• Thursday, 02 May 2024
logo

BBC çîroka penaberekî kurd dike belgefîlm

BBC çîroka penaberekî kurd dike belgefîlm
Tora BBC a brîtanî raporeke televizyonî li ser çîroka jiyana penaberekî kurdê sûrî aniye cih, ku ji ber redkirina mafê penaberiyê, li ser kolanan dijî û radizê, metirsî jê li ser heye ku ji bo Sûriyê bê dersînorkirin.

Aryan Elî eşkere kir ku artêşa rêjîma Sûriyê sê gule li lingê wî dane, lê belê berpirsên brîtanî daxwaza wî ji bo wergirtina mafê penaberiyê red kirine, niha jî li ser kolanekê bajarê Nottingham dijî.

Aryan dibêje bi dehan zarok û malbat hatine neçarkirin li ser kolanan bijîn, heta ku ji Brîtaniya derkevin û vegerin welatên xwe.

Saziyeke xêrxwazî ya brîtanî eşkere kir, tenê di meha hezîrana borî de nêzîka 70 penaberan li bajarê Nottingham ji hemû mafên xwe hatine bêparkirin û hatine neçarkirin li ser kolanan razin.

Aryan dibêje, piştî ku daxwaza wî hatiye redkirin hikûmeta brîtanî xanî û mafê karkirin û hevkariyên xwe jê birîne û niha jî li qorziya kolaneke wî bajarî dijî. Derbarê jiyana ser kolanan, Aryan got: “Li keviya kolanekî radizim û bi şevan jî parçe kertonekê bi xwe de dikim da ku baran li min nede. Li Sûriyê ti çareya min a din nebû ji bilî revê.”

Aryan Elî, ku niha çarenivîsa wî nediyar e, ragihand amade ye dozekê li dijî berpirsên brîtanî veke, ger wî dersînorî Sûriyê bikin. Ajansa çavdêriya sînorên Brîtaniya UKBA ku taybet e bi serpereştiya karûbar û dozên penaberan daxuyand, her penaberekî daxwaza wî hatibe redkirin pêwist e di demeke herî zû de ji xaka Brîtaniya derkeve.

Aryan dibêje şevekê gava raketibû, çend kesan girtin ser û xwestin diziya wî bikin, lê gava dîtin tiştekê pê re nîne, dev jê berdan.

Aryan herwiha dibêje, ew ne tenê ye li ser cadeyan: “Çend zarokên sava li ser kolanan dijîn, wê rojê min zarokek dît temenê wî 2 sal bûn, jinên avis jî li ser wan kolanan dijîn.”

Rudaw
Top