Rejîma Esed bo mana xwe wê her kartekî bikarbîne
Ev bangehêşta mezin a NY tevî ku tenê nîşandana rehindên karesata miroviye ku di bara rewşa Sûriyê de tê çaverêkirin, di heman dem de di nav nîşandana rehindên wê karesatê de perdê li ser hejmarek rehindên siyasî li ser astê herêmî û nêvdewletî jî rakiriye ku çavdêrê siyasî dikare di nav wan rehindan de pêşbîniya bo wê karesata mirovî a mezin bike û bi temamî wan rehindên siyasî yên herêmî û nêdewletî bixwîne ku bûne fakterên texmîna ew kareseta mezin, li vir bi kurtî em ê amajê bi wan rehindên siyasî bikin:
1. Rewşa niha a Sûriyê wek pirofîsor Ediriye Lawrans mamostayê zanistê siyasî li zanîngeha Şîkago bo vê raportê ji Gulan re ragehand: (hatina hêzan bi eşkera bo nav kerîza Sûriya, bûye sedema ku pirtir perde li ser wê hevpeymanîtiyê rabe ku berê ta radekê veşartî bû, ne bûye sedema ji nû dariştina hevpeymaniyê). Anku ev xwendina pirofîsor Edriyê Laorans amajeye bo wê yekê ku heger berê hêzên herêmî û nêvdewletî li ser doseya Sûriya dabeşbû bin, niha bi sedema kirêzê zêdetir aloz bûye û bûye qada cemserbendiyê navbera hêzên herêmî û nêvdewletî, ev cemserbendiye jî bêgoman ne tenê rewşê ber bi çareseriyê nabe, belku aloztir dike û zêdetir dibe egerê rûdana karesata mirovî.
2. Ev dabeşbûna bi ser alîgirên Rejîma Esed û alîgirên Opozisyon û Leşkerê Azad a Sûriyê, ne tenê dabeşbûneke siyasî ye, belku paş ku Hizbulah bi eşkere hate nav hevkêşa leşkerî bo berjewendiya Rejîma Esed û hatina çekdarên Husî ji Yemen û niha bas li wê yekê tê kirin ku komeke efserên Koriya Bakur hetine, li hember de jî welatên Yekîtiya Ewrupa (YE) dorpêça pêdana çekan bi Leçkerê Azad yê Sûriyê rakin û paş vê biryarê Rûsiya ragehand ku dê beşeke din ji rokêtên S300 bide rejîma Esed, ev jî wê watayê dide ku astê şer ber bi xwînawî tir ve diçe û çend şer xwînawî tir be evqas metirsî zêdetir dibe, derbarê vê metirsiyê me pirsyar ji pirofîsor Kirîstover Filîps mezine lêkolînerê şîretgeha Çatam Haws ê Birîtanî û pisporê karûbarê Sûriya kir, wî jî sebaret bi vê metirsiyê boçûna xwe ji Gulanê re derbirî: (her ji destpêka bi nêvdewletî bûna kirêzê, eşkere bû ku Iran û Rûsiya piştevaniya Esed dikin û Turkiya û Qeter û Siûdiye û civaka Rojavayî li dijî Esed radiwestin û guvaşê dixine ser daku dest ji kar berde, her ji guvaşa dîplomasî taku guvaşa aburî û ev yek jî karvedan hebû û dîsa Rûsiya û Îranê piştevaniya aburî kirin û ji aliyê diravî ve alîkariya Esed kirin, niha kirêz bi temamî pêşketiye û welatên Kendavê kar dikin ji bo şandina çekan bo şoreşvanan û niha YE bi giştî û Firensa bi taybet behsa şandina çekan dikin û piştrast ev yeke wê bibe sedema ku aliyê din jî zêdetir çekan bide Rejîma Esed, ev hewlên du alî bo çekdarkirina zêdetir a herdu alî bê guman wê bibe sedema kuştin û xerabûnê, wate alavên kuştinê didin hev lê fakterên paş nakokiyê aloztirin.)
3. Li ser ev erdê dijwar behsa kongira Cinêv 2 tê kirin, daku kêş û aloziya Sûriyê bi rengekî aştiyane were çareserkirin, belê hevdem li gel ev hewla nêvdewletî Rejîma Esed û hevpeymanên wî di wê hewlê dane ku hevsengiya hêzê li ser erdê bigorin paş ku bajaroka Elqusêr bi piştevaniya Hizbulahê ji çekdaran hat standin û niha di hewlên wergirtina bajarê Humsê jî de ne, ev jî wê watayê dide ku berî girêdana kongira Cinêv 2, Rejîma Esed dixwaze cihekî bi hêz bi dest xwe xe, li hemberê jî heta niha opozisyona Sûriya li hevnekirine ka wê bi çi şandê beşdariyê di wê kongireyê de bike, lewra sebaret bi vê yekê Gulan pirsyar ji pirofîsor Davîd Boter pispor li ser herdu aliyên siyasî û aburî yê Sûriya kir û wî jî li hember kongira Cenîvê bi vî şêweyî bê omêdiya xwe nîşanda û got: (pir çetine kongireya Cenîv 2 bikare kirêza Sûriyê çareserbike, ji ber ku renge Opozisyon û Hikumet pir ji hev dûr bin ku bikarin bi hev re giftogoyê bikin, herwiha kodengiyeke nêvdewletî jî tuneye derbarê ka çi mîkanîzmek were danîn sebaret bi çawaniya berev pêşveçûn bo bidestxistina qunaxeke demkî li Sûriya)
Wate di vê rewşa aloz de ku sedemên babetî aloziyê berev karesatek mirovî dibin ne berev çareseriyek aştiyane bo kirêzê, wiha ew texmîna NY pêşbînî kiriye, li hêviya paşeroja Sûriya ye.
Sûriya ji kêşeyeke navxweyî bo kirêzeke nêvdewletî
Paş dirustbûna alozî û ne aramiyê li bilindahiyên Colanê, niha Îsraîl ji wê yekê ditirse ku alozî bikeve wî beşî jî ku di bin deshelata Îsraîlê deye, bi taybet ku niha ew hêzên aştîparêz ku hêzeke Nemsa ye û erkê wê parastina sinûre, daxwaz kiriye ji Colanê vekişe, di hember de yekser Filadîmêr Potên serokê Rûsiya ragihand ku Rûsiya amade ye hêzekê bo cih girtina hêzên nemsa bişîne Colanê, ev gava serokê Rûsiya tevî ku ev pêşinyar bi wê yekê ve girêda ku Rûsiya wê demê wê hêzê bişîne eger NY daxwazê jê bike, ev yek heger ji aliyekî ve pêşveçûnek be di aloziyê de lê ji aliyekî din ve tê xwendin ku Rûsiya dixwaze cihê lingên xwe bi rêya rewatiya nêvdewletî li Sûriyê çêke, bi taybet jî ku li çend rojên burî Con Makên mezine sînatorê komarî ê Emrîka seredana wan navçeyan kir ku li bin destê çekdarên Leşkerê Azad ê Sûriyane, ev jî wate her yek ji hêzên nêvdewletî yên mezin dixwazin li ser axa Sûriya hebûn hebe, herwiha ev seredana Con Makên bi curekê ji guvaşê bo ser rêveberiya Obama tê xwendin daku gavên zêdetir berev destêwerdana leşkerî bavêje, ev pirse her çende çavdêr bi egereke dûr dibînin, lê ew gorankariya niyet heye di rêveberiya Obama de were kirin ku Sozan Rays ji nûneratiya Emrîka di NY nemîne û bibe şîretmendê Civata Asayişa Niştimanî û herwiha danîna Saminta Bawiz li cihê Rays li NY, bi vî şêweyî em dibînin ku ew du kesane ku yek dibe şîretmendê Civataa Asayişêê ku bilindtirîn poste di rêveberiya Obama de, herwiha nûnerê Emrîka li NY, di karin kartêkirinê li Obama bikin daku biryarekê bistîne ku rê nede ew karesata mezin a mirovî ku li Sûriya tê çaverêkirin çêbibe û bi destêwerdana leşkerî rêyê li pêşiyê bigre, sebaret bi dijberiya Con Kêrî wezîrê derve û Cak Hagil wezîrê berevaniya Emrîka bo destêwerdana Leşkerî, çavdêr wiha dibînin ku eger Obama bigehe wê baweriyê ku tu rêçare ji bilî destêwerdana leşkerî tunene bo rêgirtin li karesata mirovî li Sûriya, wê demê biryara serok yekalîkere û Cak Hagil û Con Kêrî jî bi berpirsên nerim di asta Obama de tê naskirin û biryara serok cêbecêdikin, lê pirsyara giring li vir ew e heta heger Emrîka ev biryare jî da û biryar bûye biryareke nêvdewletî yan eger nebe biryareke nêvdewletî û li jîr sîwana NATOyê hate encamdan, gelo ev nabe egerê ku heman sînaryoya sala 1953 yê a Koriya dûbare bibe û Sûriya jî wek Koriya di navbera Rûsiya û Emrîka de debeş bibe? Derbarê vê yekê çavdêr wiha dibînin ku tevî di vê qunaxê de ji aliyê rejîma Esed û Opozisyonê bi çi rengî bas li vê pirsê nayê kirin û li ser astê nêvdewletî jî piştevanî li dabeşkirina Sûriyê nayê kirin lê heger rewş di vê şopê de biçe û berv karesata mirovî ve here, wê demê deriyê her egerekê vekiriye.