• Sunday, 28 April 2024
logo

Konferana jinên Kurdistanê dest pê kir

Konferana jinên Kurdistanê dest pê kir
Îro 2. Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurdistanê li Hewlêrê dest pê kir. Axaftina vekirinê ji aliyê Zana û Zikrî ve hatin kirin.

Duyemîn Konferansa Jinên Kurdistanê bi diruşmeya ‘Emê ji pir dengiyê yekîtiya neteweyî dirûst bikin’ û bi axaftinên amadekara konferansê Amîne Zikrî û Leyla Zana dest pê kir.

Bi giştî 186 jinên kurd ji bo konferansê hatine vexwendin. Ji başûrê Kurdistanê 78 nûner, ji bakur 50, ji rojhilat 24 û ji rojava jî 17 nûner beşdar dibin. Herwiha 12 nûner ji bo kurdên Ewrûpa, Ermenîstan, Rûsye, Kafkasya û Libnanê hatine diyarkirin.

Li gor ragihandineke hevbeş ku kopiyeke wê ji bo Rûdawê jî hatiye şandin, 8 partî û aliyên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê ji ber nerazîbûnê beşdarî konferansê nabin.

Konferans wê 3 rojan berdewam bike. Di konferansê de wê pirsa jinên kurd, hevdengî û hemahengiya jinên her çar parçeyên Kurdistanê û çawaniya beşdarbûna jinan di xebata siyasî de bê nîqaşkirin.

Hêjayî gotinê ye ku yekemîn konferansa jinan sala 2010an li Amedê hatibû lidarxistin.

Rudaw
Top