• Monday, 13 May 2024
logo

Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

Li Wanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin

Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Li salona pêşangehê ya Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Wanê, nasandina Enstîtuya Ehmedê Xanî hat kirin.

Piştî wê li Navenda Kar a Nedîm Odabaşiyê,  Enstîtuya Ehmedê Xanî hat vekirin.

Kordînatorê Enstîtuya Ehmedê Xanî Necdet Takva di merasîma vekirinê de axivî û got ku avakirina enstîtuyê ji bo bajêr girîng e.

Necdet Takva wiha axivî:

"Li Wana ku lê şopên Ehmedê Xanî yê ku 350 sal berê bi çanda xwe hewl da ku dinyayê fehm bike me Enstîtuya Ehmedê Xanî vekir.

Em dê bi vê xebata xwe di pêvajoya pêş me de berhemên gelek nivîskarên ku li ser dîrok û zimanê Kurdî lêkolînan dikin berhev bikin.

Di heman demê de me ji bo ku lêkolînerên ji cihên cuda yên dinyayê bikarin serî lê bidin jî ev enstîtu ava kir.

Hewldana bêyî ku di bin siya tu nêrînê de bimîne bi pêşengiya Ehmedê Xanî piştgiriyê bidin çanda Kurdî.

Ez spasdarê her kesê ku ked dan, dikim."

Mahîr Tahayê Kordînatorê Navend ê Enstîtuyê jî got:

"Îro ji bo me rojekî gelekî girîng e. Ez spasdarê her kesê ku di vê roja xweş de em tenê nehiştin, dikin.

Em derketin rêyeke dijwar û me destê xwe xist bin kevir."

Lêkolîner û dîrokzan Kerem Serhatli, Desteya Şêwirmendiya Giştî Lêkolîner Gulten Madenlî û Nivîskar-Lêkolîner Nihat Gultekin jî beşdarî bernameya danasînê bûn û li ser Ehmedê Xanî û girîngiya enstîtuyê axivîn.

Nivîskar û lêkolîner Rohat Alakom, Mucahît Bîlîcî, siyasetmedar Mesut Ozturk û Weşanxaneya Sîtavê jî pêyamên xwe yên nivîskî şandin.

Nivîskar, dîrokzan, lêkolîner Murad Ciwan, Abdullah Yaşin, Mehmet Gultekîn û akademîsyen Doç Dr. Ahmet Kirkan jî ji bo bernameyê bi vîdeoyê peyamên xwe şandin.

 

Rudaw

Top