• Monday, 29 April 2024
logo

Memikên şîr ên Sûriye û Îranê mêjiyê zarokan pûç dikin

Memikên şîr ên Sûriye û Îranê mêjiyê zarokan pûç dikin
Pisporên nexweşiyên zarokan haydariyê didin ku ev bêtirî salekê ye cûrekî memikên şîr li Kurdistanê tên firotin û her zarokek bi vî memikî şîr vexwe wê mêjiyê wî lawaz bibe.

Aliyên tendirustî ji mêjve vê dizanin lê heta niha rê li ber firotina wî negirtine. Ev memik li Sûriye, Îran û Çînê tên çêkirin. Nivîs û zanyariyên ser botlê şîr "derveyî standardên pizîşkî ye". Ev pizîşkê ku metirsiya vî memikî eşkere kiriye dibêje ev bêtirî salekê ye wî Fermangeha Tendirustî ya Silêmaniyê jê haydarkiriye, "lê xemsarî kirine di nehêlana wî de heta niha li bazarên Silêmaniyê tê firotin."

Li bazarê Silêmaniyê em çûn wan dukanên ku ev cûrê memikan lê tên firotin, derket holê ku heta niha ev memik li bazarên Silêmaniyê tên firotin.

Mêjiyê zarokan pûç dikin

Pisporê Nexweşiyên Zarokan li Nexweşxana Zarokan ya Silêmaniyê, Dr. Koçer Omer Alî dibêje ev ji salekê bêtir e bi vê metirsiyê zaniye û Fermangeha Tendirustiyê jê haydarkiriye. Doktor Koçer derbarê metirsiyên van memikên şîr got "ew nivîsên ku pileya têkirina şîr diyar dikin ne rast in û ne li gor standardê pizîşkî ne. Di nava van memikan de hene ku ji pileya duyan dest pê dike û yek li ser ne nivîsandiye, bo her pileyekê divê 30cc avê têbikin, lê ew memikên niha li bazarin nagîje 20cc yan, ev jî dibe sedema tundbûna şîr û kardike ser pûçkirina mêjîyê zarokan û bilindkirina rêjeya kalsîyomê di nava laşê zarokan de û hinek caran jî mirina zarok li pey tê."

Doxtor Koçer Omer tekez li ser wê yekê dike ku heta niha metirsyeke mezin li bazarên Herêma Kurdistanê heye û metirsiye li ser pêşeroja zarokan dike eger zû rê lê neyê girtin: "Ew zarokên bi van memikan şîr vedixwen her wekî ku du caran bi qasî ku pêwîst e vedixwen, ev jî rêjeya sodyum û kalsiyumê di laşê zarokan de zêde dike û hêdî hêdî xanên mêşkê wan lawaz dike û li pêşerojê mirovekî mêjîpûç derdikeve, ev pilan wisa hatiye danîn ku li Kurdistanê di 15 salên bên de civakeke bê hizirkirin derkeve holê."

Zarok bi vê sedemê mirine

Her çend ku li Nexweşxaneya Silêmaniyê amareke rast a van zarokan li ber destan tine ku bi sedema van memikên şîr canê xwe jidestdane, lê du doxtorên pispor ên nexweşiyên zarokan li wê nexweşxaneyê dibêjin bi sedema bandora bilindbûna rêjeya sodyum û kalsiyomê di leşê wan de 5 zarokan canê xwe ji destdane, ku ev jî nîşana pêdana şîrê tîr e.

Pisporê Nesaxiyên Zarokan li Silêmaniyê, Doxtor Xalid Heme Salih, çîroka yek ji wan zarokan vedibêje ku ji bo çareseriyê birine cem wî, lê ji ber bilindbûna rêja sodyumê di laşê wî de canê xwe jidest da: "Du zarokên nexweş li cem me hebûn yek ji wan rêjeya xwê di laşê wî de zêde bibû û bû sedema rawestiyana gurçîkên wî, dema ku pîvana rêjeya xwê kirin derket holê ku rêjeya sodyuma wî di ser 180ê de bû, ji ber vê yekê me nekarî tiştekî jê re bikin û zarok mir."

Piştî çar mehan komîte pêkhat

Nexweşxaneya Giştî ya Zarokên Silêmaniyê di roja 9î Çileya 2011ê de aliyên tendirustiyê ji hebûna van memikên şîr ên bi metirsî tê haydarkirin, lê Rêveberiya Xweparastinê li Silêmaniyê di roja 2yê Gulana 2011ê de, ango çar mehan piştî pêkanîna komîteyek avakirin bo lêkolînê van memikan. Birêveberê Giştî yê Fermangeha Tendirustiya Silêmaniyê, Doxtor Mîran Mihemed bo Rûdawê got ku wê komîteyek bê avakirin ji bo qedexekirina van memikan di bazaran de.

Rûdawê di nav Nexweşxaneya Zarokan a Silêmaniyê de derbarê hişyariya ji vê metirsiya ku ev saleke dibêjin pêzaniyê axiftina hin dayikan stend, lê wan gotin ku ew tiştekî derbarê vê metirsiyê nizanin.

Semîre Hesen, li ber zarokê xwe yê çar mehî de rûniştî û şîrê qutîkan dide wî, got "ez nizanim ku jimarên van memikan ne rast in, divê Wezareta Tendirustî û Hikûmet qedexe bike û rê nedin bên nava Kurdistanê, di rojê de çend caran bi vî memikî ez şîr didim zarokê xwe, ev jî li gor wan jimarên li ser şûşeyê hatine nivîsandin, ev cara yekemîn e ez dizanim ku xirab e."

Pisporê Nexweşiyên Zarokan, Doxtor Xalid Heme Salih, got "dana şîrê qutîkan ji bo zarokan gelek xirab e, vêca eger dayik nezane ew memikê ku şîr pê dide zarokê xwe ji aliyê tendirûstî jimarên wî xelet in yan na, ev hêjî xerabtir e, niha gellek ji van memikên ku jimarên wan ne rast in. Ev jî bandoreke xerab dikin ser mêjî û rêja xwê di leşê zarok de zêde dike, û rêjeya sodyumê di laş de zêde dike, dibe ku bibe sedema kuştina zarokan jî."

Rudaw
Top