• Monday, 29 April 2024
logo

Mafê penaberiyê nestendin, agir bi xwe xistin

Mafê penaberiyê nestendin, agir bi xwe xistin
Du Kurdan roja înê li pêşiya avahiya Wezareta Navxweyî ya Qubrisê li Nîkosyayê agir berdan bedena xwe. Wa bi vê yekê nestendina mafê penaberiyê li Qubrisê protesto kir.

Piştî ku herdu Kurdên ji bakurê Kurdistanê, ku temenê wan di navbera 24 û 29 salan de ye, gihane avahiya wezaretê man, wan agir berdaye çend parçeyên daran û piştre xwe jî bi agir şewitandiye, lê nemirine.

Piştre jî kesekî nêzî bûyerê bi hawara herdu ciwanên kurd ve çûne, ew ji agir rizgar kiriye ta ku alîkarî gihaye ciyê deverê û herdu ciwan hatine veguhestin nexweşxaneyê.

Berî ku herdu ciwan agir bi laşê xwe ve bidin, wan agahî ji Wezareta Navxweyî stendibû ku doza wan a mafê penaberiyê nehatiye pejirandin.

Rudaw
Top