• Monday, 29 April 2024
logo

Li Hewlêrê birayekî xwişka xwe kuşt

Li Hewlêrê birayekî xwişka xwe kuşt
Rêveberê polîsên Hewlêrê ragihand, jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin û kujer jî hatiye girtin.

Rêveberê polîsên Hewlêrê Ebdilxaliq Telet ji Rûdawê re daxuyand: “Ji ber pirsgirêkeke civakî doh êvarê li taxa 8ê ya Hesarok jinek ji aliyê birayê xwe ve hat kuştin, dû re li gor madeya 406 ya kuştinê di yasaya cezakirina Iraqê de kujer hatiye girtin.”

Navbirî wiha axivî: “Temenê jinê 25 sal in û diya 3 zarokan e, birayê wê mikur hat ku li ser pirsgirêkeke civakî ew kuştiye.”

Li gor agahiyan, kesûkarên jinê di destpêkê de ne amade bûn termê wê wergirin, çiku li ser şeref û namûsê hatiye kuştin lê dû re razî bûn wê veşêrin piştî lêkolîna pizîşkî li ser termê wê.

Rudaw
Top