• Thursday, 02 May 2024
logo

Weqfa Mor Çati: Li Tirkiyeyê ji her 10 jinan 4 rastî şîdetê tên

Weqfa Mor Çati: Li Tirkiyeyê ji her 10 jinan 4 rastî şîdetê tên
Weqfa Parastgeha Jinan a Mor Çati diyar kir ku li Tirkiyeyê ji her 10 jinan 4 jin rastî şidetê tên û ji 4 jinên ku serî li wan didin jinek daxwaza stargehan dike.

Weqfa Parastgeha Jinan a Mor Çati ji bo bale bikişînin ser kuştinên jinan ên li Tirkiyeyê û pirsgirêka jinan a ewlehiya jiyanê, daxuyaniyekî nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di nava sala 2012'an de 384 jin serî li weqfa wan dane, alîkarî xwestine û eşkere kirin ku ji van jinan 102 jin rasterast daxwaza stargehan kirine, lê ji ber stargeh kêm in daxwazên gelek jinan bi cih nehatine. Di daxuyaniyê de tê gotin ku zagona hejmara 6284'an ku nû hatiye derxistin ji bo xwestina parastvanan ji dewletê derfet derxistiye holê, lê ji ber tedbîrên hewce nayê girtin gelek caran nayê bi kar anîn. Hate ragihandin ku li gorî îstatîstîkên fermî li Tirkiyeyê ji 10 jinan 4 jin rastî şîdeta fîzîkî tê û hate diyar kirin ku ji van jinan tenê hezar û 931 jin di stargehan de tên parastin.

Di nava 4 mehan de 102 jinan daxwaza stargehan kirine

Hate gotin ku di 4 mehên sala 2012'an de 384 jinan serî li weqfa wam dame û bi wan re 475 hevdîtin pêk hatiye. Ji wan jinan 102 jin daxwaza stargehê kiriye. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin: "Dozgerên ku agahiya 'Jina te li stargehê de ye' didin mêran jî heye. Lê li gorî zagonên Tirkiyeyê her roj 5 jin tên kuştin û şîdet jiyana jinan tehdît dike, agahî dayîna derbarê jinên li stargehan dimînin, qedexe ye. Lê hîn jî wekî polîs û dozger, peywirdarên cemaweriyê mêrên ku şîdetê li hemberî jinan pêk tîne arasteyî Mor Çatiyê dikin."

Rudaw
Top