• Monday, 29 April 2024
logo

Silêmanî: Rojane tundûtîjî li dijî 4 jinan tê kirin

Silêmanî: Rojane tundûtîjî li dijî 4 jinan tê kirin
Jêderekê li beşa amara birêveberiya bidûvçûna tundûtîjiya li dijî jinan, aşkira dike ku di çar heyvên borî de 560 haletên tundûtîjî li hemberî jinan hatiye tomar kirin.

Kemal Ezîz ji Xendanê re ragehand ku: "Îsla di çar mehên borî de tenê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê 560 haletên tundûtîjiya dijî jinan hatiye tomar kirin, ev tê wê wateyê ku rojana 4 haletên tundûtîjiyê li dijî jinan encam dide."

Birêveberê beşê amar li birêveberiya bidûvçûna tundûtîjiya li dijî jinan Kemal Ezîz da xuya kirin ku di vê demê de 5 jin hatine kuştin û 7 jin hatine xeniqandin û jinekê jî xwe kuştiye û 31 jinên din şewitîne û 8 jinan jî xwe şewitandin e.

Her li vê barê de, Ezîz berdewam kir ku, 12 jinan derman xwariye û 189 jî lêdan xwarine û 10 haletên revandinê hatin encam dan û 4 hewlên xwekujî jî hatiye tomar kirin.

Kemal Ezîz ev jî ronahî kir ku bi şêweyeke giştî bidûvçuna rûdanan hatiye kirin û hejmarek tawanbarên rûdanan rû bi rûyê dadgehê bûne.


Xendan
Top