• Thursday, 02 May 2024
logo

Kujerê 29 jinan polîs derket

Kujerê 29 jinan polîs derket
Li Rûsyeyê piştî 14 salan kujerê 29 jinan hat girtin. Ji ber derket holê ku kujer şefekî berê yê polîsane, li welêt bû sedema nîqaşan.

Nasnameya kujerê 29 jinên ji sala 1994-98an hatine kuştin polîs derket. Derket holê ku kujerê jinan, polîsekî xanenîşbûyî yê 48 saliye.

Piştî lêkolîna DNAyê, polîsê berê Mikael P. sala 1998an ji ber pirsgirêkên tendirûstiyê hatibû xanenîşkirin. Rêveberê ewlekariyê jinên ku dikuşt tecawûz dikir. Mikael got: “Ger ez nexweş ne biriban, min dest ji wê cînayetê bernedida.” Mikael di îfadeyên xwe de got: “Piştî ez nexweşbûm, ez tirsiyam. Min hem dest ji erka xwe û hem jî ji cînayetan berda. Heskirina min a cînayet û tecawûzan kêm bû.” Mikael jinên ku temenê wan navbera 19-40 saliyê û dema şev bi tenê diçûn mal teqîb dikir û piştre dikuşt. Piştre jî tecawûzî termê wan dikir.

Rudaw
Top