• Thursday, 02 May 2024
logo

Jineke fermanber xwe dişewitîne

Jineke fermanber xwe dişewitîne
Doh êvarê li navçeya Çiwarqurne ya girêdayî Qeza Raniyê, jineke fermanber xwe şewitand û rakirin nexweşxaneya Silêmaniyê.

Ev jina ku navê wê (Şehla Omer Ezîz)e, ji ber pirsgirêkeke malbatî xwe şewitand û ji ber giraniya birînên wê ku rêjeya şewitînê ji sedî 70 bû ew rakirin nexweşxaneya îmêrcinsî ya Silêmaniyê.

Bavê Şehlayê, Omer Ezîz bo (Rûdaw) got "zavayê min ku navê wî (Cemal Ebdilrehman)e otombêleke Toyota- Pik UP bi 37 milyon û 800 hezar Dînar (derdora 30 hezar Doalr) bi deyn kirî bû û keça min li dadgehê bûbû kefîla wî, lê zavayê min nekarî vî diravî di dema xwe de bike, xwediyê deyn jî gefa vê yekê kiribû ku eger pereyê wî zû nede ew ê jina wî birevîne, zavayê min jî neçar ma xaniyê xwe bifiroşe, lê keça min qayil nebû û ji ber vê jî xwe şewitand." Bavê Şehla herwiha got "min skala qeydkiriye ser zavayê xwe û ev kesê ku otombêl jî firotiye wî."

Şehla fermanbera Fermangeha Ava Haciyawa bû, wê di mala xwe de neft bi xwe de kir û agir berda xwe, di encamê de laşeyê wê bi rêjeya ji sedî 70`ê şewitî bû.

Rudaw
Top