• Monday, 29 April 2024
logo

Li Silêmaniyê jinekê 4 zarok bi hev re anîn

Li Silêmaniyê jinekê 4 zarok bi hev re anîn
Duh çarşemê li nexweşxaneya jidayîkbûnê ya Silêmaniyê jinekê bi zikekî 4 zarok anîn.

Dr. Henna li nexweşxaneya jidayîkbûnê ya Silêmaniyê got: “Demjimêr 7ê serê sibeha îro jinekê 4 zarok anîn, du kur û du keç. Tenduristiya zarokekî û dayika wî ne baş e.”

Heft sal bûn ew jin û mêr zewicîbûn û zarok bi riya lûleyan ji dayik bûn.

Bavê zarokan karkeriyê dike û temenê wî 40 sal in, ji malpera Rûdawê re got: “Ji hikûmeta herêmê daxwaz dikim hevkariya me bike, çiku rewşa me ya diravî zêde ne baş e.”

Digel ku zêde bi jidayîkbûna zarokan kêfxweş bû, lê got: “Tevî ku min zarokên xwe nedîtine, lê min navê herdu kurên xwe kir Mihemed û Ehmed û navê herdu keçan jî kir Hestê û Mestê.”

Rêveberê kargêriya nexweşxaneyê Mehdî Heme Salih got: “Di dema borî de jineke din jî bi riya lûleyan şeş zarok anîn, lê mirin.”

Rudaw
Top