêkolîn bike û li ber ronahiya wan rapirsî, şopandin û lêkolînan siyaset û pilaneke rast bo baştirkirina rewşa jinan li herêma Kurdistanê darêje.

Di civê de, seroka konseya bala a xanimên Kurdistanê Pexşan Zengene behsa çend kêmasiyên konseyê yên di warê yasayî û îdarî de kir û got ku, konseya wan pêwîstî bi îradeyeke siyasî û biryarên civata wezîrên Kurdistanê heye daku, bikarin baştir kar bikin û stratejiya xwe piraktîze bikin.

Nêçîrvan Barzanî bi baldariyek mezin ve guhdarîya serok û endamên konseya bala a xanimên Kurdistanê girt û got ku hikûmeta herêma Kurdistanê dê di demek nêzîk de stratejîya hikûmetê a di warê jinan de ji raya giştî re îlan bike. Serokwezîr got ku, her ji bo heman armancê ew dê digel aliyên peywendîdar û rêxistinên medenî bicive.

Barzanî got jî ku, hikûmeta herêma Kurdistanî amadeya piştgirya kar û xebatên konseya xaniman bike û hikûmet ji bona amadakirina yasayek taybet bo konseya xaniman kar dike.

Biryare roja çarşemiyê 08.08.2012ê serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî digel komîteyek taybet a pirsên jinan li avahiya civata wezîran bicive û rewşa jinan li herêma Kurdistanê binirxînin.
Top