• Sunday, 28 April 2024
logo

'Li Kurdistanê bazirganîkirina bi mirovan heye’

'Li Kurdistanê bazirganîkirina bi mirovan heye’
Çend karkerên biyanî bi rêya girêbestekê ji Etiyopyayê dişînin Herêma Kurdistanê ji bo karkirinê. Ev karker zû hest dikin ku teşqele li wan hatiye kirin, ji ber ku şîrketê ji wan re gotibû ewê wan bibe Îmaratê, lê xwe li Herêma Kurdistanê dîtin. Ev çîroka wan 11 karkerên Etiyopyayî ye ku berî heyamekê ji aliyê polîsan ve hatin azadkirin.

Berpirsê Beşa Yasayî ya saziya mafê mirovan Heartland Alliance, Rêzan Dilêr, bi vî awayî çîroka van 11 karkeran bo Rûdawê vedibêje: "Şîrketekê ev karker bo welatê Îmaratê ji Etiyopyayê anîbûn. Girêbesta wan bo du salan bû, lê piştî demekê şîrket hat girtin, bi vî awayî karker 4 salan li Herêma Kurdistanê man."

Karkeran behsa wê yekê bo Rêzan Dilêr kirine ku jiyana wan gellekî nexweş bû, mal û mal geriyane bo bidestxistina kar û tevlî ku mehane pereyekî kêm dane wan jî, lê ew her razî bûne. Rêzan dibêje ev karker di heftiyê de rojekê li Parka Şaneder li hev diciviyan, lê du kesên ku karê qaçaxiyê dikin çûne cem wan û ji wan pirsîne "jiyana we çawa ye" wan jî gotin jiyana wan gellekî nexweş e, qaçaxçî jî ji wan re dibêjin "ligel me werin, emê we bibin welatekî din, wê mehane 800 Dolar bi dest we bikevin û jiyana we xweştir dibe." Rêzan dibêje bi vê sozê wan karker xapandine û ji her yekî 200 Dolar standine.

Wek Rêzan dibêje, duyên van 11 karkeran keç bûn û yên din jî xort bûn: “Qaçaxçî van karkeran dibin ser sînorê yek ji welatên derdor, paşî li wir keçan ji xortan cuda dikin û dixwazin destdrêjiya wan bikin, lê keç dikin hawar û xwe nadin dest. Ji ber vê qaçaxçî telefona polîsan dikin û dibêjin 11 karkerên biyanî dixwazin bi awayekî qaçax sînor derbas bikin, piştî vê ev 11 karker tên girtin û piştre bi kefalet tên berdan." Li gor zanyariyên Rêzan, herdu qaçaxçî hatin girtin û biryar ewe di Tîrmeha dahatî de bên dadgehkirin. Rêzan Dilêr dibêje "ev çîrok belgeya hebûna bazirganiya bi mirovane li Herêma Kurdistanê, ji ber ku di yasaya hejmara 23yê ya sala 2012ê de, ku yasaya nehêlana bazirganya bi mirovane, teşqelekirin weke bazirganîkirin hatiye danîn, lê heta niha ti komek çeteyan nehetiye girtin."

Bazirganiya ji bo meremên seksî

Yasaya nehêlana bazirganiya bi mirovan ku di 23yê Sibata 2012ê de derketiye, bo hemû Îraqê ye, tevlî Herêma Kurdistanê jî. Rêxistina Heartland Alliance daxwazê dike ku ev yasa li Herêma Kurdistanê bê çalakkirin, yan yasayeke wek wê li Herêma Kurdistanê jî bê derxistin. Rêzan Dilêr dibêje" gellek serlêdan li ber destê me hene ku bazirganî bi mirovan hatiye kirin, lê ji ber nebûna yasayeke taybet bi bazirganîkirina bi mirovan li Herêma Kurdistanê, heta niha bazirgan nehatine girtin. 60 ji wan serlêdanên li ber destê me Kurd in û bazirganî bi wan hatiye kirine."

Perlementerê Goran li perlemana Îraqê, Hakim Şêx Letîf, jî dibêje ku li Îraqê û Herêma Kurdistanê bazirganî bi mirovan tê kirin, "tenê cudahiya di navbera wan de ev e ku Bexda firoşkar e û Kurdistan kirryar e." Ew perlementerê ku demekê karê dadweriyê kiriye, dibêje hemû ev karkerên ku ji derve tînin Herêma Kurdistanê bi awayekî bazirganiya bi mirovan e û bêdengiya hikûmetê ji bo van karan jî tê wateya beşdarîkirina hikûmetê bi awayekî nerasterast di bazirganîkirina bi mirovan de. Bêtiriya wê bazirganiyê jî ji bo meremên seksî ne, wate bêtiriya wan jin in."

Rudaw
Top