• Thursday, 02 May 2024
logo

'Sinnet li Almanyayê nayê qedexekirin!’

'Sinnet li Almanyayê nayê qedexekirin!’
Li Almanyayê dadgeheke herêmî mehekê berê bieyara qedexekirina sinneta law û xortan stand, lê ev biryar di nava civaka Misilman û ya Cihûyan de bû sedemê nerazîbûniyan. Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel dest da ser nîqaşa derbarê sinnetê û daxuyand, “Ligel biryara dadgehekê jî li Almanyayê wê sinnet neyê qedexekirin.ˮ

Dadgeha Eyaletê ya Kolnê mehek berê ji ber rewsa zarokek nû hatî sinetkirin ber bi xirabiyê ve cû, biryar stand ku sinnet bê qedexekirin. Zarokek 4 salî yê Misilman piştî ku hatibû sinnetkirin rewşa wî xirab dibe û wî radikin nexweşxaneyê. Dozgeriya bajarê Kolnê jî derbarê doktorê ku zarok sinnet kiribû glîname amade kir û dozê vekir. Dadgeha Eyaletê jî sinnetkirinê wek “tawana brindarkirinêˮ binav kir û qedexe anî ser sinnetê. Piştî biryara dadgehê nûnerên civaka Misilman û ya Cihûyan ku hejmara wan 4 milyon e, nerazîbûniyên xwe anîn ziman û biryara dadgehê şermazar kirin. Dawiya heftiya borî jî serokwezîra Almanyayê Angela Merkel bi rêya berdevkê xwe, Steffen Seibert soz da ku ligel biryara dadgeha navborî wê sinnet li Almanyayê neyê qedexekirin. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku sinnet mijarek olî ye û nabe ku ev maf bê qedexekirin û wê çareseriyek bê dîtin. Seibert got, “hemû nûnerên hikûmetê bi awayek eşkere rêz didin jiyan û mafên Misilman û Cihûyên ku li Almanyayê dijîn. Divê sinneta ku bi awayek berpirsiyar bê kirin bidome û ti carî neyê qedexekirin.”

Biryara qedexekirinê ji aliyê Cihûyên Ewropayê jî hat rexnekirin. Li ser navê 120 hezar Cihûyên ku li Almanyayê dijîn, Serokê Konferansa Hahamên Ewropayê Pinchas Goldschmidt daxuyand, “Eger ev biryar bê pêkanin, ez ji bo Cihûyan li Almanyayê ti pêşerojek nabînim. ” Ji bilî Misilman û Cihûyan, çendîn sazî û zanayên Xiristiyan jî biryara qedexekirinê rexne kirin û diyar kirin ku nabe mafên olî bên astengkirin.

Rudaw
Top