• Sunday, 19 May 2024
logo

Di qûnaxa binyatdana neteweyî û damezrandina dewletê de hêza nerim û lojîka jihev famkirinê rê li girift û têkdanê digire

Gulan Media August 1, 2013 Raport
Di qûnaxa binyatdana neteweyî û damezrandina dewletê de hêza nerim û lojîka jihev famkirinê rê li girift û têkdanê digire
(( ji dema min serbixweya Sengafor ragehandî ez mijolî serjinû avakirina dewleta Sengafor bûm, li ser astî derve û navxwe jî êrişek medya tund li ser kesatiya min hebû ji ber dana wê biryarê, ji min re êrişên mediya Malîzya nexweşbûn, ji berku berê Sengafor herêmeka Malîzya bû bi vê biryarê wan ev herêm ji destda, herwesa êrişên medyaya roj ava jî ji min re nexweşbûn çûnkî benderekê giring di destê wan de bû, lê ya pir nexweş ji min re êrişên medyayi yên navxwe yên ku li dijî berjewenda welatê xwe û di xizmeta derve de bûn))Lî Kwan YuÇîroka Sengafor ji sêyem bo yekem

Sembula wan ya neteweyî weke Emrîkî jêre dibêjin bavikên damezrandinê (Fathers Foundation) ew kesatîne ku di nava karwanê dîroka netewa xwe derdikevin û dîrokek nû ji netewa xwe re tumardikin, peydabşna van renge kesatiyan ne ji bo jinavbirina kesatiyên sembuliyên berî xweye, lê belê her kesatiyeka ku digeha astê sembul yan bavikê damezrandinê dibe qeralek ji bo qûnaxeke cuda, loma eger di dawiya sedê şazdê de 1778 z Corc Waşinton weke bavikê damezrandina komara azada Emrîka bênasîn li sedê hevdê jî Ebraham Linkolin heman nasnav wergirt û li sedê bîstê jî Rozfelit ku çar caran ji bo serokatiyê hat helbijartin û şerê duyem yê cîhanê ji bo berjewenda hevpeymanan yekalî kir heman nasnav wergirt, di dîroka netewên din jî de hemo kesatiyên ku bûne sembula neteweyî berperekê taze yê di dîroka netewê xwe de nivîsandî, wek serok Lî Kwan Yu di pirtuka (Çîroka Sengafor ji sêyem bo yekem) amaje dike li hemû cîhanê geryam min tenê berperek nedî min fêrbike çawa ez welatekê mîna Sengafor binyadbinim, lewre ew amojgariyê ji bo hemû serkirdên cîhanê ewe ku gereke hemû serkirde bi xwe pirtuka binyadnana netewê xwe binvîse, wekî çawa Lî Kwan Yu çîroka serkeftina Sengafor ji bo me vedgêre.

Di vê barê de eger em temaşey gandî bikin ku karî hindistanê razîbike, gelo berî Gandî bizavek hebû ji bo retkirina deshelata Îngilîz li wî welatî? Helbet dîrûk ji me re dibêje belê hebû, lê ew şêwazê natund yê xebata rizgarîxwaza Gandî berê nebû, herwesa eger em temaşey cenabê mistefa Barzanî bikin û bipirsin gelo berê cenabê Barzanî şoreş û berxwedan bo rizgarbûnê nebû? Helbet dîrok dîsa ji mere dibêje belê hebû, lê ew şêwazê nû yê Barzanî aniye holê ku bi yek çav temaşey Kurdistana mezin û azadî ji bo tevaya kurdistanê pêştir nebû lewre vê taybetmendiyê wekir milet nasnavê sembula neteweyî bide barzanî, ev jî dirustkirina rêya xebata barzanê ku nexşeya damezrandina cimhuriya sebixweya kurdistanê bû wate armanca Barzanî xuyakirina şoreşa Kurdistanê ye peywendî pêve nîne ku di serdema wî de ev netewe bigehe vê armancê yan ne, belkî ew pêşeng û rênîşandere ku neweya piştî wî bigehin armancên xwe, lewre çawa Corc Waşinton bi ragehandina serbixweya Emrîka nasnavê bavikê damezrandinê hatnaskirin, yên ku bizavkirî azadî û wê serbixweya Emrîka biparêzin û nehêlin Emrîka bikeve di tirsê de heman nasnav wergirt, eger em li vir berovajîbikin û bêjin eger qederê rê nedaba Waşinton serbixweya Emrîka rabigehîne erê her bi bavikê damezrandinê dihat naskirin ? di bersivê de dîrûk ji mere dibêje belê, ji berku li Bostin û li roja ahenga ça vexwarna nav geşteyê biryara şoreşa serbixweya Emrîka da, gelê Emrîka jî ew şeref da Corc Waşinton ku serkirdatiya şoreşa Emrîka bike, loma ya giring ewe îrada xêrê ya ragehandina vê şoreşê ye, loma ew şoreş serbikeve yan jî na ev biryara xêrê her dimîne, loma îrada xêrê ya Barzanî jî ya şoreşa seranser li 11 Eylolê li sala 1961 ê armanca wê binyatnana neteweyî û serbixweya kurdistanê bû lew re ew îrada xêrê her tiştekê pir başe û ne tenê barzanî belku yên ku bune sedem ev îrada xêrê saxbimîne jî xudan nasnavin.

Eger em temaşe bikeyn hemû sembulên neteweyên cîhanê rastî êrişln bêwijdan hatine bo nimûne Corc waşinton ku pêtir ji co çaxan e hîn Emrîkî bi bavikê damezrandinê nasdikin, di demekê de kevte ber êrişên xelkê lê di dema şoreşa Emrîka de wê tim digo ez binemayên şoreşa azadiya gelê Emrîka nakim qurban ji bo rexneyên hind sinêle û herzekaran.

Herweha Mehatma Gandî tûşî rexnên dijwarên Subhas Çandray serokê sopayê nîştimaniyê Hindistanê bû wî ji bo ku xwe bîne rêza Gandî hevpeymanê tev Hêtler dirustkir daku serinca xelkê bo xwe rabikêşe lê bi vî karî ne tenê nekarî Gandî bişûk bike belkî dîroka xwe jî şewitand.
Ev serhatiye ji mere dibêjin pir car girupên biçûk di bara sembulên neteweyî xwe biçûk dibînin, bizavê nakin xwe wek wan sembula bilind bikin belkî dê bizavê kin wan sembula wek xwe biçûk bikin, ev jî di dîrûkê de serkeftin ne aniye û ewên wan bizavan dikin her biçûk mane û sembiljî her wekxwe mezin mane.

Pêşmergeyek :Dirêjepêderê Îrada Mistefa Barzanî ye

Eger em hevberkirinekê bikin û bêjin gelo Mistefa barzanî jî mina wan sembulên cîhanê tûşî pêrabunên bêwijranan hatiye? Di bersiva vê pirsê de xebat û dîrûka Barzanî ji mera dibêje belê, Barzanî ne tenê di asta navxwe ş Îraqê de belku li ser asta cîhanî jî êrişên nerewa kirine ser, belkî ji bo Îraq ê û welatên deverê û cîhanê jî asayiye xedir li sembulên netewey yên kurdistanê bêkirin, lê bi mixabinî ve li ser astê navxwe jî her ji şoreşa Eylolê û ta niha carna xedra bê wijdan li hember sembula neteweyî tê kirin, egera serekî jî ewe ku ew alî hember meziniya Barzanî xwe biçûk dibînin lewre tim bizavan dikin dijatiya vî sembulê neteweyî bikin, li vir pirsek tê holê wate eger mesud Barzanî wek pêşmergeyek li ser heman rê û bi heman îrade bo dahatiyê kurdistanê xebatê bike gelo pêşbînî tê kirin ku xwediyê dilekê pir kîn hember îrada Barzanî niha destxweşiyê li Mesud Barzanî bikin? Helbet dîrûk ji mere dibê di nava bizava rizgarî xwaza kurdistanê paş Mistefa Barzanî hîn hinek siyasetvanên lokal dema temaşey lêhat û bizavên Mesud barzanî ku ji bo destxistina armancan weke sembula neteweyî tev digere xwe bi biçûk dibînin loma bizavdikin êrişên dijwar û bê wijdanane bikene ser Mesud Barzanî û di vê barê de çi binemayên exlaqî û niştîmanî û siyasî li ber çav wernagirin, ya di mawê 50 salên burî de hember Mistefa Barzanî kirî niha jî li dijî Mesud barzanî û Mistefa Barzanî dikin l gelo van tevgeran wê çi encam hebin? Bersiva vê pirsê ne dîroka Kurdistanê belkî dîroka cîhanê dibêje me, jibilî ku hinek têkdan û ne aramiyekê di nava civakê de dirustdikin lê di encam de agirî berdidin dîrûka xwe.

Aştî û yekrêzî û sazan amanca sembûla neteweyî ye
Diyarda opozisyonê weke oksicînê ye ji bo sîstema dîmokratî, lewre opozisyon egerek giringe bo girêdana binemayên sîyasî dîmokratî bi binemayên rewşenbîrî dîmokratî, renge eh partên hikumetê pêktînin pircaran nekarin hevsengiyê dinavbera binemayên sîyasî û rewşenbîriyên dîmokratiyê biparêzin, erkê opozisyonê ye vê hevsengiyê ragehînît û haydarê bihev girêdana aliyî siyasî û rewşembîrî yê dîmokratiyê be, gelo çima opozisyon baştir dikare ji hikumetê vê hevsengiyê biparê? Ji berku fezaya karkirina opozisyonê ji fezaya karkirina partên deshelat ferehtire, herweha b bandura opozisyonê tev gişt tuxmên hikumraniyê pêtire, bi taybet tuxmên medenî yên civaka dîmokrat, mina rêkxirawên civaka medenî û kertê taybet, bazar, mîdya , sendîkayên pêşeyî, li civakên dîmokrat ji berku partên deshelat şiyana kargêriyan heye, weha partên opozisyon necarin gava bo hêja nerim pavên, bi watayek din opozisyon daku bikaribe rexnê li karekî bigre tenê gotara gerimker arastey xelkê nake, belku guhdariya xelkî dike ka xelik çi dixwaze hewil dide bike bername û pêşkêş bike, daku bigurî ji bo helbijartina xelkê amadebike, opozisyon xelkê dabeş nake û bê omêd jî nake, belku opozisyon bizavê dike wê valahiya hey û wê bê omêdiya xelkê bi fikrên nû pirdike.

Eger em temaşey partên opozisyon yên Kurdistanê bikin maxabin şêwazê opozisyonê di hikumdariyê de peyrewnakin beruvajî şêwazê redkirina yê berambere, taku partên opozisyon bikarin rulek bibandur bigêrin gereke bikarin siyasetek nerim û guncay û sazan ê bikin, rastî karên opozisyonê bê omêdî û diltengî li cem xelkê peydakiriye, lê peyama serokê herêma Kurdistanê li roja 16/7/2013 sebaret herdu yasayên 30/6/2013 yên perlemanê kurdistanê, dubare omêdek din peydakir ku tev alî bizavan ji bo sazana niştîmanî bikin.
Top