Li Mehabadê pêşangeha zivistanê ya pirtûkan hat vekirin

Li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, pêşangeha zivistanê ya pirtûkan bi navê “Dîrok”ê û bi daşkandineke berçav hat vekirin û biryar e 20 rojan berdewam be.
Birêveberê wê pêşangehê Kambîz Îbrahîmzade ragehand, “Vekirina pêşangeha Dîrokê, ew pêşwaziya germ a welatiyan û xwîneran li pêşangeha berê bû.” Herwesa got, “Ji bo îsal jî pêşangeha pirtûkan bi daşkandina 10% heta 50% li ser mijar û berheman hatiye vekirin û dê heta roja 28ê Şibata îsal berdewam be.”
Îro, 10.02.2025 roja duyê ya pêşangeha pirtûkan e li bajarê Mehabadê. Îbrahîmzade li ser rêjeya daşkadina li ser pirtûkên pêşangeha Dîrokê amaje da, “Rêjeya daşkandinê li ser zincîra pirtûkên seyda Mihemdê Qazî 10%, li ser pirtûkên Kurdî 20%, li ser pirtûkên Ingilîzî 30%, li ser pirtûkên giştî 40% û herwesa li ser pirtûkên girêdayî zarok û ciwanan jî 50% ye.”
Pêşangeha zivistanê ya pirtûkan duh, 09.02.2025 li avahiya Wehdetê yê Mehabadê bi berçavkirina zêdetirî du hezar û 200 navnîşanan hat vekirin, ku zêdetirî 650 hezar pirtûkan Kurdî ne.
Basnews